ÇI BIKIN?
Bîşar Norşîn · berî 7 meh
Alixan Aras · 22.07.2005 · 2 dîtin
PKE - PLATFORM
Platforma Kurdên li Ewrûpayê
Di 25.02.2005 ê de beşdarêkî Konferansa Neteweyî ya ku PKE-Platform pêk anîbû, rûniştvanê Almanya birêz Hasan Huseyin Yıldırım li hidûdê Hollandayê ji alîyê İnterpolê hate girtin.
Girtina Hasan Huseyin Yıldırım careka din dîyar kir ku ev kiryara, yek ji kiryarên berfireh yên Komara Tirkîyeyê ku li hemberî Rizgarîxwazên Kurdistanê ne.
Em ne tenê Komara Tirkîyeyê protesto dikin, herweha em bala İnterpolê jî dikşînin ku ew li biryarên nedemokratîk û nemirovî yên ku ji aliyê Tirkîyeyê ve hatine sitendin wek pîvan distînin û Kurdan bi navê tawanbarîyê digrin da ku wan teslîmî KT ê bikin.
İnterpol divê rêz li Hiqûqa Navneteweyîyê bigre û divê ew yekser H.Huseyin Yıldırım
serbest berdin da ku İnterpol ji kiryarên ku bi ser navê hiqûqê dike, rizgar bibe.
Em wek PKE-Platform, bangî hemû kurdên welatperwer dikin ku ew li hemberî van kiryarên Komara Tirkîyeyê rawestin û dozê bikin ku, kiryarên İnterpolê yên nehiqûqî li hemberî kurdan jî bi dawî were.
27.02.2005
PKE - PLATFORM
Platforma Kurdên li Ewrûpayê
Hê şîrove tune ne — yekem bibe.