Ramyarî

Kampanyaya Rapirsîyê û gengeşên li ser Destûrê...

Alixan Aras · 08.10.2005 · 2 dîtin

 Di nava hefteyekê de li Îraqê û Kurdistanê rapirsî li ser Desturê tê kirin... Xelkê Kurdistana Bashûr dê bice li ser sandiqan û ji bo pesindkirina Destûrê, dê „Belê“ bibêje..Ev yeka hanê wekî rojê eshkere ye. Li Kurdistana Bashûr partîyên sîyasî ên Kurdistanê lijneyek ji bo rêvebirina kar û barên rapirsîyê..Ev cendîn roj in, hemû capemenîya Kurdistanê a li ser partîyên sîyasîyê bi yek dengî bangî gelê Kurdistanê dike di rapirsîyê de beshdar bibin û deng ji bo „Belê“ bidin.Li gor capemenîya Kurdî û partîyên Kurdistanî heke di destûrê de kêm û kurî jî hebe , piranîya daxwazên gelê Kurdistanê di Destûrê de cih girtine û ji bo vê yekê jî pêwîst e Kurd deng bidin ji bo Destûrê..Herdu Serokên Kurd, Mam Celal û Kek Mesûd jî serkêshîya vî karî dikin û gelê Kurdistanê jî li gel wan e. Lê, wê dema mirov bala xwe dide, durishm, shîyar û argumentên ji bo pesindkirina Destûrê , mirov hinek tishtên seyîr dibîne.Kurd, ew hemû destkeftên Kurdistanî ên ku di Destûrê de cihgirtine yeko-yek di propaganda xwe de kartînin. Ev jî tishtekî îhtiyadî û sûrîshtî ye.. Bi rastî jî di Destûrê de ji bo kurdan gellek destkeftên hêja hene.Lê argumentek heye, qet bi dilê min nîne. Ew jî ew e ku „heke deng ji bo Destûrê nedin, pêwîste proses dubare bibe... Vê carê jî Erebên Sune jî tên nav Parlamanê û Kurd nikarin ev destkeftên di vê Destûrê de heye, destxin“... Ji ber vê yekê jî pêwîste Kurd deng ji bo Destûrê bidin...Ev tishta wisa nîshan dide ku, ji bo bashdarbûna rapirsîyê û dengdana erênî, partîyên me, bi vî awayî dixwazin xelkê bitirsînin..Rastîyek heye ku Erebên Sune û Shîi bi gîshtî ligel mafên gelê Kurd nînin û hertim jî hewl didin ew mafên ku gelê Kurd bi xwîna sed hezaran shehîdan destxistîye, kêm bikin. Beh’sîyên kevn û nû jî xwenê dibînin ku rojek tê ew wî karê xwe ê mayî ango tevkushtara Kurdan temam bikin..Partîyên me jî bash dizanin ku, wê dema hizbek, grubek olî an hêzêk sîyasî nexwaze mafên Kurdan nasbike û ewê jî heye holê rake, cawa Kurd dikarin ligel wan pêkve bijîn? Pirsa serekî ev e.Niha Ereb nikarin li ser taxek Bexdayê zalbin û desthilatê wan gellek sînorkîrîye. Lê dîsan hewil didin dek û dolavan li ser serê Kurdan digerînin û hewil didin Kurdan bê desthilat bihêlin, Kurdan bixapînin û ji bo Kurdan qet tishtekî nekin.. Pratîka Caferî ji bo vê yekê jî nimûneke picûke..Ereb û Destûr jî ligel hevdu, wekî agir û neftê ne... Wê dema mirov bala xwe dide dîrokê ev yeka hanê bi awayekî zelal tê pêsh cavan... Îro Ereb dikarin bi nacarî hinek mafên Kurdan qebul bikin. Lê heke sibê ew xwe rêkbixin, Destûr û mestûrê nasnakin..Ji bo Kurdan garantî, parastin û mayîna Peshmergeyan, Hukumet û Parlemana Kurdistanê û sazîyên netewî ne.. Pêwîste alîyên navnetewî jî ji bîr nekin.Lê gellek rewshenbîrên Kurd jî her ciqas kargerîyek wan ewqas mezin li ser prosesê nebe jî, li dijî Destûrê ne. Yek jî ji wan Prof. Dr. Cemal Nebez e.. Hefteya bihurî di gotarekê de li ser jîyana sîyasî a Dr. Mahmud Osman radiweste û cavên xwe digire û devê xwe vedike, her tishtî li dijî wî dibêje.. Dr. Nebez li dijî hilbijartinên berê jî bû.. Ew li dijî hemû peywendîyane li gel Bexda û hertim daxwaza dewleta serbixwe a Kurdistanê dike.. Ji bilî Cemal Nebez gellek rewşenbîrên Kurd li dijî fedrasyonê ne.. Lê kargerîyek wan wisa ber bi çav di nav civata Kurd de nîne... Hemê Saîd jî yek ji wan e. Wî jî gellek gotar li ser vê mijarê nivîsî... Yek ji gotara wî pêş du hefteyan di Peymana Kurd de derçû.. Wî jî çavê xwe girtibû devê xwe vekiribû li ser sefera Serokê Kurdistanê ji bo Bexdayê û Destûrê nivîsîbû... Hemê dibêje Serokê Kurdistanê soz da mesela Kerkûkê, Mafê çarenivîsê, Peşmerge û htd çareserbike... Lê wî jî soza xwe negirt... Heme li ser Mam Celal jî hertim dinivîse ....Ev gengeşên di derheqa Destûrê de ên her berdewambin..

Yên Eleqedar

Şîrove (0)

Hê şîrove tune ne — yekem bibe.