ÇI BIKIN?
Bîşar Norşîn · berî 7 meh
Þehab XALÝDÎ · 06.11.2005 · 2 dîtin
Katalan di sedsala sêzdan û çardan de hêza ticarî a mezin ya di navbera sê qareyên Ewropa, Asya û Afrîqayê de bûye û piraniya girav û benderên Medîterane di destê Katalaniyan de bûn û tenê xarîteya ticarî ku ji sedsala 15'an bi cî maye, bi zimanê Katalanî ye ku dibêjinê (Etlesa Katalanê). Zimanê Katalanê ji malbata zimanên Hind û Ewropayî ye. Niha yên ku di welatên Îspanyayê, Îtalyayê û Fransayê bi zimanê Katalanê dipeyivin, 12 milyon kes in. Katalan yek ji çar zimanên fermî yên di Îspanyayê de ye û çimku zimanê Katalanî zimanê fermî yê welatê serbixwe yê Paşatiya Anderayê ye, lewre ji hêla Yûneskoyê ve zimanê kêmaniya qewmî nahê nasîn, belkî yek ji yazdeh zimanên fermî yên Yekîtiya Ewropayê ye. Partiyên siyasî yên Katalanê di şerên navxweyî yên Îspanyayê (1936-1939) de, ketine rexê Komarîxwazên Çep, û bi şikesta Komarîxwazan û serketina Firankîstan ku bi sedema piştevaniya Hîtlêr ji Jeneral Firanko bi encam gihîşt û dîktatoriyê per û baskên xwe bi ser Îspanyayê de kêşand, êdî Katalanîzm hate qedexe kirin û her cure daxwaziyeke neteweyî bi sûç dihate hesibandin. Bi mirina Franko di sala 1975'an de, yasaya Otonomiya Katalanê sergirt û di sala 1978'an de yasaya Otonomiya Katalanê ji hêla Parlemana Îspanyayê ve hate pejirandin û rolê bingehîn di hikûmeta herêmî a Katalanê de ku bi Cinralîta tê binav kirin, kete destê Partiya Nasyonalîst ya nermrew ya Hevbendî û Yekîtiyê de. Vê Partiyê siyaseta yekîtiya bi hikûmeta navendî ya Madrîdê re hilbijart û karî sîstema îdarî ya Otonomiya Katalanê bikemilîne, rewşê ji bo geşekirina Partiyên din yên neteweyî ên Katalanê pêk bîne. Gera nû a Katalanîzmê ji wir ve dest pê kir ku di sala 2004'an de tevî bi dawî hatina gera Serok Weziriya Aznar di Îspanyayê de, siyaseta navendîtiyê dişopand û bi hatine ser kara Zapatore di meha Marsa sala 2004'an de rolê herêman û kêmaniyên neteweyî di Îspanyayê de zêde bû. Xozê Loî Zapataro û Partiya Sosyalîst a Îspanyayê berevankerê Peloralîsma neteweyî ye. Bi têk çûyîna Partiya Hevbendî û Yekîtiyê di Hilbijartina Katalanê û vêdedana Xurdî Puxa (Serokê dîrokî yê Katalaniyan), niha Paska Maraylo, Serokê Partiya Sosyalîst a Katalanê serokê hikûmeta Otonom e ku raya giştî bo aliyê xwe radikêşe. Maraylo di meha Disembera sala 2004'an de, bona gihîştin bi desthilatê bi serbixweyîxwazên Komarîxwaz yên Çep re yekîtiyek pêk anî û pirogrameke hevbeş bi wan re îmze kir ku bi pirograma Beşdariya Rasterast hatiye naskirin. Merem ji beşdariya rasterast, endametiya rasterast a Katalanê di Yekîtiya Ewropayê de ye. Serxetên (Manşetên) girîng yên vê pirogramê navbirî ne ji: Daxwaza endametiya serbixwe ya Katalanê di Yekîtiya Ewropayê de, serxwebûna herêma Katalanê ji herêmên din, giştî kirina bikaranîna zimanê Katalanê û biryara pirsa koçberan di çerçoveya desthilata Hikûmeta Katalanê de. Maragla pêşniyar bi dewleta navendî kiriye ku wergirtina malyatê ji xelkê Katalanê divêt di çarçoveya desthilata hikûmeta herêmê de be û tenê nîviya malyatê birêjne nav sindoqa hikûmeta navendî de. Maragla daxwazkarê cudahiya Katalanê ji Îspanyayê nine, belkî xwe bi berevankerê sîstema Peloralî dide naskirin ku ji aliyê Zapataro, Serok Wezîrê Îspanyayê ve hatiye holê. Bi raya Marayla şaşiya mezin ya nasyonalîstên kevneşop yên Katalanê eva bû ku bona gihîştin bi armancên xwe yên dawiyê hez nekirine yan jî cehd nekirine da ku beşek ji desthilatê an jî nîviya desthilata navendî di Madrîdê de destve bînin, çimku di hinek qonaxan de ev yeka îmakn hebû ku bi kiryar ser girtiba. Bi vê dîtingehê Katalanîzm êdî bi tenê bidestveanîna Otonomiya aborî û serxwebûna çandî di bazneya berteng ya Katalanê de nabe, belkî dê cehd û tekoşînek be ji bo guherîna bingehîn û esliyeta dewleta Îspanyayê û guherîna vê bi dewleteke Post Modern a Ewropayî da ku ji rewşa Dewlet- netewe ya kilasîk a niha de derkeve. Maragla sîstema siyasî ya Federalîzma Asimtirîk ji Îspanyayê re pêşniyar diket, ku tê de hemû herêmên welat bi qasê hev nabine xwediyê Otonomiyê, belkî hinek herêm dibine xwediyê serxwebûneke tewaw û hinek herêmên din jî li jêr serperistiaya hikûmeta navendî de dimînin. Xelkê Katalan û Baskê hevdem piştî mirina Franko, Otonomî wergirtin, lê ji bona gihîştin bi armancên dawiyê rêyên cur bi cur hilbijartin. Katalanê xebata Parlemanî û partîtiyê bi awayê aştîxwazane hilbijart, lê Baskê hemen xebata nepenî û çekdarî ku ji serdemê Firanko re dest pê kiribû, domand. Di vê xebatê de di dirêjahiya 35 salên derbasbûyî de zêdetir ji 8000 kesî canê xwe ji dest dane ku nîviya wan kadroyên serbixweyîxwaz yên Baskê bûne. Lewre nekariye kesayetiyên siyasî yên xwedî ceribîn perwerde biket. Eva di çaxekê de ye ku Katalan di vî heyamî de nifşeke nû ji teorîsyen û jin û mêrên siyasî perwerde kiriye ku ne tenê di radeya welatê Îspanyayê de di seranserî Ewropayê de naskirî ne û ramanên baş ji bo guherîna sîstemên hikûmetî û çareser kirina pirsa neteweyî tînin holê. Piştî bûyera 11'ê Septambera sala 2001'an di Niyoyorkê de, raya giştî di welatên Rojavayî de dijberî xebatên tund û tûj in û her terze karekî çekdarî bi terorîzm bi nav dikin û ev karê çekdarî ji hêla wan ve dikeve refa emeliyata reşbînên dijî şaristaniyetê. Her ev kiryara bû sebeb da ku artêşa rizgarîxwaz a Îrlanda Bakur bi awayekî fermî xebata çekdarî ret biket. Piştî teqîna Şemendefirên bajarê Madrîdê di sala 2004'an de, serbixweyîxwazên Baskê jî çi kiryareke çekdarî encam nedane. Baskiyan bi dewleta Îspanyayê re dijayetiyeke mesebî çi ninin û îmkana pêkhatina siyasî bi dewleta Îspanyayê re di vira de pitir ji Îrlandayê ye. Çimku di Îrlandayê de dijberiya dîrokî ya Katolîk û Perotestanan pirsa pêkhatin û hevgirtinê asteng dikir. Niha hekî Katalanî bikaribin Baskiyan bo xebateke aştîxwazane û dûr ji tund û tûjiyê razî bikin û bidine gel xwe, wî çaxî Katalan, Bask û Galîsî dê bikaribin vê cure otonomiya zaf ku Katalan dixwaze bidestve bîne, bi hevre vê Otonomiyê bi destve bînin. Mirov dikare bibêje ku bi lihevhatina van sê neteweyan, Federalîzma Asîstirîk di Îspanyayê de, dê di qewareya teorîk de derkeve û dê bibe rastî. Ji Rojnama Agirî N: Maşala REZMÎ W: Şehab XALİDÎ
Hê şîrove tune ne — yekem bibe.