ÇI BIKIN?
Bîşar Norşîn · berî 7 meh
Soran Behaedîn · 16.02.2009 · 2 dîtin
Hewlêr - Roja 07/02/2009an, Komîteya Pêdaçûna Yasaya Hilbijartinên Parlemena Kurdistan´ê, rêjeya jinan ya parlemenê ji sedî 25, bilind kir û ev rêje bû ji sedî 30. Parlementerên jin ev guherînê wek pêngavekî girîng dibînin jî, guhertina rewsa xwe, ji zêdekirina rêjeya kursiyên parlementê girîngtir e. Pistî rûxana Rejîma Saddam, Balyozê Amerîka´yê yê Iraq´ê Paul Bremer rêjeya ji sedî 25ê ji jinan re danî. Pasî ev rêje di destûra hertimî ya Iraq´ê de jî hat tesbîtkirin û bi gorî wê niha rêje ya jinan di Parlemena Herema Kurdistan´ê de ji sedî 25ye. Bi gorî wê rejeyê niha di Parlemena Kurdistan´ê de ji sercema 111 parlementeran 29 jinin. Lê di projeya destûra Kurdistan´ê de ku tê pêsbînî kirin di van nêzîkan de, Parlemena Kurdistan´ê rûnistineke taybetî jê re encam bide. Serokê Hikumeta Kurdistan´ê Nêçîrvan Barzanî di konferanseke rojnamevanî de ragihand ku ew û Serokê Parlemenê digel wê yekê ne ku rêjeya jinan bilind bibe ji sedî 30. Parlementer Pexsan Zengene, Seroka Komîteya Dakokîkirina ji Mafên Afretan di parlemenê de, amaje bi wê yekê da ku hebûna rêjeyeke bêtir a jinan di parlemenê de wê bibe sedema çalakbûna peywendiya parlemenê digel rêkxistî û aliyên ku pisgiriya mafên jinan. Zengene dibîne ku zêdekirina wê rêjeyê ji encama xebata çend saliya jina ne: ”Hewl û xebateke mezin jê re hatiye kirin, em digel wê yekê ne ku rêjeya jin û zilaman di parlementoyê de bibe 50 bi 50. Lê heta ku me karî em rêjeya ji sedî 25 biçespînin, çavên me spî bûn.“ Endama Yekîtiya Afretên Kurdistan´ê, Cule Hacî di wê bawerê deye ku zêdekirina rêjeya jinan di Parlemena Kurdistan´ê de bi sêweyekê ku bêtir be ji ya di destûra Iraq´ê de hat diyarkirin, nîsana pêgehistina mejiyê siyasî yê Kurdan e û ji jinan re jî xaleke dilxwesker e: “Ew rêje weha dike ku afretên nava parlemen bêtir dakokiyê li ser projeyên xwe bikin, çunkî eger çend çalak jî bin, lê dengên wan di parlemenê de kêm be, ew nikarin ya ew dixwazin bikin.“ Herçend ku 29 endamên jin di Parlemena Kurdistan´ê de hene, lê jin di wê bawerê dene ku ew wek pêwîst nûneratiya jinan nakin. Li cem fermanbera jin ya temen 42 salî, Xunaw Serîf, ne zêdekirina rêjeyan jinan, lê anîna jinên wêrek ji bo parlemenê girînge. Xunaw dipirse: “Gelo ew jinên ku niha di parlementoyê dene, çi kar ji bo bîjin, qeyrekeç yanê keçên temen mezin û pîrejinan kiriye?‘‘ Ew bi guman ve temaseyê zêdekirina rêjeyan jinan dike û dibêje: “Ev tenê ji bo bêdengkirina jinane, dê çend jin bibin xwedî moçe û jinên hejar pê bêdeng bikin û bibêjin ev qasî parlementerên jin hene. Ma parlementer ji bo çiye eger derdeseriyên min kêm neke.“ Tevî wan giliyên ku ji parlementerên jin tên kirin, Pexsan Zengene di wê bawerê deye ku wan tesîreke bas hebû di meseleya danana yasayan ji bo qezenca jinan û kêmkirina cudahiyên di navbera jin û zilaman de ‚karê herî girîng ku di vê xulê de hatiye kirin, rastvekirina 27 maddeyên yasaya rewsa kesayetî di berjewenda jinan de.‘ Herwiha got jî: “Eger di xulên derbasbûyî yên parlemenê de di nava jinan de kêmatî hebe jî, nayê wê wateyê ku zêdebûna rêjeya jinan tu tesîr nabe.“ Endama Sekritariya Yekgirtûya Xuskên Kurdistan´ê, Hawraz Sêx Ehmed amaje bi wê yekê da ku ew digel zêdekirina rêjeya jinanin di parlemenê de, bi wê mercê ku jinên jêhatî bibin parlemenê, lê ne tenê ji bo tijekirina cihan be, ‘eger kesên jêhatî danin, wê tesîr li ser jiyana jinan hebe.‘ Di nava jinan de berdewam gilî ji jinên parlementer tê kirin ku nekarîne bi gorî pêwîstiyê dakokiyê li ser mafên jinan bikin di civakekê de ku heta niha jî dijwariya li hemberî jinan di astekî bilin deye. Hawraz di wê bawerê de ye ku belkî hin parlementerên jin li pey xwestekên xwe yên taybetî de bin, ‚lê ev nayê wê wateyê ku ev tistekî gistî be.‘ Lê Cule Hacî di wê bawerê deye ku jinên parlementer karên bas kirine, amaje jî bi wan komîteyan da ku jin serokatiya wan dikin: “Mîna komîteya perwerde, ku bêtiriya guhertinên ku hatine pêsniyar kirin ji wê komîteyê bûn, di rastvekirina yasaya barê kesayetî jî jin gelekî çalak bûn, lê em çi li jinekê bikin eger weke zilaman hizir bike.“ Bi baweriya Cule‘yê ji bo vê qunaxê rêjeya ji sedî 30 rêjeyeke bas e. Lê di heman demê de dibêje: “Em wekheviya rêjeya jin û zilaman bi mafê xwe dizanin. Lewma eger me karî xwe biselmînin û xelk ji me razî bû emê hewlbidin di qonaxa dahatî de wê rêjeyê bikin ji sedî 50.“ Cule herwiha di wê bawerê deye ku tu caran zilam nikarin derbirîna mejî, hest û daxwaziyên jinan bikin, loma pêwîste rêjeya jinan zêde bibe, ew dibîne ku partiyên Kurdistan´ê dê jinên jêhatî danin, çunkî ‚di berjewenda tu partiyan de nîne ku xelk rexneyan li endamekê wan bigirin. Hawraz bahsa wê yekê dike ku rêkxistiya wan bi bas dizane ku rêjeya jinan di parlemenê de ji sedî 40î zêdetir be, lê divê danana vê rêjeyê ne ji bo wê yekê be ku li derve bibêjin rêjeya jinan di Parlementa Kurdistan´ê de ewqas e. Herwiha Pexsan Zengene bi pêwîst dizane ku jinên aktîv û jêhatî werin danîn: “Rêjeya jinan li Bexda´yê ji sedî 25 e. Em dikarin wê rêjeyê li Kurdistan’ê zêdebikin, heweha em naxwazin rêjeya ji sedî 30her timî be, heta ku civak bigihîje wê bawerê ku parlemen ne tenê parlemenê zilaman e.“Rudaw
Hê şîrove tune ne — yekem bibe.