Çand û Hûner

Ji Weşanên HAN romaneke nû: Evîna Me Welatê Birîndar

Zaxurani · 29.06.2010 · 2 dîtin

Ji Weşanên HAN romaneke nû: Evîna Me Welatê Birîndar

Weşanên Han bi romaneke nû ya nivîskarê Kurd Yusuf Bîlgîch ya bi navê "Evîna Me Welatê Birîndar" xwendevanên Kurd pêşwazî dike. 
 

 

Ji Weşanên HAN romaneke nû: Evîna Me Welatê Birîndar

Weşanên Han bi romaneke nû ya nivîskarê Kurd Yusuf Bîlgîch ya bi navê  "Evîna Me Welatê Birîndar" xwendevanên Kurd pêşwazî dike. 

Roman ji  9 beş û 436 rûpelan pêk dihê.  Roman serenceya du evîndarên  bê derman û heta dawî dilsoz û dilviyan ya „Memyan û Pêrî"  ji me re vedibêje. Di dewr û bera vê evîna bi kozîn ya romana  "Evîna Me Welatê Birîndar" de şahidiyeke kevneşopiya jiyana Kurdistanê, serûbinbûnên civaknasî ...

Roman ji  9 beş û 436 rûpelan pêk dihê.  Roman serenceya du evîndarên  bê derman û heta dawî dilsoz û dilviyan ya „Memyan û Pêrî"  ji me re vedibêje. Di dewr û bera vê evîna bi kozîn ya romana  "Evîna Me Welatê Birîndar" de şahidiyeke kevneşopiya jiyana Kurdistanê, serûbinbûnên civaknasî ya dehsalên dawî, guherîna têkeliyan û şerê navxweyî yê kesên diljan û evîneke ku di nav şerê azadiyê de pijiyaye û çi caran xwe radestî jibîrkirin yan jî jibîrbûnê nekiriye hatiye risandin. Nivîskar Bîlgîç berev wêjeya Kurd û bi taybet çemê romana Kurd ûslûbeke taybet  û henaseke  nû  diceribîne. Romaneke bûhindirêj,  bi herik û heta dawî bi heyecan...

Mirov eger bêje bi rastî vê havînê  wêjehezên Kurd dê bikaribin romaneke nû ya bi hêz û derûnde bixînin, di cîhê xwe de ye.

Bi weşandina bi vê berhema bi nirx "Evîna Me Welatê Birîndar"  di derbarê romana Kurd de

bi rastî mırov dıkare xwedî hêviyeke gelek mezin bıbe.

 

Nasnameya romanê:

Evîna Me, welatê birindar- Yusuf Bilgiç

© Han-Grafik & Yusuf Bilgiç

Çapa 1.

Berlîn/Gelawêj-2010

Weşanên Han - 28

Roman- 10

Edîtor: Zeynel Abidîn Han

Berg Design:Mahmut Aydin

Çap û Girêdan:

HAN-GRAFIK Verlag & Werbeagentur

Cranachstr. 62 - 12157 Berlîn

Tel.: 0178 780 76 83

Han-grafik@hotmail.de   zeynelabidinhan@hotmail.com

ISBN: 978-94040997-30-2

KNN/Nahê Xan

 

Kerem bikin beşeke ji romanê:

Beşa Yekemîn 

Şerevdîn. Zozanên bi nav û deng. Warê bav û ka lan, jîngeh û pêşengê hemû zozanên Serhedê. Wargeha evîn û dilovaniyê. Baxçê bi hezaran kulîlkên rengîn û bêhnxweş. Kaniyên avên sar, mexelê kavir, hogeç û miyan.

Belê. Şerevdîn di nava parêzgehên Çewlîk û Mûşê de cih digre. Koçerên ji berriyê tên û gundiyên ji quntarên çiyê, havînan derdikevin Zozanên Şerevdînê. Etegên wê yên başûr, ji Çala Çepaxçûrê dest pê dikin. Newal û geliyên Şerevdînê, yên ji serê çiyê, di nava zozanan de, berbi başûr ve tên xwarê, hevdû dibirin, digihîjin hev û cih bi cih newalên asê û geliyên kûr diafirînin. Avên ji zozanan, yên ji kaniyan û ji bele kiyên berfê diherikin, li van gelî û newalan  digêhîjin hev, ji hev hêzê digirin û di ser kevir, zinar û çilindan re tên xwarê; çirav  û deravan diafirînin.

Li quntarên Şerevdîne, li devê her newalekê, li ser her avekê gundekî piçûk, di nava daristanê de hatiye avakirin. Xanî û gomên ku banên wan bi çirpî, gocag û axê  hatine girtin, berê xwe dane başûr û pişta xwe dane çiyê. Ji dûr ve, ev xaniyên ji herî û keviran pêk hatine û di ber kendalekî de ketinê rêzê, nayên dîtin. Di nava çilo, qirş û qalan, pûş û giha de wenda ne. Her xaniyek heya nîvê bilindahiya xwe di erdê de ye û piştên xani yan bi kendal ve bûne yek. Çaxa mirov ji aliyê beroj ve, ji çiyê ve were xwarê, ne hewceye ku mirov bi dîwaran ve hilbikişe û derkeve ser banan. Li rêveçûnê wekî berdewama rê, gav tê avêtin û mirov xwe li ser banê van xaniyan dibîne.

Li derdorên gundan çiqilên darên mazî, yên kevnare hatine birrîn û ji bo zivistanê çilo li van çiqilan hatine barkirin, da ku li ber tava havîne ziwa bibin. 

Çavkanî : Avestakurd

Yên Eleqedar

Şîrove (0)

Hê şîrove tune ne — yekem bibe.