ÇI BIKIN?
Bîşar Norşîn · berî 7 meh
Mamed deriki · 18.04.2007 · 2 dîtin
Di rojnameya Avusturya Der standart de Nûçe-şîroveyek di derheqê Tirkîye yê de tê kirin.Dibê kû; “Tirkîye berê xwe ji Ewrupa vegerandîye û berê xwe daye rojhilat” û di berdewama şîrovê de; “ ....Ji ber pirsgirêk nav xweyî kû her dem rêvebirên Yekîtîya Ewrupî wan hişyardikin û pêwîstîya çareserkirina van pirsgirêkan nîşanî wan didin û dibên çareser bikin an jî bi vî awayî em nikarin we qebûl bikin. Lê hertim jî ew (Tirkîye) nikarin pirsgirêkên xwe çareser bikin. Ji ber vê yekê jî Tirkîye ji Ewrupa bi durdikeve....” Ji xwe ev pirsgirêk aşkera ye û rêvebirên Tirkîyê jî pê dizane! Lê li Tirkîyê kes hewl nadin ji bona çareserkirina pirsgirêkan. Mixabîn Rêvebirên Tirkîyeye ên kû karibin van pirsgirêkan bi wêrekî (cesaretî) çareserbikin tunîne! Ên van pirsgirêkan, bi taybetî jî pirsgirêka Kurd kû ên dixwazin çareserbikin ez bawerim henin. Lê kes cesaret ji hevûdu nagrin. Mînak: Van sîyasetmedarên Tirkîye kû li jorî (zîrve ya) dewletê rêveberî kirinin kesên mîna; T. Özal, S Demîrel, E İnönü, M Yılmaz û R T Erdogan jî qala pirsgirêka Kurd kirin. Lê dema mijara çareserîyê dibû vana xwe vedikşandin! Demekê leşkeran jî digotin “pêwiste kû ev pirsgirêk bi sîyasetmedaran çareser bibe.” Ê belê vana xwestin an dixwazin pirsgirêka Kurd çareserbikin. Lê newêrin! Belkî ên dixwazin ji ên naxwazin pirrtirbin jî (?) lê wêrekî pêwîste. Kî, ji kê ditirse? Kî nahêle? Çima? Ev yek jî ne diyare. Çareserî pêwîste ? Ê belê! Gotin heye, lê wêrekî tuneye,hewldana tuneye!.... Vê Hikûmetê ji bona Yekîtî ya Ewrupa pirr hewldan. Hewldan, lê pirsgirêkek mezin li bende wane/bû. Û têde patînaj kirin. Lewma wan pişta xwe dan Ewrûpa. Û hinekî mûxalîf (dijayetî) ên wan û nîjatperestan jî ew cixilandin. Ji xwe ew birrên (kesîm) kû vana jê tên hinekî “bê meşk li avê siwar dibin” xapandina wan pirr hêsane. Ji ber vê yekê vana jî zû di herrî yê (mole,çamûr) de her çikilîn manin. Lewra van pişta xwe danin Ewrûpa û berê xwe dane Rojhilat. Lê berê xwe danin kê? Danin İranê û Sûriye yê. Bi van dewletan re jî berjewendîyek (menfeatek) wan tenê bi hev re heye. Ev berjewendî jî dijraberî ya gellê Kurde! Bêlê, ev hersê dewletna jî ji bona mafê gellê Kurd binpê bikin ji her platformê direvin û ji her tiştî jî diborin. Ew dibên; “bila Kurd nebin xwedî maf çi dibe bila bibe” İran û sûrîye ji xwe rewşa wan li holê ye û di pêşde wê çi bê serê wan ev jî ne diyare û Tirkîye jî berê xwe danin vê rewşa ne dîyar! A rast; Tirkîye, berê xwe daye Yekîtîya Dijraberî Kurdîstanê (YDK) pêşengîya wê jî Tirkîye dike. Bi wateyek din Tirkîye yê pişta xwe danin YE yê. Lê berê xwe jî danin YDK yê! Yanî Tirkîye, ji tirsa azadîya gelê Kurd berê xwe daye rojhilat! Tiştekî din jî heye! Wan berê xwe dane İran û Sûrîye yê, ma ên karibin wan qebûl bike henin? Ên karibin hevkarîyê bi wan re bikin jî wê hebin gelo? Ez bawerim na! Ji ber kû berjewendîyê wan jî li dijî hevin. Aborîyên wan, Daxwazên wan, rejîmên wan û hwd. Şerdê cîhanê îroyîn jî vê destûrê nadine wan. Bi taybetî jî yekîtîya gellê Kurd kû pêk were û gellê Kurd di warê dîplomasîyde xurt bibin. Ev firsend bi dest wan nakeve û hewldana wan wê beradayî here. Yanî yekîtîya gelê Kurd, ewê vê hevgirtinê wan têk bibe. Her wiha Tirkîye wê zû jî bi ser Ewrûpa de vegere û wê dîs neçarî Ewrûpa bimîne! Lê wê dabeşkîrî vegere. Yanî ewên nêvîyê dewletê li paş xwe bihêle û vegere. Her wiha, ewê neyartîyeke pirr mezin, ekonomîyeke hilweşî, tevkujî û xwînê li pişt xwe bihêle. 17/04/2007mderiki@hotmail.com
Hê şîrove tune ne — yekem bibe.