Ramyarî

Kendal Remo: Êzidiyên Surî cejna Çarşemba Sor pîroz dikin

Kendal Remo · 20.04.2007 · 2 dîtin

 --------------------------------------------------------------------------------Pîrozkirine Çarşemba sor li Cerihê/Qamişlo/SuriyaBerî çend salan 1998 an Êzîdîyên li herêma Cerihê , Qamişlo û Tirbespîyê biryarek dan ku ew cejna Çarşemba sor di rengê seyranekê de li Cerihê ber bi gundê Tilxatûnê ve pîroz bikin , ew seyran çêbûn û Êzîdîya cejnên hev pîroz kirin , tev bi hev re û bi xweşî derbas di bûn.Lê belê Di çarşemba 2007 an de roja çarşembê 18 ê Nîsanê tevî rewşa hewayê a ne xweş Êzîdîyan xwestin ku di nav kulîlk û xecxecokê biharê de dîsa mîna her sal cejna xwe pîroz bi kin, û her weha xwestin ku li çolê cejna xwe bibûrînin ji bo dîtina yekemîn Kom ku di vê salê de hatîye damezrandin , ew kom jî bi navê "Koma Êzîdîyê Cerihê" hat naskirin.Li nêzîkî katjimêr 11:00 programê wê dest pê kir , ji çend Qewlê olî ku ji alîyê kulîlkên Êzîdîyan ve, zarokên şêrîn hatin pêşkêşkirin , şano ku xort û keç têde lîstin û her wiha çend stranên ji alîyê keça Ciwan û deng xweş Negwîn hatin gotin ku pêre cemawer pir kêfxweş û geş bûn. piştî komê karê xwe bi dawî anî gelê me bi çepik û lîlandin ew xelat kirin. Piştî rewşa hewayê ber bi xweşî di çû, hunermendê bi nav û deng Zendîn çend stranên govendê pêşkêşkirin , û her weha dû mêvanên me hunermend Mizgîn û Dilovan jî beşdar bûn li ber stranên wan teva xort û keçên me dîlan vegirtin û kêf û xweşî bela kirin li seranserî Ceriha rengîn.Di derbarî karê Koma Ezîdîyên Cerihê ez karim bêjim ku karikî baş bû , karikî wê pê karibin ku ola Êzîdîyatîyê bi gel bi din naskirin û bi taybetî gelê me yê Êzîdî , wê karekî alîkar be ji bo parastina Êzîdîyatîyê. Her weha wek yekemîn car ji karê vê Komê re helbet wê kêmasîyê wê jî hebin:1. mîna şaşîtîyên ziman û ew divegerin kêm amedekarîye xebatkarê Komê , an jî ji ber ku ev yekem care ku vî karî dikin.2. naveroke babetan divê gelkî li ser rawestin û ji hemû alîyan ve werê xwendin ta ku karibin ola xwe bi barêzin û alîkerîye gelê xwe bikin, di rêye pêşveçûnê de û heskirina Êzîdîyan ji hev re zêde bike.Bi hêvî me ku di salên werin hîn tiştên xweştir û ciwantir pêşkêş bikin ,û pêwista her Êzîdîk zanibê ku jê tê xwestin alîkarîye vê Komê çi di rê aborî de be , rewşenberî de be û her wiha pêştgirîya Komê jî pêwistek e. Kendal Remo

Yên Eleqedar

Şîrove (0)

Hê şîrove tune ne — yekem bibe.