Ramyarî

Ji oto asîmilasyonê re ''êdî bese''

Mamed deriki · 05.06.2008 · 2 dîtin

Ji Oto asimilasyonê re “Edî bese”Gelo em li serê Tirka/Tirkîyê bûnin bela? Ji xwe çend sal berê berpirs, rojnamevan û nivîskarê Tirka digotin ; “Madem doza Kurdi dikin, çima bi tirki dipeyîvin, hemû weşanê wan bi Tirkî ye, vêga Kurd çiye û Kurdistan çiye… Doza wan ne doza gelê Kurde û ne ya mîrovanîye jî, doza wan doza marxistî, leninistî, komunizmê ye, ku bîne welatê me...”***Rojname ya ku xwedî, rêvebir (?) û xwendevanê wê bi koka xwe ve Kurdin (ku xwedî zimanekî dewlemendin jî) û doza mafê gelê Kurd jî dikin an diparêzin, lê ew rojname weşanê xwe bi Tirkî dikin.Ew rojname ku xwendevanê wê tenê Kurdin. Tenê Kurd vê rojnamê dixwînin. Ji xwe ez bawer nakim ku gelê Tirk vê rojnamê bixwînin û qet jî naxwînin. Dibe kû çend rewşenbîrê esil Tirk bixwînin. Ji bona çend rewşenbîra jî mîrov nikare bêjê; ‘Tirk jî vê rojnamê dixwînin.’ Ma mafîr, ku Tirk vê rojnamê naxwînin, çima ev rojname bi Tirkî weşanê xwe dike?Bi weşana Tirkî, dike pirsgirêka Kurd û Kurdistanê çareser bike? Ez bawerim na û na!Dewleta dagirker Tirkîye, ji bona gelê Kurd asîmile bike hewl dide û çi ji dest wan tê jî dikin; Qerf pê kirin, biçûk xistin, derew, dirokê derewin û kuştin, qir kirin… Vêga ev rojname bikêrî wan tê? Erê, tênê bi kêrî statuko ya Komara Tirkîye tê! Her çiqas ev rojnamena li dijî wan weşanê dike jî, lê belê gelê Kurd roj bi roj ji Kurdî bi dûr dixe. Gelê Kurd hêdî hedî bi xwe zimanê xwe, zimanê Kurdî wenda dikin, bi teknolojî yê jî ev pirr zûtir dibe. Yanî ji asimilasyonê bêtir Otoasimilasyon heye. Bi Xêra van rojname, tv. radyo û malperê internetê!Ha! Dibe ku ji bona xwendevanê xwê yên herî dilpak, ji bona dozgerên komarê, weşanê xwe bi Tirkî dikin, ku dozger bê kar nemînin(!)Ew rojname her roj bi navekî der dikeve; Politika, Özgür Politika, Gündem, Gerçek Gündem, Özgür Ülke, Ülkede Özgür Gündem, Demokrasi, Alternatif, Gelecek…. (Melecek, Felan û bêvan) Navê gelekan jî min (me) ji bîr kirîye, ku Dozgerê Komarê (dew-şîrme) her roj li vê rojnamê dozê vedikin û hema digrin. Sedema girtinê jî eve ku ev rojname “propaganda rêxistinê dike” Ew rêxistin jî PKK ye. (Weşanê PKK ê jî hema hema giş bi tirkîye) Ger doza we ji bona azadî ya gelê Kurd, ji bona mafê gelê Kurd, ji bona zimanê gelê Kurdê… Ku hûn ji bona mafê gelê Kurd tê dikoşin, ku di her gotina we jî de ev heye. Dev ji Tirkî berdin. Ma têkoşîna herî mezin û watedar ne zimane? Têkoşîna pêşîn eve ez bawerim. Zimane. Li Almanya yê jî rojnamak me ( ) heye. Ew jî bi Tirkî ye. Li Alman û bi Tirkî!Ev rojname, kovar, tv. radyo û malperê internetê, ku bi Tirkî weşanê xwe dikin, ji kara wan bêtir zerara wan li gelê Kurd heye. Zerara herî mezin ji pêşeroja (dahatû-ya) gelê Kurd re heye û hew.Mirov çi derewa bike. Her çiqas neyarê gelê Kurd, ku nahêlin ev rojnamê bêweşan û vê rojnamê digrin, zora min diçe û bi min ne xweş be jî, lê esas ku ev rojname nayê weşan jî bi min xweşe. Roja ku ev rojname tê girtin, qe welatparêzên me, Azadîyawelat dixwinin. Bi dilgiranîbe jî!... 02.06.2008 Mamed Dêrikîmderiki@windowslive.com

Yên Eleqedar

Şîrove (0)

Hê şîrove tune ne — yekem bibe.