ÇI BIKIN?
Bîşar Norşîn · berî 7 meh
PAÞA UZUN · 09.12.2005 · 2 dîtin
Spas ji Ruhsar Uzun, Sakîne uzun, Ahmet Belet, Adem Avcikiran, Îbrahîm Kureken, Mustafa Aksakal, Eyup Surek, Sîno Hursît û Zinarê Zamo re, ji ber alîkarya van hevalan spasiyên xwe yên ji dil û can pêşkêş dikim. Xwendevanên hêja, di vê xebata xwe da ez pêsgotinekê nanivîsim, di şûna wê de ez ê paşgotinekê binivîsim. Min xwest bira ji niha da haya we jê hebe. FERÎT TÊ DINÊ Her cara ku dîya min bahsa serpêhatîyên xwe an bûyeran dike, ez mat û heyran dimînim. Di bahskirina wê de wext nîne, ne seat, ne meh û ne jî sal heye. Weke em hemû însan di wextek bê serî û bê bin de dijîn, mesafeyên di nava bûyin û mirinê de wenda dibin. Dîya min heyşt zarok anîne dinê, bes kîjan rojê an kîjan mehê zariyê wê çêbûne ne ew û ne jî kesekî din zane. Xwedê bi rahma xwe sa bike, apê min Hesen tarîxa bûyina zarokan bi destnivîsa xwe li paş resimekî ku me xistibû nav çarçoveyekê û bi dîwarê odê de bi darda kiribû dinivisand. Gava ez ji hevsê derketim ew resim jî wek gelek tistên din wenda bûbû. Ferîd di buhara sala 1945an da tê dinê, bes ez dixwazim ji devê dîya xwe bûyina Ferîd guhdarî bikim. Ji rojan rojeka buharê bi granîya xwe çarsefeka êşin li erdê Swêregê raxistîye, bîhna kulîlk û nefelan daketîye ser Swêrege, diya min û xwungên wê li Helawikê, li nav bîstên dendikên zebesan dixin erdê. Xebera xêrê digîhîje bîstên ku dakê Kejo lawikek anî dinê. Navê lêwik dikin Ferîd. Berî Ferîd sê keç û sê law hene, Ferîd dibe zarokê heftan, êdî li pê ferîd dakê Kejo zarokan nayne. Ferîd dibe zarokê dawî, dibe sîr û sekirê malê. Ew dibe zaroyek buharê, zarokê kulîlkan, nefelan, gîyayên êşin. Sirûstê, serma û seqema zivistanê li dû xwe berdabû, dar û daristan, mêwên nav rezên Swêregê bi kulîlkên rengareng ve tev rabûbûn ser piyan, Ferîd jî bi wan re çavên xwe li buharê vekiribû û bi buharê ve tev jîyanek nû, jîyanek teze û xweşik destpê dikir. Dilpakî, biratî û hevaltîya wî weke bîhna nefelê, bîhna darên sincan ji der û dora xwe re, ji bav, bira û xwûngên xwe ra, ji heval û dostên xwe ra germayî, xweşî, ken, henek û dilgeşiyê bela dike, bi esqa dilê xwe dilê wan geş û xweş dike. Wê demê dayikên me, zarokên xwe li mal tînin dinê, pîrên mehelê yên zane û xwedî tecrube alîkariya dayikan dikin. Zarokên der û dora mehela me, bi destên meta Gulo, Zuloya Cana û Altûna Çavisan tên dinê. Gava tevziyên dakê Kejo destpê dike Zuloya Cana ne li mal e, ji ber wê yekê ban Gula Deli Elîya dikin, di şûna meta Zilo da Gulê dibe pîrika Ferîd. Gava çelê ferîd xelas dibe, dinêrin ku nigên Ferîd xwar e. Apê Sefo, bavê Ferîd dibêje, em ê lawikê nigxwar çi bikin, herin Abdullahê Botî bînin, bira derzîyekê li vî lawikî xe ku lawik bimire. Dakê Kejo ban pîrika min Bêzê dike. Bêzê dayika bavê min e, ew jî dimilî ye, gava ew û dakê Kejo tên ba hev bi hev re dimilî qise dikin. Bêzê dibêje, Kejo ev lawika te çewt pêçaye ji ber vê yekê nigên wî xwar bûne. Ez ê wî bi babetekî dinê bipêçim ew ê nigên Ferîd rast û baş bibe. Û wisa jî dibe. Demekê şûnda nigên Ferîd weke darên qawaxê (spîdaran) rast dibin. Dîya min xwûnga Ferîd e, ji Ferîd mezintir e. Diya min û bavê min di yek şevê û yek seatê de tên dinê. Gava salên wan dibe sêzdeh dergîstî dibin, çarde salî dizewicin. Sala ku diya min dibe bûk Ferîd heft mehî ye, çelîn e, sar e û berf li erdê ye. Di salên 40 û 50 yan de zivistanên Swêregê weke niha nerm û germ nînin, sermayeka xurt hukum dajo, berfa ku zivistanan dibare bê hêsab e, derî û paceyên xanîyan di bin berfê de dimînin. Di zivistaneke wisa giran, bi serma û seqem de Ferîd hevt mehê xwe tije dike, bi mes neketîye bes bi çarpîyan dimese. Navê pîrika Ferîd Zeyno ye. Me jê re digot Pîro, Ferîd daxil, em hemû bi çîrokên Pîro mezin dibin. Di wê demê de televîzyona me kesekî tune, radyoyeke bavê min Hesen heye, lê belê kêfa me zarokan ji radyoyê re nayê, bi taybetî şevên zivistanan em hemû zarok diketin bin kursîyê û bi matmayî me li çîrokên Pîro guhdarî dikir. Çîrokên ku Pîro ji me ra digotin, ji sînemaya Hollywoodê jî wêdatir bûn, her çîroka Pîro weke neqşên dolbendên serên dayikên me, di nava mijûyên me da cîyên xwe digirt. Ji diya Ferîd re me digot dakê Kejo, navê wê yê rastî Kezîban bû. Zaroktiya me, xwûngên min û birayê min Sakîp di navbera mala me û mala xalo ferîd de derbas dibû. Dema ku em li mala xwe nebûn, dihat wê maneyê ku em li mala dakê Kejo bûn. Li gor diya min dakê Kejo ji dêrsimê bû, kengê ji Dêrsimê hatine Swêregê, ji bo çi hatine ez nizanim. Dakê Kejo dimilî, kurmancî û piçek jî tirkî dipeyivî. Insaneka pirr sosyal, bîn fireh, û suhbetxweş bû. Gava niqare û zirne lê diket zû bi zû xwe nedileqand, divê yekî pîyê wê bigirta bikşanda nava govendê. Berî ku rabe ser xwe, ji bêrîka xwe qutuya zîvîn a enfîyê derdixist, piçek dixist nav du tilîyên xwe û dikşand pozê xwe û li govendê cîyê xwe digirt. Weke li ser ewran bilîze, te di got qey nigên wê nagîhîje erdê. Bejna kinik, nigên sivik weke têlên tenbûra Ferîd dilerizîn. Apê Sefo bavê Ferîd e. Di jiyana me hemûyan de cîyekî wî yê taybetî heye. Li gora dema xwe pir pêş da ye. Qeybetên rojanî, teq û req û tesqelên eşîrî li dora wî tune. Însanekî henekkir e. Rojekê li Mêlik Ahmedê, li ber yazixana Otoşarkê bi pîrika min dakê Kejo re rûnistiye û li benda bav û xwûnga min e. Bavê min û xwedîyê Otoşarkê Îhsanê licî hem heval û hem jî kirîbên hev in. Kalikê min ji camêrê ber yazixanê re dibêje em xwesî û xezûrê Emer in, Emer bavê min e, li Swêregê Otoşark di destê wî de ye, camêr zêde rû nade wan, bîskî şûnda bavê min û xwûnga min tên wir. Camêrê ku rû nade apê Sefo radibe ser xwe, ber bi bavê min baz dide, serxwesîyê li bavê min dike, qîmet û rûmeta xwe ji bavê min re nîsan dide. Apê Sefo nikare xwe pigire, radibe ser xwe, destê xwe ji para davê şelwerê camêr û dibêje: "seqên dirêj şelwerê fire, îlla pere îlla pere"Henekkiriya apê sefo derbasî zarokan jî dibe, bi taybetî qîzên apê Sefo di jiyana xwe ya sosyal de gelek azad û henekkir in. Apê Sefo dema bi rê de diçû hertim fîtika lê dixist. Dinê ne xema wî bû. Xwarina wî, mekteba zarokên wî, henek û kêfên rojane jîyana wî bûn. Diviya her roj gost bixwara, xwarina bê gost ne xwarin bû. Bes wî tu carê kîlo li xwe zêde nekir, zirav û çeleng bû, şewqê xwe li serê xwe xwar dikir, destên xwe dida paş pişta xwe, fîtika xwe lê dixist û dimeşiya. Ji xoceyên camîyan re tu cara hurmeta wî tunebû. Ji me re digot, lawê min evana ne rast in, li camîyê tistekî dibêjin li mala xwe û di jiyana xwe ya rojane de tistekî din dikin. Dema nas û cîranê me, merivên welatê me bircî û tazî be ji me re tistek ferz nîne, ne rojî, ne hec û ne jî nimê û camî. Divê em berî her tistî birçî û tazîyên xwe têr bikin, ji wan ra alîkar bin. Heta ku em vê vezîfa xwe neynin cîh, her gotina ku em dibêjin vala ye. Apê Sefo di jiyana xwe de, tu carî nigê xwe navêt hundirê camîyê, tu carî rojî negirt û tu carî nimêj nekir. Ji ber wê yekê xoceyên mehela me ji apê Sefo re digotin, ew ”kafir” e. Dema ez zaro bûm dûkana apê Sefo li ber devê xana Hec Ûsib bû. Li wir caw difrot. Bêyî dûkanê li ser rîya Gebendirîsê erdê wî hebû. Apê Sefo hemû mal û milkên xwe dabû ber nigên zarokên xwe, digot bira zarokên min mektebê bixwînin bira ez jî li ser cila reş rûnêm, ez ê hemû erdê xwe bifroşim û wan bidim xwendinê. Û wisa jî kir, erdên xwe bi perekî pir kêm firot û zarokên xwe da xwendin. Di mehela me da, xortên ku li derveyî Swêregê mekteb dixwend ji pênc tilîyan zêtir nebûn. Gava wext û seat temam bû zarokên apê Sefo yek o yek çûn derveyî Swêrege û dest bi mektaba xwe kir. Xalo Mehemed ji Hesen û Ferîd mezintir bû. Herî pêşin wî dest pê kir. Herî mezinê wan xalê minê Abdo bû, bes xalo Abdo tu cara mektep nexwend, kar û barê wî terzîtî bû. Li Swêregê du babet terzî hebûn yên cilên gundîyan û yên cilên modern didirûtin. Xalo Evdo ji babetê yekemîn bû, şelwer, ebe û fîstanê gundiyan didirût. Gava ez vê nivisarê dinivisînim ew jî li bajarê Wêranşarê fîstanên bi neynik, pûl û morîkan dineqisîne. Xalo Mehemed ket mektaba herbîyê, gava ew havînan dihat mal ji bo me zarokan dibû şênayî. Bi meraq û heyecana dilê xwe, me baz dida mala apê Sefo. Xalo Mehemed dibe paca me ya herî pêşîn, paceya li hember dinya derveyî Swêregê. Paceyeka wisa ku em dikarin tê de bajarên mezin, trênên ku li ser sivên hesin diçin, erd, ezman û bahrên bê serî û bê binî bibînin. Xalo Mehemed bi xwe re ba û bîhnên dîyarê ku me ne bi xewnên şevan û ne jî di jîyana xwe ya rojane de didît, ji me re dianî. Kêfa dilên me yên çûk bê sînor û bêhesab bû, ger ez bibêjim ji kêfan per bi me ve hêşin dihat wê nebe mubalexe. Ji me zarokan hez dikir, bi me re henek dikir, gulaş dikir, em radikirin ser pîyê xwe û huloyî jor dikir. Kêfa apê Sefo pir ji wî ra dihat, bes vê kêfa wî dûr û dirêj najot. Di nav herbîyê de inqîlab çêbû, xalo Mehemed ji Herbîyê avêtin, heqê xwendinê ji dest girtin. Demekê sûnda heqê wan ê xwendinê paş da hat dayin. Wî ji nû ve dest bi mektebek din kir. Mekteba tenduristîya bilind (Saglik Yuksek Okulu) xelas kir û li Çorimê dest bi kar kir. Piştî demakê tayîna wî hat Amedê. Li nexwesxana Nimûneya Amedê bû serekê kar û barê îdarî. Sê zarokên wî bûn, hîn zarokên wî piçûk bûn nexweş ket. Cinawirê qanserê weke tofana çîyayê sîpanê xalê min Mehemed ji nava me girt û xist bin herîya sor a Swêregê. Qahra apê Sefo û dakê Kejo weke bîra kûr û bêbinî ye, xalê min Hesen li Anqerê dibe elektrîkvanê trênê, xanima wî ji Çorumê ye. Bi hev re dizewicin û li Anqerê bi cîh dibin, ji wan re du zarok dibin. Ji welatê xwe, ji dê û bavê xwe dûr dikeve. Apo û dakê hemû eşqa dilê xwe, weke konê koçeran li ser Ferîd vedikin. Ferîd di nava zahmet û zoryêî de mekteba xwe xelas dike û dibe mihendizê zireatê. Qahra Mehemed a di dilên dakê û apo da winda nabe, bes piçekî sivik dibe. Ferîdê wan, şekirê dilên wan, kulîlka bira û xwungan, ba û bîhna biharê li wan vedigerîne, xwe li wan dipêçe, bi bîhna xwe wan serxoş û serbilind dike. (dewama wê: Li Anqerê)Amadekar: Paşa Uzun
Hê şîrove tune ne — yekem bibe.