Ramyarî

Kanî Yilmaz bi awayekî ne diyar di otomobîla xwe de şewitî

Alixan Aras · 11.02.2006 · 2 dîtin

Endamê Lijneya Koordînasyona Partiya Welatparêzên Demokratên Kurdistan(PWD) Kanî Yilmaz û endamekî din yê PWD'ê Sabrî Torî li Silêmanî di otomobîlekî Daîwa de li gereka pîşesaziya Silêmanî, ji ber sedemekî ne diyar agir bi otomobîla wan ket û di encamê de jiyana xwe ji dest dan.  Fermandarê Asayîşa Silêmanî Serkewt Hesen da zanin ku, Kanî Yilmaz û Sabrî Torî bi awayekî ne diyar jiyana xwe ji dest dane. Hesen got "Di vê otomobîla ku êrîş li hatiye kirin de şopa tu maddeyekî teqîne nehatiye dîtin. Ev jî diyar dike ku dirûvê êrîşek terorîstî nade vê bûyerê" Serkewt Hesen da zanîn ku di derbarê vê bûyerê de lêkolîn berdewam dike.    Hat ragihandin ku ev otomobîla ku Kanî Yilmaz û Sabrî Torî têde ne, dema ji navçeya Seyidsadik tê  çar kes têde bûne. Ji van çar kesan du kes li nêzîkî Silêmanî daketine û piştî ku ew herdû daketine teqîn pêk hatiye. Ev otomobîla ku bi plaka (29676-Silêmanî) ye di hundûrê wê de du metere benzîn hebûye. Fermandarê Asayîşa Silêmanî îddia dike ku sedema vê teqînê ew herdû meterên benzene ne. Heya niha tu aliyî êrîşê negirtiye ser xwe. Kanî Yilmaz'ê ku Cîgirê Koordînator û Endamê Lijneya Koordînasyona PWD bû, Endamê Konseya Serokatî û Berpirsiyarê Ewropa yê Partiya Karkerên Kurdistan(PKK) ê kevn bû, du sal berê tevî hind berpirsiyarên PKK'ê yên mina Osman Ocalan, Huseyîn Kaytan û Nîzamettîn Taş, ji PKK'ê veqitiyabûn û PWD damezirandibûn.PUKmedia

Yên Eleqedar

Şîrove (0)

Hê şîrove tune ne — yekem bibe.