Ramyarî

kanîya sipî

Rojhat · 17.10.2006 · 2 dîtin

Li Başûrê Kurdistanê gelê Kurd ra dergekî ronayê vebûye. Meremên gelê me yên bi hezaran sala ber bi mîaserbûna xêrê diçin. Her kurdekî dilsoz, welatparêz û xweyê sidqê qenc, bi xof, destê wî li ser dilê wî wê ronaya azadyê dinhêre, ku nişkêva, kê zane, disa ecêvek nebe. Ez jî wek kurdekî di wê bawaryê da me, gotî em kurd tev dora wê ronayê bibine çeper, sûra pola, ku bikaribin ji bager û bahozên der- dorên neqenc wê ronayê xiweyîkin. Yên nikarin alîkaryê jî bikin, bira dojîtyê jî nekin. Çawa temamya gelê Kurd, usan jî Kurdên êzdî destxistinên Kurdistana Başûr va pir kêfxweş û serbilindin.  Ne ku tenê Êzdîyên Başûr lê temamya Êzdyên cihanê  pêşîroja xwe avabûna dewleta gelê xwe va girê didin. Her pêşketineke wê mêrga azad guman -hîvyên Êzdiyan jî xurtir dikn. Çiqas jî nîrê bindestyê ya dewrana li Başurê welatê me şikestye, hukumdarya Sedemê xezev li ser serê Sedem da hilşyaye, lê dîsa jî li wê herêmê qedera gelê Kurd bi temamî neketye destê  Kurdan. Gelek warên kurdan yên wek Kîrkûk, Şengal, Xaneqîn û hinek herêmên din hê ji Kurdistana Azad der mane. Seva hemêzkirna werên xweye dîrokî kurd mecbûrin têkoşîneke dijwer bimeşînin û li nav cêribandinên giran ra derbazbin. Kurdara demeke pir nazik û dîrokîye. Îro fersendeke hînbûnêye baş gelê Kurd ra ji bo xurtkirina yekîtî û tifaqê çê bûye. Her tişt eşkere û zelal ber çevan hatye raxistin, dost û dijmin, xêrxwez û nexwezên kurdan rind ji hev başqe bûne. Her kurdek, ew musulman be, elewî, êzdî yan kakayî, kurmanc be, zaza yan soran, gerekê qedrê vê dema dîrokî zanibe, ji lîstikên dijminan dûr bimîne, nexape û nekeve şaşyan. Pêwîste kurdên wan heremên Başûrê welêt ku hela ji Kurdistana Azad der mane, ji  dijweryen mecbûrî, ku wedelûne nexapin, rind zanibin, azaya wan, pêşîroja wan û ewledan qedera Kurdistana Azad va girêdaye.Em tev jî diroka gelê xweye tije nakokî, dutîretî, hindava hevda neheqî rind zaninê. Zanin, ku Êzdî di nav netewa Kurd da civaka here zêrandî û bê maf bûye heta îro, Usa jî zanin ku halê xelkê wan herêmên Kurdan ku hê neketine nav Kurdistan Azad baş nîne, xirabe. Evan tiştên eşkere ne, her kesî ra eyanin û ne hewcê şirovekirina zêdene.Ya sereke ewe ku  Kurdistana Azad , goveka nexwez û neyara da gav bi gav pêşda diçe,  hîmê xwe qewî dike û bi mêranî her gav erdê xweyî dîrokî xweyî derdikeve. Ji Mîrgehên Kurdistanê mîrgeha dewî, ku wek heykelekî hezarsalî li ber zulm û zemetyê der-doran hê-hê jî heyîtya xwe didomîne Mîrtya Êzdiyan e: Lalişa Nûranî- cîyê hed û sed, rêvabirî û Zîyareta êzdiyan, Şêxana kevnar, Şengala rengîn, warên  berxwedan û xwe parastina hezaran salan li Başûrê welatê me ne. Wekî meriv bi çevê rastyê li dîroka Şemgalê binhêre, dijwer nîne texmînke, ku Şengal bi dewrana sûreke pola bûye li navbera ereb û kurdan da. Şengalê bi xûna ewledên xwe ne ku tenê êzdatî lê ruhê kurdîtyê jî parastye. Heta îro jî ew sûra pola qewî dimîne. Dimîne Kurd qatî wê sûrê bin û xweyî lê derkevin. Ji sedî nod erde ku Kurdên Êzdî bi hezaran salan ser jîtine û îro jî li ser dijîn, nav wan da usan jî Şengal, ji herêma Kurdistanê der mane û halê xelkê yê aborî pir xirabe. Bextê wan ketye bin  halê dewleta Îreqê ya nedîhar, bazirganya sîyasya qewatên qilêr û pirsa rêfêrêndûmêDewya 2007 a rêfêrandûm e (dengdan), her tişt bi giranî meşandina siyasya rast ya hêzên Herêma Kurdistanê yên desthilatdar usa ji qewatên cî yên welatparêz va girêdaye. Kurd mecbûrin seva wî erdî, ku li ser bi dewrana jîtine têkoşînê bidin.  Tê xanê neyarê kurda jî razayî nînin, halê çêbûyî ra nikarin qayîlbin, dijweryên gel dixwezin dijî herema Kurdan bidine xebatê. Dilêşî û zikreşya kurdaye navxweyî ra jî meydan  vebye.Û îra jî li dora wê mêrga azadyê, ku mîaserbûna xewna Kurdaye hezaran sala ye, navê kîjanê  Kurdistana Azad e qireqira beqan e. Beq jî yê meine, lê di nav hezekên neyaran  da berê xwe dane wê mêrgê û nerazî diqirqirin…Vê dewyê li Awropayê, li nav wê qirqira beqa da zêdetir navê Êzdiyan tê dayîn. Çima dîsa êzdîtî bû benîştê devê neqenc û gevezan? Mêvanî li Ewropayê ye Serokê Partîya Êzdiyan , parlamêntarê parlamênta Îreqê birêz Emîn Ferhan Çîço. Ez çiqas ji axaftina birêz Emîn  serwext bûm, tevgera wî ev dijweryên li  heremên Êzdiyan û hinek kêmasî û şaşyên herd Partîyên Kurdistanê yên deshiletdar di hindava Êzdiyan da kirine  hîmê piropaganda xwe û çawa her gotineke xwe da serokê wan diwekilîne, dixweze „miletê Êzdî „ ji netewya wê biqetîne. Min axaftina birêz Emîn dibihîst û halê Êzdyên Ermenistanê di dewya salê heyştêyî  dihate ber çevê min. Êzdî, ku berê wê komarê da nediketin bîra kesî, nişkêva ketne rojava medya wê komara dewleta Sovêtê, propagandeke ecêv dest pê bû. Deshilatdarên komarêye miletçî (payê pirê rojhilatzan bûn) rind haj wê nakokya dîrokî, wê birîna gelê kurd hebûn, bi hostatî ew dane xebatê, ku kurdên wur rakin dijî hev. Komek Êzdî rakirin meydanê, miletê Êzdî ji netewetya wê birîn, wanra rojneme û axaftinê bi radyoyê çê kirin, seva êzdyên temamya dinyayê Pirîzêdênt kivş kirin. Dijîtî û dutîretîke neyartyê kete navbera civaka Êzdiyan, law û bav, bira ji hev bûne dijmin. Ew civaka tifaqe pêsketî pîre-pîre bû..Raste ji sedî bawarkî heyştêyê Êzdîyan pişta wan nîbûn lê desthilatdarya êrmenya pişta wan bû. Rev li Êzdiyan ket.  Mîna kerî pezê bêşivan Êzdî  dinyayê bela bûn. Derbeke giran rewşenbîryê ket.Ewên ku ser navê miletê Êzdî diaxivîn, nîşanê zêr yên mêrxwesên miletê Êzdî sîngê xwe û piştovanên xwe dixistin, (nizanim çi mêrxasî kiribûn) dewsa li nava wê cîvakê da xwenaskirina bawarya êzdîtayê xurtkin, karên oldarî bikin, ketibûne pey nav û berjewandiyên şexsî û mecala digeryan çawa derbê wan êzdîyan xin, hîmlî rewşenbîra, ku wanra qayîl nîbûn. Ya êş ew bû ku gelek evdên dilsax û xweyê sidqê qenc ji ketin nav hezeka wan. Gerekê bê gotinê rûyê wê dutîretî û nakokyên navxweyî da wê civakê zîyaneke mezin kişand,  bawarya olî ku bi dewrana (70-80 salê jîyana atêîzma komûnîsta jî navda) kesî nikaribû nav wanda qels bikira,  zeyîf bû û encam jî ewe ku niha ew civaka rengîn ketye nav gemara sêktên olên xerîb, wek şekirê bikeve nav avê lez dihele.Prîzîdênt, oldar û lîdêrê miletên Êzdî heta niha jî şûrê xweye bêrûmet li nav wê kambaxyê da ba dikin ser kê, seva çi, ew jî nizanin.Helbet min destûra partya birêz Emîn  nexwendye, pak haj nêt û meremê partya wî nînim,  heval û qewatên pişt wî nas nakim, û nizanim ev pertîya avê berî ser dewla aşê kê dide?...Lê çi ku min ji wî bihîst, cî li malpera da, heypîvyanê bi wî ra dîyar bû, bernema ROJ TV va eyan bû, ez anîme wê fikirê ku rêya partya wî û berjewandyên civaka Êzdî dijî hevin.-Ew varyantê ku  pêşîrojê da partya wî seva civaka Êzdîyên Îreqê pêşda dikşînin fantastîkin û di qewata êzdiyan da nînin…-Pişta xwe dane kê, yan dixwezin bidine kê, wanra bikevne hevkaryê (kê jî hebin) xêrxwezê êzdiyan nînin,  tu tiştê wan û Êzdîya yê tomerî tev tune, hevaltya wan wedelûye, ji bo zeyîfkirina hêza Kurdistana Başûre. Ewê meydana sîyasyê da ji bo berjewandyên xwe, Êzdiyan wak perê hûr wê bêminet xerckin. Wê Êzdiya bifroşin.-Rêke bêrûmete. Ew rêya dutîretyê û bêtifaqya civaka Êzdiyane. Dîrokê da ew rê tucar ser neketye. Ji bo şîretkar û piştovanên  wê rê dijminên  gelê kurdin, xerxwezê Êzdîyan nînin.-Gerekê, birêz Emîn û partya wî bizanbin, payê Êzdîya yê pirê wê pey wan naçin, serketina wî ya   bijartina çûyî da jî tiştekî wedelûye… -Bi xurtbûn û mehkembûna Kurdistana Azad ra  hevalê wî kes wê dorê namînin.-Rêvabirya êzdiyan ya civakî û olî jî gotî biryara xwe elamkin, helwesta xwe eşkerekin, ku  vê dema dîrokî da nehêlin qewatên meremê wan neeyan bextê vê civakê ra bilîzin û wê bikşînin nav teşqelan.Di nav axaftna birêz Emîn da, gotinekê pir dilê min êşand û ez ecêvmayî hîştim. Got ku wezîrê karê devra yê Tirkyayê Evdile Gûl ew wek parlamêntarekî Êzdî yê Parlamênta Îreqê, teglîfî bal xwe Enqerê kirye û li ser halê Êzdyan jêra axivya. Bi texmîna min birêz Emîn ji dîrokê gotî rind zanibe ku ji roja çêbûna dewleta Osmanyê virda, heta îro xêncî xiravyê dewleta tirk tiştekî qenc ji bo Êzdiyan nekirine. Ew fermanên qirkirna Êzdiyan destê kê hatine dayîn? Bi fermanên kê leşkerên giran çûnne ser heremên Êzdiyan û heta zaroka pêçekê da jî avîtine devê şûr ?. Hema van 30-40 salên dewî Êzdiyen Bakûr çima cî û werên kal-bavên xwe hîştin revyane Ewropayê? Roja dîroka Osmanyê ya ewil da heta roja îroyîn gelo yekî Êzdî, hema wek mêvan yan jî dergevan karibye lingê xwe bavêje meclîsa Tirkyayê? Heta niha jî dewleta Tirk nasnemên Êzdiya da dinivîse dinsiz…   Pirs pêjda tê ew çî ecêv qewimî,  çawa gel dibêje: „Gur li kîjan çîyayi mir, “ dinya welgerya, ku nişkêva Êzdîyên „pismam „  ketine bîra  wezîrê Tirkyê yê karê devra û parlamêntarê Êzdî teglîfî dîwana xwe kir… Xwendevanê bi min ra qayîl bin, ku şirovekirina zêde ne pêwîste û her tişt femdarye…Hatina birêz Emîn Ferhan hinek komên Êzdiyan ku hêzên kurdaye dinva girêdayîne û hinek şexsyetên ji hêzên Başûr ne razîne ra jî meydana gevezetyê vekir. Vana jî dixwestin ji bo nakokyên navbera hêzên xwe û hêzên Başûre da hene, dijweryên civaka Ezdîyan, wek hacet dijî hêzên Başûr bidine xebatê.  Helbet, civak rind menya wan qirqiran zane. Û zane ku ew qîrqîra beqan di  berjewandyên Êzdîyan da nînin. Tiştekî bala min kişand. Teva bang li Êzdiyan dikir, ku yekîtî û tifaqa xwe çêbikin, bi rêxistin bin, nehêlin mafê wan bên xwerin. Belê, xweswtin pir qenc e. Her kes civakên bi tifaq, bi rêxistinên xurt ra hesav rûdinê. Lê tifaq û rêxistinbûn gerekê nekevn berjewendyên hêz û şexsyetên meremê wan terî, nedîhar, gerekê tifaq û rêxistbûn ji bo kara wê civakê bin.Gazin hîmlî dora van pirsgirêka bûn, ku hêzên Başûr mafê êzdiyan xweyî nakin, guhdarî û alîkarya pêwîst nadin warên Êzdiyan, pirsên avê, êlêktirîkê, xebatê gundên Êzdiyada pir xirabin. Codatîyê dikin di nav kurdan da. Parlamênt û hukumata merkezî da Êzdî tunene, herd wezîrê hukumata herema Kurdistanê da ku hatine kivşkirin wezîrên bê byûrone, tişt destê wan da tune, ne destûra merkezî, ne jî ya herêmî da mafê Êzdiyan nehatine xweyîkirin, organên hukumatê û yê cî da Êzdî wek hesavê xwe cî nagrin. Têlêvîzyonên Kurdistanî da bernemên ser Êzdiyan û êzdîtyê pir kêmin. Byuroyên PDK jî, yên YNK jî ku warên Êzdyn da hene pirsgirêkên  xelkên va mijûl nabin, xêncî karê xwyî rêxistinî, hukumdarî tiştekî din nakin, herd partî jî guh nadine Êzdiyên serbixwe, cî jî ku tê tek endemên xwe destnîşan dikin.…Helbet kes hewcê şîreta nîne, lê wek nivîskarek, ku eva devedevî nîv sedsale wek pêşmergekî sondxwerî xwe pêşkêşi çanda gelê xwe kirye, dewya vê nivîsa  xwe da dixwezim çend temya bidim, banga tifaqê, yekîtyê, qencyê, hev û welat hizkirinê bikim.Îro roja bavobavoyê, roja tifaq, xîret û mêranyê ye. Bextê gelê kurd îro li ser mêzînê ye. Qedera bi dewrana neeyan îro kare safîbe. Ez bangî birêz Emîn Ferhan û hevalên wî dikim, hê dereng nîne vegerin, bigihîjin refên xwe, bibin hêzeke Kurdistanî, qewata xwe tev qewata gelê xwekin. Gelê Kurd ra îro yekîtîke xurt pêwîste. Bizanbin kê ku refê xwe diqetin para wan bêrûmetî û undabûne.Bangî Êzdîyên Şengalê dikim, ku wan bi dewrana ala êzdîtyê ya berxwedan û xweparastinê, ya xîret û namûsê bilind girtine, ber tu zulmkarî serê xwe netewandine, tucar nehatine rayê, neşkestine û tesmîl nebûne. Fermanên xezev hatine buhurîne lê ew wek çyayê xwe serbilind û kubar mane. Bawarî, ziman heyîtya xwe bi serfinyazî xweyî kirine. Dîroka Şengalê bûye efsena xîret û mêranyê, şerefê û serketinê. Eva berxwedana dewyê ye. Ji dijweryên wedelû nexapin, gazî Tawisî Melekê xwekin û bizanbin, ku netewa mêriv çiqas jî xirab be ji xelkê çêtire. Bext, qeder û xilazbûna Êzdiyan li welatê wanda bextê netewa wan va girêdaye. Ez bangî hêzên Kurdistanê yên desthiletdar dikim bi xemxurî nêzîkî pirsgirêkên civaka Êzdî bibin. Girêdyî bawaryê, kûltûra jîyanê, erf-edetan tebyetmendyên Êzdiyan hene, gerekê wan xisûsyan ra hesav bê rûniştandin. Tiştekî veşartî nîne Êzdiyan bi dewrana ewqas zulm û zor dîtine ku bawarya xwe heta hindav netewa xwe da jî unda kirine. Perdeke pişîkolojî (xazma ji fermana Mîrê Kora da) ya bêbawaryê çê bûye. Niha ji ku dinhêrin çawa pêwîst e ji alyê netewê da mafê wan nayê parastin nerazîbûn pêşda tên. Gelo parlamêntarekî Êzdî bi lîstêya Kurdistanî biketa Parlamênt û wezîrek jî hukumata Merkezî da hebûya dinyayê xiravbya. Hukumat û parlamênta Kurdistanê carekê pirsgirêkên Êzdiyan, pirsa halê xelkê Şengalê binhêryana û alîkarîya aborî û moralî bidana wan wê ci tiştê xirab bibya? Dibêjin: „ Xebera xweş bihara dilane…“ Zanim hal gelekî dijwer e. Rêya azayê bi kulîlka pêçayî nîne. Kelem û pirsgirêkên cûrbicûr çiqas bêjî hene. Ji bo xwestin û biryareke heq Kurd mecbûrin hezar deryê dadayî bikutin û bi zemet ber xwe bidin.Lê dema di nav gel da tifaq û yekîtî heye, xîret û hevgirtin, hev femkirina netewî heye, dema dilê kurda li ser kurda bêşe, tiştên nebûyî tunene…  21.09.2006 Cahvkanî:  kanîya sipîBerhevker:Azad

Yên Eleqedar

Şîrove (0)

Hê şîrove tune ne — yekem bibe.