Ramyarî

Kevneserokê FKFê Zilkuf Şahînî çû ser dilovaniya xwe…

ÎBRAHÎM GUÇLU · 16.10.2010 · 2 dîtin

Kevneserokê FKFê Zilkuf Şahînî çû ser dilovaniya xwe…


Kevneserokê FKFê Zilkuf Şahînî, di 13. 10. 2010, saet 20.40-î de encama nexweşiya qanserê li bajarê Îzmîrê çû ser dilovaniya xwe.

Zilkuf Şahînî, di sala 1943-an de li Muşê hatibû dinyayê. Zarokê maleke gelek feqîr bû. Lê bavê wî, ew di şertûzirufên gelek zehmet de da xwendin. Wî, di sala 1969-an de Zanîngeha Hiqûqê ya Enqereyê qedand. Ew bi jineke qederbilind û hêja Nehîrê re zewicî. Ew xwediyê sê lawên hêja ne.

Piştî zanîngeh qedand, li herêma rojava û tirkan nema. Ew çû li Kurdistanê bajarê Muşê cîwar bû.

Li Muşê staja parêzerî qedand û çû li bajeroka Muşê li Melazgirtê dest bi parêzerî kir. Piştî demekê jî çû li bajeroka Bîtlîsê Tatwanê parêzeriya xwe domand. Ew, heta sala 1997-an, di şertên gelek zehmet, taybet, milîter de li Tatwanê parêzer bû. Pişt re çû li îzmîrê cîwar bû. Li îzmîrê jiyana xwe dest da.

Zilkuf Şahîn, dema ku li Kurdistanê parêzer bû, hem di dema Darbeya Leşkerî ya 12-Adar a 1971-an û hem jî dema Darbeya Leşkerî ya 12-ê îlona 1980-yî de li dadgehên leşkerî û DGMê wek parêzer beşdarî dozên siyasetvan û rewşenbîrên sosyalîst û kurdperwer bû.

Zilkuf Şahîn, dema li zanîngehê xwendevan bû, bi aktifî di nav tevgera sosyalîst û şoreşger de cîh girt. Ew bû endamê Partiya Karker a Tirkiyeyê (TÎPê) û Federasyona Qulûbên Fikrî (FKFê). Ew di nav Tevgera Azadixwaz û Şoreşger ya 1967-68-an de serokekî cîwanan bû û wî di sala 1968-an de ji FKFê re serokatiya giştî kir. Dema ew serokê giştî yê FKFê bû, di nav tevgera sosyalîst û şoreşger ya Tirkiyeyê de niqaşeyên gelek girîng pêk dihatin û ew jî di nav van niqaşeyan de terefekî gelek aktîf bû. Wî di nav gruba “şoreşgerên sosyalîst” de cîh girt. Bi xurtî li dijî cuntacitî û “şoreşgeriya demokratîk a milî ya tirk” derket.

Zilkuf Şahînî, piştî zanîngeh qedand û li Kurdistanê cîwar bû, di destpêkê de bû endamê Partiya Demokrat a Kurdistanê li Tirkiyeyê ku Dr. Seîd Kirmiztoprakî sekreterê giştî yê vê partiyê bû. Piştî sala 1976-an de jî di nav Tevgera Rizgariyê de cî girt.

Ew dema ku li zanîngehê xwendevan bû, gelek caran ji aliyê polîsan de binçav bû. Ew, di dema darbeya Leşkerî ya 12-ê Adara 1971-an de hepis bû û li girtîxaneya leşkerî ya Amedê demek dirêj ma. Di sala 1984-an de jî mehekê hat binçav kirin.

Bi kurtî em dikarin bibêjin, wî û malbata wî di derbarê kurdwerî û şoreşgerî de gelek zehmet dîtin. Ew kurdperwerekî dilsoz û sosyalîstekî bawermend bû.

Mirina wî, ji bona miletê kurd, malbat û dostên wî wendayîyek mezin e.

Bila serê miletê kurd, malbat û dostên wî sax be.

1- Îsmaîl Beşîkçî, 2- Ruşen Arslan, 3- Gülseren Arslan, 4- Mumtaz Kotan, 5- Umît Firat, 6- Îbrahîm GUÇLU, 7- Gulfer GUÇLU, 8- Alaadîn Epozdemîr, 9- Yılmaz Elçî, 10- Ali Beyköylü, 11- Reşît Delî, 12-Haluk Yildizhan, 13- Hasan Çakir, 14- Nurî Aslan, 15- Gonül Aslan,16- Abdurrahman Demîr, 17- Omer Ozmen, 18- Mistefa Guçlu, 19- Feruze Guçlu, 20- Ceyhun Arslan, 21- Kadrî Salaz, 22- Ahmet Kan, 23- Seîd Aydogmuş, 24- Kasim Kiliçkap, 25- Füsun Parlak Kiliçkap, 26- Murat Çillioğlu, 27- Remzî Demîr, 28- Tahsîn Sever, 29- Atîlla Şîmşek, 30- Yaşar Karadogan



Yên Eleqedar

Şîrove (0)

Hê şîrove tune ne — yekem bibe.