ÇI BIKIN?
Bîşar Norşîn · berî 7 meh
Kurê shingalê · 03.03.2009 · 2 dîtin
GELO AVÊTINA SOLÊ LI CEM EREBA TÊ JI WATÊ?… Helwesta Rojnamevanê Ereb û avêtina solê an ku wî cima sola xwe Avêt serok komarê amerîka Birêz chorc Bush. Gava em zarok bun Car carna me wekî metelê me ji hevre digot û me di avête ber hev Minak me digot: Senîk mast li Benek Rast cîye? Anî me digot sindiruk ser sindirukê mifte li destê bükê cîye? Sê lingo li binya Tingo cîye? Hilindir milindir serî ji Qunê mezintir cîyê? Li cihna jî di Gotin ma gelô mirov ji Qunê cî paqij di xwe ûhw. ez dikarim van Minaka anî metela zêde bikim, lê daxwaza min ne ewe gotina min ji bo Serok komarê Amerîka bîrêz chorc bushe. Chorc Bush di sherê Irakê de zêdeî 5000 hezar leshkerê Amerika û bi trilyona Dolarê amerika xerc kirin, hate wê merhelê ku amerîka îroj ketîyae Kriza aboriyê jê wêdetir ketiya xwulka Ganê xwe bê ma e^w cawa ji wir der bikevê ûhw. Bi rastî hetina Amerîka ne ji bo Irakê bu weke metelên mê û zarokîtîya me Bosh got ha îro û ha sibê ezê derkevim mi Azadî anî ûhw lê mixabin roj bi roj rewsh xirab Tier bu. Rewsh hate wê merhelê kü hew însan dikarê li irakê bijî, Mînakek Balkêsh di xwazim bo we bêjim. I.Bi sedê sala ew êzîdîyê kü tu cara serî ji zilm û zora ora EREB Û JI TIRK Û FARISA`RE ne tewandbün lê îro roj ji bêr bê mecalîya rihê xwe wan hêsanî cih û mekanê xwe bergehên xwe berdan hatin Ewrupa û bi dinyayê ketin cima? ji ber kü êzîdî hew dikarin xwe ji Xwînrêjê Ereba bi parêzîn. Wek kü em dizainin êzîdî piranîya wan li shingal,Musil, xaneqin û li bahshîk û bahzanê di dijîn ev herem jî Nêzî Erebane bê goman Evder bê parêzîne ji ber tu otorite livan dere nie. ezîdî cunu hatina wan li Musile, di 27.mehe Tirmehê 2007 tande 27 Êzîdi Roj bi nava rjêo Ji Basê Peya kirin û bi Keshînkofa li wan reshan din.Bê Goman kesê kü ew kushtin Kurdên Bisilman bun Hava lê Haranbun duvre herkesî ew nas kirin. Her weha disa di heman demêde di 14 hê Tebaxa sala 2007 ande nezî 400 mirovên êzîdî li devere shingalê li gündê Tilhizêr û siba shêx xidir küshtin û 400 insan jî birînndar ker û kor û seqet man. ev bêrî vê yekê jî li Herema Shêxan Kurdên Misilman Dibin siha Peshmergê nezande hêrish birin ser mala Mirê Ezîdîya; Mîr Tahsin Beg û herîsh birin ser Bingeha Lalish pishtî vê yekê êzidîya cih û warê xweî zêrîn berdan û bi Dinyayê ketin, bê Goman sebeba vê yekê amerîka ye û ne tu kese cawa emê bêjin Amerîka bass kiriye. Wek ku mi li banî mi nivîsandîye Mîsala: Hilindir mi lindir serî ji qunê mezintir. Xerabîya Amerîka ji Bashîya wan bu behtir. Ji êzîdîya Behtir Shiîye sunîye bi hezar û sed hezara hatin kushti cih û mekanê xwe berdan ûhw. Chorc Bush ji 2004 a ve ketîye irakê L Gelo Chorc Bush ci fede kir di nabîna 4 salade ? li gor min ne tu tischt. Hünê bêjin gelo cima? Ez jî di bêjim ji ber ku wî qet ne tishtê rast kirin Ji ketina wî û hete pêvajoya îro. Mînak:Rewsh hate wê merhelê kü gelê wir li cuna Sadam poshman bu. Birastî jî her ciqas sadam Diktator û bê xofjî bu jî lê kesekî ji tirsê Sadam nikarîbu serê xwe bi xwerînê kesekî tahde li kesî nedikr Kesî nikarîbu tahdê li kesî bikê an bêjê tu cima êzîdîyî anî cima ti süryanîyî Ji ber kü Otorîta wî hebu. bes kü te ne gote sadam ne bashê yanî ne gote ez kürdim qet sadam tishtek bi te ne dikir û serê xwe ji te ne di êshand ûhw. Bi kurtasî li gor mirov rastî bibêjê sadam Otorîta xwe bi cih anîbu û valaî weke îro tinebu. Her raste her tisht weke wîbu û her tisht dibin rayedarîya wî debu. Kesekî nikarîbu weke îro kesî bikujê anî wan talan bikê ûhw ku ne bi raya wî buwe Lê pishtî amerîka kete îrakê tishtekî bash kir pêshî keyafa me anî ew jî kushtina SADAM bu ew tenê rast kir û hew. Wekî din tu tishtekî serrast ne kir di Irak`êde. Duvre milet bi kushtine sadam jî poshman kir amerîka. Ka em li pîvanê birin û anînê bass û nebashîyê meyzînin, Gelo ma Amerîka li irakê seherê nav xweî bi dawî kir? Na. Gelo wek kü ew dibêjin ma raste Demokrasî anî irakê? na. Gelo Mishkila kurda û Errba bi dawî kir? na Gelo mishkila Bashurîya û dewleta Tirka Safî kir? na Gelo mesela Kerkük û musilê safî kir? na Gelo bi rastî Irak kire Federal? Na Deka em bênerin ma wî ci anî irakê!… a-kushtin, talan, nefîkirin, kocberî, dijberî û zarokên xelkê li ber dîwara sewî hishtin hem bê Goman ev tisht hemü ji bo kü Petrola Irakê bi xweve girê bidê. Wek kü Lenîn gotîye ticara mirov nikarê shoreshe wekî bazirganîyê xwedêgiravî bibê welatekî dî.. Yanî kes nikarê kesî azad bikê heger ne gelê wî welatî bi xwe bê Wek hatîye Gotin heger dermanê kechel hebîyê pêshî wê di serê xwe bidaye. Heger Amerîka ewqas welatekî kül xeme bere pêshî li binêrê û li welatên kü bi xweve girêdaî binêrê ûhw. Amerika weke Misalâ kü yekî Kurê bi cihê xwede Miz dikir, ew cu cem melê günd Go Seyda; Kurê me bi xwede Mîz dikê ma tu nikarê careserîyekê jêre bikiê? Ez qurba. Seyda jî nego na rabu li gor xwe wî nivishtek jêre cêkir û dermanin jêre nivîsî, mêrik cü malê. kurê vê carê hêdî bi xwede gu kir. Vê neqlê dîsa Zilam cu cem seyda got seyda vêca kurê me bi xwede gujî dikê ma ez Qurba, ti karê wî bikê weke sehra berê? Seyda got tistê ji mi hat mi jêre kir ji halo û pêve ez nikarim tishtekî jêre bikim. Ez di wê bahwerîyêdeme ciqas amerîka di irakêde biminê ewê xerabtir bikê vê neqlê xelkê qundera xwe avêtîyê lê xecarê xelk wê bi tepika û bi hêka herê ser serokê Amerîka ma gelô ne wiloye heger newilo bê ji kerema xwe deke hün fikra xwe bibêjin bêma Bush ci safîkir li Iarkê. Gelo Bush nikarê mishkilê safî bikê anî ew na xwazin? Li gora min ew na xwazin safî bikin ji ber kü na xwazê mishkile li wir bi qedin ji bonî kü kurd anî arab her tim bi Amerîkana hewcebin, ger mesele ne ewbê Bush dikarê di rojekêde mishkila araba û kurda safî bikê ûhw. Gotinek kurda heye di bejin: talîya Tirê Kezî kurê. Mahna vê gotinê evê jinekê di nav cimahetê de tirek kir ji fedîya cu kezîya xwe jî kür kir. Wekî din jî di nav gelde dibêjin Leburdina wî ji kirina wî xerabtire. Ya birez Bush jî eve pishtî vî qasî Taliya tali sola Rojnamevanekî arab xwar evjî helwestek rast buk li gora min. Cima rast bu Wexta kü Bush got xwedêgiravî mi bashî û xweshî anî irakê mi Demokrasî anî irakê hingî rojnamevanê Arab ji derewê wî Qehrî mêfera wî nema sola xwe ji lingê xwe jêkir û avête serê Chorc Bush Bo gotina dawî: eger Amerîka hew bixwazê di wirde rezîl û riswa bibê divê ew di nabîna kurd û herebe de sînorekî deynê û sinorê kürdistanê serrast bikê, mafê kürda bidê wan mesela kerkük û müsilê careserîyekê jêre deynê.divê ew bibêjê Kerkük ya kurdaye di dema osmanlîyade bê heqî li kurda buwîye welatê wan kirine perce û ya rastî eve. Divê ew sîiye û sunîyê ji hev safî bikê dinabîna wande sînorekî deynê û leskerê xwe bikishînê nav Kurda Yanî li gor minû rewsha îro kn xwîya dikê divê Irak bibê di perle irake rast û rast ya Federal ava bikê. Têbînî ez dizanim kü hinke ji xwendevanên Newroz com`ê wê ve meselê bi kevneshopiya sosyalistîyêve girê bidin û wê bêjin vê gavê xwedêgiravî amerîka dest girê Kurdaye anî xemxwerê kurdaye, ez jî di bêjim na neraste amerîka tenê havalê Berjewendîyê xweye devere kü berjewendîya wê jê tinebê ew qet li wir tishtekî nakê. Ezjî di xwazim kü wekî kü hink ji kesên me difikirin xwedêgiravî amerîka ji bo kurda mana wî li Bashur Bashe û ji bo Berjewendîya kurdaye lê bi rastî ez di xwazim bibînim û kurd hew bêne xepandin. Divê wekî go bavû kalê me gotîye bibê wek mîsala: sindirük ser sindirükê mifte li destê bükê Yanî ev tê vê Wate, an kü Külîna Malê, ya xemilandîye Hêvîdarim kü ne bê wek Misala kürê malê û tim Kurdistan xemilandî bimînê hêdî em hew bibin wek pepük û Künda.
Hê şîrove tune ne — yekem bibe.