Ramyarî

Jiyana Zeynep Celaliyan, Latîfî û Maarîfî Di Metirsiyê De ye

Rojhat · 02.12.2009 · 2 dîtin

Jiyana Zeynep Celaliyan, Latîfî û Maarîfî Di Metirsiyê De ye

 Piştî îdamkirina girtiyê Kurd Îhsan Îsmaîl Fetahiyen di 11ê mijdarê de paşverûtiya Îranê zêdetir derket holê. Lê niha 13 girtiyên Kurd li benda darvekirinê ne. Herwiha ji van 3 li ber îdamê ne. Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî (IA) ragehnad ku Zeynep Celailyan, Habîbullah Latîfî û Şêrko Maarîfî li ber îdamê ne û bang li raya giştî ya cîhanê kir di vî warî de hestyarbin. IA yê berî îdamkirina Fetehiyan bang li Komara Îslamî kiribû ku îdama Kurdan bide rawestandin.  IA yê bi bangek nû balikşand ser rewşa girtiyên Kurd Habîbullah Latîfî, Zeynep Celaliyan û Şêrko Muarîfî û daxuyand ku ev hersê kes li ber îdamê ne. Herwiha hate daxwiyandin ku Îranê demek berî niha girtiyên Kurd ên bi îdamê hatine cezakirin, birine girtîgehên din û dixwaze bi van tiştan pêşiya reaksyonan bigre. Di daxwiyaniyê de ev sewqkirin wekî nêzîkbûna îdaman jî hate nîşan dan. Di daxwiyaniyê de rewşa Zeynep Celaliyan ku hefteya borî bi darizandine 5 deweyan bi îdamê hatibû cezakirin û 13 girtiyên Kurd jî bi berfirehî cih girt.  'Îran mîsîlemê dike' Di daxwiyaniyê de hat diyarkirin ku Îran van îdaman ji ber tekoşîna Kurdan a ku li Kurdistanê zêde bûye dike. IA yê destnîşan kir ku piştî Fetahiyan, Îran amadekariyê dike ku Celaliyan, Muarîfî û Latîfî jî qurbanî vê ferasetê bike. Di daxwiuyaniya IA yê de yak u di malpera xwe ya fermî de weşandiye sedema cezakirina Zeynep Celaliyan a wek "Tu li dijî Xwedê hatî" tê pêşandan û dibêje ev derewa rejîma Îranê nayê qebûlkirin. Herwiha tê gotin ku li gor gotinên Fetahiyan ên berî bê îdamê şik heye rastî îşkenceyê hatibe.  'Ceza nayên temyîz kirin'  Li ser mijara daraza Îranê ya paşverû û hişkbawer jî di daxwiyaniyê de wiha tê gotin: "Her çiqas girtiyên Kurd îdîayên hatine gotin qebûl nekin jî ji ber van îdîayan bi îdamê tên cezakirin. Ev girtiyên Kurd nikarin tu mafên xwe bikar bînin. Herwiha mafê parastinê yê girtiyên Kurd ji dest tê girtin. Temyîzkirina cezayê tê dayîn jî tune ye. Sedema cezakirina Zeynep Celaliyan, awayê darizandin û îdîayên heyîn diyar dike ku tu hiqûq nayê bicihanîn. Mafê parastinê nayê dayîn û destûra parêzeran jî ji xwe ji bo Kurdan tune ye."  Di daxwiyaniyê de hat destnîşankirin ku dewleta Îranê zarokan jî îdam dike û navên girtiyên Kurd ên bi îdamê hatine cezakirin jî hatin rêzkirin. IA yê ji bo girtiyên Kurd Enver Hüseyîn Penahî, Ahmet Muhammed, Huseyîn Khezrî, Ferzad Kemanger, Ferhad Vekîlî, Elî Heyderiyan, Erselan Evliyayî, Hebîbullah Letîfî, Fesîh Yasemînî, Rustem Arkiya, Şerko Maarfî, Ferhat Çaliş, Enver Rostemî, Şakîr Bakî, Ramazan Ahmet û Zeynab Celaliyan banga hestyariyê kir.  Her wiha di daxwiyaniyê de sicîla rejîma paşverû jî hat bi bîrxistin ku di dema şerê Îran-Iraqê de li girtîgehan li hemberî êsîrên şer komkujî pêk aniye.   Rudaw.net

Yên Eleqedar

Şîrove (0)

Hê şîrove tune ne — yekem bibe.