ÇI BIKIN?
Bîşar Norşîn · berî 7 meh
Komîteya Rêvebir a TEVKURDê · 03.04.2008 · 2 dîtin
Çareserkiriya pirsa neteweyî ya kurd leşkerî nîne. Gelê me ji derveyî çareseriya siyasî tu çareseriyerekê re nabe erê… Komîteya Rêvebir ya TEVKURDê di 30. 03. 2008-an de civiya: Pêşniyarên Meclîsa TEVKURDê, bûyerên girîng yên li Kurdistanê û Tirkiyeyê qewimîne, şirove kir. TEVKURDê biryar da ku di derbarê qrîza/bûxrana dewleta tirk û bûyerên di hefteya Newrozê de qewimîbûn û tadeya li gelê me bûyî de; derheqê aşitiya nav gelê Kurdistanê û ji bona vê aşitiyê çanda jiyanê ya bi hev re û hiqûqa jiyana hevbeş, bîrûreyên xwe ji reya giştî re pêşkêş bike. Sedema bûxrana siyasî ya Enqereyê, çarenedîtina dewleta Tirk ji bona pirsgirêka Kurdistanê ye. Taybetiya vê sîstemê ew e ku îradeya kurdan ya di derheqa çarenivîsiya xwe de şikandine, daxwazên rewa yên gelê me bi tehcîr, tade, qetlîaman bersiv kirine. Wek netewekî, mafên me yên ku jêdera wan peymanên navneteweyî, hiqûqa xwezayî û rewa ne, naveroka wê jî li ser axa xwe ya qedîm desdthilatdarbûne; di salên 1925-37-an de wek îrtîca û cudaxwazî, piştî sala 1984-an jî wek pirsgirêkeke asayîşê (ewlekarî) hat şirove kirin. Dewleta tirk, ji bona ewlekarî jî, îdareya keyfî, OHAL, herêmên qedexe û çeteyên hiqûqê nas nakin wek enstrûman û wasita li dijî gelê me bi kar anî. Ev avayiya di bin bandora dewletê de ye, di hemen dem de wek taktîk xwediyê lingên dînî, îdeolojîk (çep-rast) û askerî ye jî. Gor îdiayê, ew hêza “neteweyî” ya ku li Kurdistanê şerê ji derveyî hiqûqê dimeşîne, kesan dikuje, qetlîama pêktîne, JÎTEM e, tê xwestin ku tasfîye bibe. Pêkhatin û an jî pêknehatina vÊ yekê jî girêdayî qewimandinên hûndir û derve ne. Gruba “neteweyî” ya dewleta tirk, Musul û Kerkûk jî daxîl dixwaze hemû Kurdistanê dagir bike, ji aliyê leşkerî, siyasî û moral de îradeya gelê me bişikîne. Gruba lîberal ya Îslamî û AK Partîyê jî, dixwaze ku di çerçewa projeya Yekîtiya Ewrupayê de, bi Hikumeta Federe ya Kurdistanê re pêwendiyeke bi sînor pêk bîne, bi mafên ferdî-şexsî me bixapîne. Lê divê em qiymeteke mezin nedin bûxrana dewleta tirk û bi vê buxranê re zêde wexta xwe wenda nekin. Divê em ji bona armancên xwe yên milî xebat bikin, ji bona ku em li ser axa xwe ya qedîm desthilatdariya xwe ya siyasî ava bikin û paşeroja xwe bi destê xwe ava bikin, wek hedef bidin pêşiya xwe. Di hefteya Newrozê de şiddet, kuştin û tadeya ku li hemberî gelê me pêk hat, diyar kir ku dewleta tirk dev ji siyaset û mantixê xwe ya înkarê û îmhakirinê ber nedaye. Em, ji bona ku gelê me çavtirsî bibe di ser xwepêşandinan re firandina belafiran, ew şiddeta ku hêzên ewlakarî û polîsan bikaranî û kuştinan, protesto û rûreş dikin. Em, di hemen dem de qedexeyan herêman, operasyonên leşkerî jî rûreş dikin. Divê baş bê zanîn ku di pirsgirêka Kurd û Kurdistanê de çareserî leşkerî nîne. Gelê me ji derveyî çareseriya siyasî tu çareseriyerekê re jî nabe erê. Em, li gel van, qetlîam û tadeya ji aliyê Dewleta Kolonyalîst ya Suriyeyê de di Newrozê de pêkhatibûn jî rûreş û protesto dikin. Bûyereke din ya girîng jî heye ku partî û rêxistin û grubên siyasî yên ku li Kurdistanê xebat dikin, ji çand û hiqûqa jiyana hevbeş re riayet nakin û rêz nagrin. Qetlîam, tehcîra ji aliyê Osmaniyan de li ser civata pirreng û pirdeng ya Kurdistanê pêkhatî, bûu sedem ku ev encama derkeve holê. Qetlîama Ermeniyan ya ku berê destpêkiribû di sala 1915-an de gihîşte qonaxeke bilind, qetlîama Elawiyan-Dersîmê, operasyona li hemberî birayên me yên Êzidî, qetlîam û asîmîlasyona li hemberî grubên nemûslim, tevgerên siyasî yên Kurd jî, ji aliyê taktîk û îdeolojî de wek xwe kirin û şibandin xwe. Wek bûxranên demên berê ku sedemê wan pirsgirêke Kurdistanê bû, di bûxrana merheleya îro de jî, dewlet ji bona ku di nav kurdan de dijiyatî pêk bîne dê hewil bide. Di demên buhurî de şerên di navbeyna beşên kurd de hatibûn rojevê, zerara meddî û manewî dabû, ji bona ku careke din pêk nayên divê em xebateke bêhempa bikin. Divê gelê me li hemberî grub û kesên niyetxirab û şerfiroş şiyar be. Dive em bi parastina pirrengbûn û pirdengbûna gelê xwe, yekîtiya xwe ya milî xurt bikin û li hemberî van xirabiyan derkevin. Ji bona vê yekê, divê em tedbîrên fîîlî û hiqûqî yên çanda jiyana hevbeş xurt bikin, bigrin. Em, diyar dikin ku emê bi kesên azad, kesên ku ji axlaqa civakî û hiqûqî re rêzgirtî ne, ji kesên di nav xwe de û bi gel re di nav diyalogeke rast û şeffaf de ne, civateke azad dikarin ava bikin. Wê demê dîsa em dikarin bi van hêjayiyan nêziktirî azadîya xwe bibin. Em li Kurdistanê bi hev re dijîn.Emê bi hev re paşeroja xwe ava bikin.Divê em hiqûqa jiyana hevbeş ava bikin. KOMÎTEYA RÊVEBIR A TEVKURDÊ
Hê şîrove tune ne — yekem bibe.