ÇI BIKIN?
Bîşar Norşîn · berî 7 meh
Kemal Tolan · 23.10.2006 · 2 dîtin
Xuşk û birayên rewşenbîr û pêşengên civaka Ezdî ! Bi dîtina min Mîrê me Êzdiyên li Cihanê, rêzdar Tahsin Seîd Beg, di Konferansa ku Mala Êzîdiyan ya Oldenburgê di 16.07.2005 de amede kiribû û berpirsyarê hemî komelên Êzdiyan yên li Almanyayê, ronakbîr, nivîskar, dixtor, hiquqnas û polîtîkvanên Êzdî, dûnavîyên ola Êzîdiyan (pîr, şêx, pêşîmam û wd.), Êzîdiyên endam û alîgirê partiyên Kurdan (PKD-Iraq, Yekîtî û wd.), temsillên Êzîdiyên ji hemî perçeyên Kurdistanê, ji Ermenistanê û yên ji welatên Avrupa, nûçegihanê Kurdistan-TV û Roj-TV jî hazir bûn, bersiva vê pirsa “ GELO ÊZDÎ KURDIN YAN KURD NÎNIN ? ” zelal daye û gotiye, “em Êzîdî Kurd in û me tûcaran kurdîtiya xwe înkar nekiriye û nakin. Heke ku em zimanê xweyî Kurdî winda bikin, hingê emê ola xwe, Êzîdîtiya xwe, winda bikin. Heke ku em ola xwe winda bikin, emê zimanê xwe winda bikin…….“(Ev daxwiyaniya di gelek kovar û malperên Kurdî de hatiye weşandin)Ez di wê baweriyê de me ku, hemû rêzdarên endamên Meclisa Ruhanî û civata bilind ya Êzdiyan, birêz Bavê Şêx, Bavê Çawîş, Şêxê Wezîr, Serokê Qewala û hwd.ê jî weke Mîrê me gotî difikirin. Rewşenbîr û pêşengên civaka me ye hêja ! Wekî hûn birastî dixwazin kar û barên me ye dînî û civakî bikevine destên we, wê çaxî divê hûn ji xeynî wan çend ristên nivîsê ku hûn di rojnamên rêxistin, malper û kovaran xwe de dinivisînin û di hinek quncikan de bi çend kesan tenê re diaxivin pêve, keremkin xwe berdine nava mal, komel û ciyên ku jin, zarok, ciwan, mêr, extiyarên me Êzdiyan lê bela û komdibin. Birênen ka çiqas pirsgirêkên hebûn û tûnebûna endamên civaka Êzdiyan di teorî û piratîkê de hene û dûre ji me re bibêjin ka hûnê çewa bi hunerê fikra pêşketî û bi tifaqa xwe ye demokratîk me kesên belengaz û feqîr ku hîna piraniya me di urf û adetên feodalîzmê de dijîn, ji nava van berjivendiyên kesayetî û nezaniyê xelazbikin. Vêca, ez naxwazim zêde bikevime nava vî babetê fire û kûre. Jixwe xêr û şerên me tevan jî vane li ber çavan ne. Bi dîtina min, ne raste em timî oldar, bav û kalên xwe sûcdar bikin û barê xweyî îro jî li hêviya ciwanên xwe bihêlin. Bi kurtasî dibêjim, dema ez li van serpêkhatiyên ber çavên xwe dirênim, ez dikarim bersiva vê pirsa ku pêşiyên me kirine û gotine,”gelo Êl yeman e, an jî Beg yeman e?“ bidim. Belê, dema endamên Êlê(êşîrê,civakê) karibin bi tifaqî ji pisgirêkên xwe ra xwedî derkevin û nedine pey Beg, wê Beg jî nikarîbe biserê xwe tenê Begîtiyê bike...... Încar, eger hûn rewşenbîr û pêşengen civaka me nikaribin bihevre hevgirtin û tifaqeke xurt di nava ilîmdar, rewşenbîr, zane, berpirsyarên rojnaman, kovaran, dezgeh, malper û rêxistinên ku di nav û derveyî welat de bi Kurdî/Êzdiyatiyê ve alaqe dibin çêbikin, ev ne kêmasiyên bav-kal û oldarên me ne. Û hûn jî dizanin, heta ev bêtifaqî û valeyiya di nava we rewşenbîr û pêşengên civaka Ezdî de hebe, wê çewtîtiyên “xuşk û birayên” me yên bêxîret û nezan(menfîatçî) jî her berdewam bin. Ji Xwedê û Tawisî-Melek hêvîdikim ku ew dîsa bi hawara me va werin ! Kemal TolanTêbinî:Ez tenê xemxwarekî Êzdatiyî me. Ne rêvebirê tu komel û maleke Êzdiya me.
Hê şîrove tune ne — yekem bibe.