Ramyarî

KERKUK HEST Û SÎYASETA KURDISTANÎ DA PÊŞ!

M.Þerîf Mûþtak · 08.04.2007 · 2 dîtin

Kurdistana azad û nîqaşên Kerkukê li herêma bakurê Kurdistanê xeta neteweyî û Kurdistanî heroj pêşdetir didê. Sîyaseta Heya niha ko li Tirkîyê û Kurdistanê dihate bi karanîn vehejand, kûçên Sitrincê ji cihê wan gûherandin, rewş pozitîf diçê, PKK di navxwede ket nîqaşê, dinya Roma Reş xiradibê hêdî hêdî berbi matbûnê ve diçê. Kerkuk ji bo sîyaseta Kurdistanî, Kurdewarî û pêşde çûnê bû faqtorek e baş. Ji sala 1978 heya niha di bakûrê Kurdistan de sîyaseta dagirkeran û PKK hev xwirt dikirin, li pêşya xeta sîyaseta Kurdistanî û Kurdewar de astengeke mezin bûn. Mejîyê Kurdistanî di navbera sîyaseta dagirkeran û PKK de hatibû lawazkirin nedihiştin derkevê pêş, serê xwe hildê, erkê xwe bi karbînê û bi karê bileyîzê. Daxwîyanîya serokê PCD yê Amedê Hilmi Aydoğdu ko gotibû „Êrîşên li ser Kerkuk û başûrê Kurdistanê bênekirin em li ser Amedê di pejirînîn“ li dij sîyaseta Imralî bû, manedarîyek gelek giring bû, bû bersiva sîyaseta Kurdistanî, bû moral û xwe nûkirina tevgera neteweyî jî. Piştî binçavkirina Aydoğdu, dengên ji bo piştgirîya wî derketibûn, bû sedema milgirtin û nêzîk bûna di nav Kurdên Bakur de. Aydoğdu çendî dinav rêxistineka dibin bandora Abdullah Öcalandeye jî lê gelek derûdorên ko li dijî sîyaseta wî ko bi kêmayî dewletek e federe di parêzin li Aydoğdu bi xwedî derxistin û dengên neteweperwer bi yekkir. Bi bawerîya mi ev nîşâna lewazketina sîyaseta Abdullah Öcaln a çeft û şaş e, serîhildana sîyaseta Kurdistanî ye. Lê ji bo berdewamîya serkeftinê cesaret pêwiste…. Bi rastî naveroka daxwîyanîya Aydoğdu bi cesaret û tijî ye. Bersiva sîyaseta Öcalan û Roma Reş herdûwa ye. Hestê Kurdistanî ajot pêş. Rastîya wê zitî sîyseta Abdullh Öcalan a li ser tevayê Kurdistnê ye, bi taybet sîyaseta Öcalan a liser Kurdistana azad red dikê. Daxwîyanîya Aydogdu bandora xwe baş li kîtla PKK jî kir. Ev gûherandinên ko li bakûr çêdibin, bandora hestên serokê Kurdistanêye. Serokê Kurdistanê birêz Meshod Barzanî bi bawerî li serxwe sekinî ye. Ji hestên xweyê kurdewar-Kurdistanîre kêmasîyan napejirînê, ji hêvîyên şehîdanre bi rêz girtin e. Dewlet ji lewaz ketina rola A. Öcalan û gaven serketinê ko li Kurdistana azad tên avêtin harbûwe. Weke hirçêhar gefa li Kurdistana azad dikê. Ji bo rola Abdullah Öcalan ne hilweşê çi ji dest Roma Reş werê di xwazê bikê. Îro hesabê li ser Kurda ji herwextê bêhtir e, pêwiste miho vê ji nêzîkve bibîne, bi şopînê, berfereh bi nirixînê û şîrove bikê. Daxwîyanîya Aydoğdu û bûyerên piştre çêbûn balkêşin û hin hesab jî derxistin berçav. Bi taybet îro li ser gelê Kurd gelek hesab tênkirin. Daxwîyanîya Aydoğdu û piştî daxîyanîyê tiştên ko çêbûn hin ihtimal û hesabên balkêş tînê berçav. Ez di xwazim bi çend xalan serêzbikim 1-Li dij sîyaseta Îmralî û dewletê derketin e. 2-Piştgirtina kurdistana azade. 3-Bi vê mebestê hemû derdorên Kurdistanî bûn e piştgirên hev. 4-Aydoğdu li serxwesekinandina xwe berdewam bikê di wextê pêşya mede di karî sîyaseta bi yekkirina çar perçên Kurdistanê derxê holê û sîyaset bibê Kerkuk=Dîyarbekir=Mihabad=Qamişlo 5-Bi vê mebestê Kurd wê bêhtir karibin bi hevre dîyalogan xwirtir bikin, sîyaseta Îmrali û dewletê bêçaretir bikin. Di karê yekemîn di warê legalde tifaq çêbin û gelê Kurd li Bakûrê Kurdistanê bi hevre têkevin hilbijartinan. Gelê kurd ji Aydoğdu bi hêvîye ko di nav PCD de berdevkîya hest û sîyaseta Kurdistanî kiribê. Ji bo rê lêvebê kû sîyaseta kurdistanî-kûrdewar ji niha û pêde bêdengîyê red bikê. Ji bo xwirttir deng derkevê navbirê têxê navbera xwe û Îmralî. Hingî dewlet wê baştir bi zanibê ko pejirandina dewleta ûnîter bi APO çênabê. Di civîna Ewlekarîya Dewletê de Ji bo bi başûr e rêya dîyalogan hebê biryar derket, lê bawerî pênabê. Serokleşkerê tayê erdê Org. Ilker Başbuğ di 11.03.2007 de li Amedê bi mebesta mesaja Cejna Newrozê, di axiftina xwe de rêbir ser başûr ko bi leşker têkevinê. Sîyaseta Tirko di derheqa Kurdistanê de ticara yekrû nabê, bêbext û di rû we. Dewlet naxwazê APO lawaz bikevê, ji bo bandora APO lewaz nekevê çi ji destê artêşa tirk werê wê bikê, di karê êrîşên xwe li dij derdorên dinav PCD de ko Kurdistanî di fikirin zêdetir jî bikê, lê ji bo dagirkeran nabê çareserî û serketin. Kurdistana azad hestên neteweyî da xwirtkirin, tûjkirin û kes nikarê xwe li hember hestên neteweyî êdî bigrê. Li Kurdistanê di vê sedsala 21 ande hişyarbûna hestên neteweyî weke pêlên şetê Cizîra Bota li hev di qûlibin, lipêş diçê, ne dewleta Romê û ne bi APO kes nikarê pêşîyê lê bigrê. Em hêvîdarin ko Aydogdu li serxwesekinandina xwe berdewam bikê, hêvîyên ko derketin e holê bibin hêvîyê yekgirtin û serketina tifaqa neteweya gelê Kurd û Kurdistan…….. Em jî bi hêvîya hestê neteweyî û sîyaseta Kurdistanî ji bo serketinê ko bibin rastî li benda gûherîna ne…… 06.04.2007 M.Şerif MÜŞTAK Serif.muestak@gmx.de

Yên Eleqedar

Şîrove (0)

Hê şîrove tune ne — yekem bibe.