ÇI BIKIN?
Bîşar Norşîn · berî 7 meh
tori · 31.03.2007 · 2 dîtin
DI QEWLÊN ÊZDÎYATÎYÊ DE, NAVÊN MEHAN ZELAL HATINE SHÎROVEKIRINWeke ku gelek xwandevanên birêz dizanin û ez jî dibînim, her çiqas heta vêga gelek nêrînên cûde li ser navên mehan hatine weshandin jî, hîna tu lihevhatinek di navbera zimanzan, çapemenî û mediya Kurdî (Êzdiyatiyê ) de xwanê nake. Min jî li ser vî babetê navên mehan li wî „qewlê meha„n yê ku min ji ber malpera (http://www.lalish.de/modules.php?name=News&file=article&sid=45 ) girtibû û di pirtûka xwe ya bi navê Nasandina Kevneshopên Êzdiyatiyê (rûpel:32-37) de weshandiye, cardinê li ser daxwaziya mamoste û nivîskarê rêzdar Receb Dildar di ber çavan de derbaskir.Min jî fahmkir ku hinek kêmasî di vî „qewlê meha„n de hene. Lewma jî ez di 22.03.07 de çume cem qewlbêjê me yê rêzdar Merwan Xelîl Xidir. Qewlbêjê me birêz Merwan Xelîl Xidir jî gote min, „erê raste, gelek sebeqên vî qewlî kêmin. Hinek ji wanên kêm, va di singa min de hene û ezê wan ji te re bibêjim.„ Dûvre min ev sebeqên 7 b), 8 a,b,c) û 12 a ji ber gotinên birêz Merwan Xelîl Xidir û hinek bersivên rûspiyên Êzdiyan(ji nav zargotina me) nivîsandin. Gava min ev tev dane berhevûdinê, mîn dît ku va navên mehan di qewl û zargotina me Êzdiyan de gelekî zelal hatine Shîrovekirin. Vêca , ezê niha vê lêkolîna xwe jî pêshkêshî we zimanzan, berpirsyarên mal, komel, rêxistin, çapemenî û mediya Kurdî (Êzdiyatiyê ) bikim û hêvîdarim ku ev pirsgirêka navên mehan jî êdî di navbera me Kurdan de zelal bive.Keremkin, em binêren li „ Qewlê Meha „n„ Ewî hewr heft roj çêkirin bijimar edê werin em padshayî bidin medeh eÇar îna û sê sê dehaPadshayê min lêkbirastin kirne meh eHer duwazdeh meh î binav insheshî zuhane sheshî bixunav inHer duwazdeh meh bi hizreta melik shêxxisin bibav inJi qewlê Fexrê Zergûn eHere bin herfe, Here bi nasîn eBinyata her duwzdeh mehan,roja dinya ava bûye ev roj kanûn eLi goriya hejmara rojava yê meha 1 - Kanûn( a tex* anjî pashîn) ji xwe xeber daEz im seqa erdaEz mafim li ser çi qas deraSeqa erda ez imSaya xwe bi tevz imBi ferwara mîrê xwe bi lez imKanûnê te mal nebe wêranTû dom bikî seyane,befran û bangêranTê li pêshiya zebûniyan bikî sheranLi goriya hejmara rojava yê meha 2 - Ey kanûna ji berîSibata res û reshbenîTi mexlûq tê de nadebirîTew nizane tu nedostî, ne dijmin îSibat dibê sibat im, sibat binav imMeheke bi ser û çav imGeh dibarim, geh bitav imLi goriya hejmara rojava yê meha 3 - Adar dibê ez adar imKilîla çendî behar imRazgela zebûniyê bijar imLi goriya hejmara rojava yê meha 4 - Nîsan dibê adarê xwehêMin yarek divê ji bedîleAdar çi kilîl e, ye bi sexî ye,ye bi bexîleBexîlê bexîl binaveEger dom bike seyan û baban ê li gomançik bike av eNîsanê deng dikir eBihara xwe dixemlîne bi kesk û sipî, sor û zereTi hedê mehan tune ji min bide xeber eLi goriya hejmara rojava yê meha 5 - Gulan dibêje nîsanê xwehêtu meheke pirbêjîtu ye bi zengî bi qirêjîÇi ji wê çêlê bikim, xwedan faf bidoºsheDoman lingê xwe lêxe birêj eGulan dibêje ez gulana bi gul imEz a bi shalûl û bilbil imEz melhema birînên bi kul imEz im sexya bi sexyanBihar im li çiyanLi deshtan têr dikim birçiyanLi goriya hejmara rojava yê meha 6 - Hezîran dibêje gulanê xweh êTu meheke bi extîber êEger padshayî li serê te sist bike hefsarîTê kevir û kuçikan bibarîGulan dibêje xwehê nesîbî,ne bidestê min eBi destê mîrê mezin eTeyr jî bi emrir û ferwara wî difir eHezîranê deng dihilîl eJi mehan navê min havîn eEz dibiriqim ser çendî bendê miskîn eLi goriya hejmara rojava yê meha 7 – Tîrmeh dibê tîrmeha germ imHelîmeke nerm imBi cexwûn û bi bênder imXêreke bê sherim7 b) Tîrmehê dibê Tebaxê, te gotineke xweh bigot eû te qanasê buha bifrot ete gelek pezê meskîn, li deshtê ji german disot eLi goriya hejmara rojava yê meha 8 – „ a) Tabax wa deng hiltîneEz mehekim nav Havîne Ez berdutim ser çiqas pezê miskîneb ) Tebax wa deng hiltî ne,ez mehekim nav Havîneçiqas fêhkî bikelînimhemû di payîzê re gehînimc) Dê ji payîzê dim wesfeYe tijiye ji xêr, bêr û nahmeteJê tê bîhna cinêteJê tê bîhna buhushteGoºtê belek bitahmê xweshtêHem li zozana û hem li deºtê„Li goriya hejmara rojava yê meha 9 – Êlûn dibê ez çendiya mehan imEz a bi meclis û reºrihan imEz a dayîm ji shems û Fexrê mîra re eyan imLi goriya hejmara rojava yê meha 10 – Çirî(ya pêshîn) dibê em dû meh in nav bi çirîPadshayî em xelat dikirîLi ser me hene naz û namet û tirîLi goriya hejmara rojava yê meha 11 - Çirî(ya pashîn) dû mehên kamil temamLi ser me xwesh bûne çiqas tamPayîz mîre, her dûwazdeh meh jê re dibine xulamLi goriya hejmara rojava yê meha 12 –„a) Kanun(a qedîm) anjî pêshîn) dibêje,em dû mehên Padshayî em kirin xelatLi me dikevit çile arba ênatJi hedê meha dikeleme sibat „Bila shash neyê fahmkirin, ev ne temamiya „qewlê meha„ne. Ji xwe ez jî timî dibêjim, gelek ji qewlên me hatine tûnekirin , hinek jî hîna ne hatine Shîrovekirin û gelekjî li goriya qewlbêjan(ji ber tirsa zilmê ) hatine guhastin.Têbinî:1 -*= Ev di nav zargotina me ya vêga de hêjî weha tê ye gotin"Raste me dû mehên Kanûnê hene navên wan jî evin: „ Kanûna qedîm û Kanûna tex„ 2 - Min li goriya Êzdînasîna xwe ev hevoka „Li goriya hejmara rojava yê meha …„ û peyva „Tex û Qedîm*„ li goriya zargotina Êzdiyan ya vêga bi ser ve zêdekirine .Dîsa , li goriya Êzdînasîna xwe dibêjim, gava hinek Êzdî-Kurd van peyvên „pêshîn û pashîn„ bi kar bînin ew jî durûstin. Kemal Tolan 30.03.2007
Hê şîrove tune ne — yekem bibe.