ÇI BIKIN?
Bîşar Norşîn · berî 7 meh
Behroz Gelanî* · 08.01.2007 · 2 dîtin
Mêrdîn devereke dîrokî û xwedanê çandeke dewlemend û ciwan e... Lê wê dema mirov bala xwe dide vê deverê jin li jêr zordarî û lêdana mêranda ne.. Rewşa jinan pirr xirab e... Ev yeka hanê jî vedigere li ser du sedemên serekî.. Yekem; nebûna perwerdeyek xizanan a baş.. Duyem jî; xwe spendina edetên eşayîrî ên kevn ku bi ser çanda vê deverê pirr zal e... Li gel hemû ev zordarîya li ser jinan heye, lê dibînin ku jin hêj jî mêvanperwer in, xizmetguzar in... Wê dema mêvanên wan tên çi ji destên wan tê, dixin xizmeta wan.. Her çiqas ew hejar bin jî vê yekê dikin.. Di pêşwzîkirinê de jî gellek bi germî û rêz ji mêvanên xwe digirin... Bi rastî jî ew bi dil mehrîwan in.. Demeke bi rêya hinek yasayên medenî hinek guherîn bi ser mafên jinan de hatine ku di berjewendîyan jinan de ne.. Berê eger kurek bi zorî destdirêjî bi ser kiçekê de bikiraba, herdu bi zorî dizewicîn.... Lê piştî bi guherîna vê yasayê, lê piştî vê yasayê , niha eger herdu bizewicin jî, divê kur her di zîndanê de bimîne... Ji ber ku wî tedayî li namus û şerefa keçikê kiriye.... Her çiqas yasa bi qazanca jinan hatine guherîn, lê ji ber vê yekê ye ku mêjkê civatê nehatîye guherîn, hêj jî bi awayekî eşayîrî û kevn difikirin, hêj jî jin nikarin bi temamî sûd ji wan yasana werbigirin... Dîyare ji bo guherîna mêjî û hizra bav û kalan demeke dûr û dirêj pêwîst e.. Ji bo vê meseleyê perwerde û bilindkirina asta jinan û rewşa jinan di vê deverê de gellek pêwîst e.. Ji bo perwerde û asta zêdetir a jinan giringîyek zêdetir bidin rêkxiravên medenî.. Ew jî cûrek in ji bo çareserîya pirsa jinan... Her jinek 8 an jî 10 zarokên wê heye. Karên jinan tenê xwarin peydakirin, pakkirin û xizmetkirina zarokan e û nikarin ku qet tiştekî din bikin.. Perspektîfa wan ji bo jiyanek din nîne... Mêrên wan tên ji bo malê û ji ber ku perên wan nîne jinên xwe didin, birayên wan li derve girgiriftên wan hene, jinên xwe dixin... Jin ji yasa û pêşnîyarên YE dilxweş nînin.. Li gor wan ew yasayana li gor edet û teqelîtên wan nahatine danan.. Heke Tirkiye bikaribe têkeve li nav YE’yê jî ew nikarin vê yekê sûd wergirin.. Ji bo vê yekê jî berî her tiştî dawa ji bo guherîna asta jinan û guzerana xwe dikin û ji bo wan perwerdeya baş pêwîst e.. Ew dixwazin bi zêdetir girindîyê bidin bi maf û dereceya xwandewarîyê û di hemû warên jiyana xwe...Çavkanî: KNAmadekar: Aris Arda*Nûnerê YNK ê Li Enqerê..
Hê şîrove tune ne — yekem bibe.