ÇI BIKIN?
Bîşar Norşîn · berî 7 meh
Grûba Xebata Demokratî û Yekîtiya Netewe · 01.02.2006 · 2 dîtin
Di 28-29ê Çileyê Paþîn a 2006-an de Grûba Xebata Demokratî û Yekîtiya Neteweyî ya Kurd, civiya. Perspektîfên, komcivîna 4ê Îlonê û komcivîna 17 û 18 Çileyê Pêþîn a 2005-an ku li ser esasê yekitiyê hatibû li darxistin, ji xwe re kir bingeh û li ser gengeþî kir. Di encamê de biryar girt ku beyanek wek encama komcivînê ji raya kurdan, tirkan û dinê re eþkere bike. Grûba Xebata Demokratî û Yekîtiya Neteweyî ya Kurd, di çarçevoya perspektîfên wan komcivînan de ji bo rêk û pêkbûna xebata yekitî a neteweyî ya Kurd, 3 kes ji devreyî welat, 11kes jî nav welat, bi giþtî 14 kes ji bo koma rêvebir hilbijart. Grûba Xebatê, ji dêlva xebatek siyasî ya teng, avakirina yekîtiyek netewî û berfireh daye pêþiye xwe. Bingehên vê yeketîya netewî, wê di nav pêcvajoyê de gengeþî û zelal bike. Grûba Xebata Demokratî û Yekîtiya Neteweyî ya Kurd, di hiqûqa nav xweyî de mafê partî, bir û bask û kesayetiya diparêze. Mafê tu kesê ji yê tu kesê din ne zêdetir e û ne kêmtir e.Ev yek dê heta civîna bê, dom bike. Grûba Xebata Demokratî û Yekîtiya Neteweyî ya Kurd, divê û diparêze ku; gelê Kurd, mafê xwê yê çarenûsî, ji aliyê huqûqî û siyasî ve bikar bîne, li ser axa xwe, bi awayeke azad desthelatdarîya xwe ava bike û wek hemû miletên dinê, bibe xwediyê mafê xwe. Grûba Xebata Demokratî û Yekîtiya Neteweyî ya Kurd; -Ji bo pêkanîna yekitiya demokratî û neteweyî kurd, -Ji bo Qanûna Esasî ya ku mafê netewî û demokratî ya gelê kurd bipejirîne, -Ji bo di prosesa Yekîtiya Ewrûpayê de bibe teref -Di çareserkirina pirsa kurdî de ji bo rakirina hemû metodên tundî(þîdetê) wê bixebite. Grûba Xebata Demokratî û Yekîtiya Neteweyî ya Kurd, bi vê hêviyê û armancê, çalekiyên wek þiyarkirina gel, komcivînên herêmî; semîner, konferans û panel a dê pêkbîne. Ji bo serkeftina vê daxwazê, bi partiyan, bi bir û baskên siyasî û kesayetiyên naskirî re danûstendin deyne û tekiliyên xwe berfireh bike. Grûba Xebata Demokratî û Yekîtiya Neteweyî ya Kurd, xebatên xwe, li ser esas û pirensîbên hûqûqa navneteweyî û ûjdanê civakî, bi þêweyeke meþrû î û zelal, didomîne. Ji raya Kurd, Tirk û Dinê re… Bi slav û rêz Grûba Xebata Demokratî û Yekîtiya Neteweyî ya Kurd
Hê şîrove tune ne — yekem bibe.