ÇI BIKIN?
Bîşar Norşîn · berî 7 meh
Rojhat · 04.09.2006 · 2 dîtin
Di 2 û 3 ya Îlona 2006an de li bajarê Diyarbekirê li Otela Classê cîvenek pêk hat. Ev civîn encama hewildanên damezrêner, rêvebir û parêzgerên DDKDyê û tradîsyana sîyasî ya Demokratên Þoreþger bû û ev demek e ji bona ji alîyê kesên ku vê tradîsyona sîyasî mîna aîdîyetek qebûl dikin pêvajoyeke sîyasî ya nû bê destpêkirin, dixebitîn Di civînê de ji bajêrên Kurdistanê, Tirkîyeyê û ji hin welatên Ewrûpayê ji 250 kesan zêdetir kesên ku xwe bi aîdîyeta tradîsyona sîyasî ya Demoktarên Þoreêger bi nav dikirin, beþdar bûn. Civîn li jêr serdestîya atmosferek bi coþ û heyecana ku piþtî gelek salan ji nû ve hatina ber hev de, bi xebatek serketî û bi berhem xelas bû. Di civînê de li jêr ronahîya pêþveçûnên li Dinyayê, Rojhilata Navîn û Tirkîyeyê de nirxandinên li ser rewþa Kurdistanê ya îroj hatin kirin û piþtî minaqeþeyên li ser pirsa ku Demokratên Þoreþger divê ji îroj ve bi vîzyoneke çawa tevbigerin, biryarên li jêr nivîsandî ji bona raya giþtî hate amadekirinê: • Civîna me mîna yekemîn gava avakirina tevgereke sîyasî ya civakî ya sîvîl ya ku hiqûqa navneteweyî, eþkerebûyîn, meþrîyetê, pirdengîyê, demokratîyê û dîyalogê bike navenda xebata xwe, hate bi nav kirin. • Ji bona ji pirsa Kurd û Kurdistanê re çareserîyeke demokratîk, adil, domdar û qebûlbar ya bi rêyên aþîtî bê peydakirin, pêwîstîya ji vîzyoneke sîyasî û tevgereke sîyasî ya dûrbîn hate dîyar kirin. • Beþdarên civînê dîyar kirin ku Dewleta Federal ya Kurd li Baêûrê Kurdistanê giringtirîn destkefta neteweyî ya di têkoþîna neteweyî û demokratîk a neteweya Kurd e û parastina wê vatinîyeke neteweyî ye û bicîhanîna pêwîstîyên ev vatinîyê bi awayeke herî baþ dê bi pêþdebirina tevgera neteweyî ya li Kurdistana Bakûr mimkin e. • Ji bona di qada neteweyî û navneteweyî de çareserîyeke realîst, temsîleke adil û mixatabek neteweyî avakirina dezgehek meclisek û komîsyonên pêwîst hatin hilbijartin da ku ew bikaribin di civata Kurd de tu berjewendîyên grûbî yên teng ve xwe girênedin û xwe bigihînin her alîyên civatê ku pêwîstîya hevkarî û hevdîtinê heye. • Civîna me ji bona ji holê rakirina encamên neçê yên ku di pêvajoyên bi êþ û zar yên ji avabûna tradîsyona Demokratên Þoreþger de hatine jîyan û ji bona bicîhanîna berpirsîyarîya dîrokî ya li hember rizgarîya neteweyî ya Kurdan bang li hemû kesên xwe bi aîdîyeta Demokratên Þoreþger bi nav dikin hate kirin da ku li her cîyek lê dimînin vatinî û berpirsîyarîyên xwe pêk bînin. Dîyarbekir, 3ê Îlona 2006 Demokratên Şoreşger
Hê şîrove tune ne — yekem bibe.