Ramyarî

Ji héla Bréz Ibrahim Güçlüve DaXuyaniya bo raya gisti hatiya weshandin

azad · 02.02.2006 · 2 dîtin

dem weshandin:1/2/2006 saet 13:09 Di derheqê KURD-KOMa Dîyarbekirê de doz hate vekirin       Dadgeheka Dîyarbekirê bi sebebê Konferansa li ser Komara Kurdistanê ya Mahabadê, doz di der heqê KURD-KOMê vekir. Berpirsê Komelê Ibrahîm Guçlu paraztina xwe bi nivîskî pêshkêshî dadgehê kir.  Dadgeha eslî ya heftemîn ya Dîyarbekirê di der heqê Konferansa KURD-KOMê doz vekir. Berpirsê KURD-KOMê Îbrahîm Guçlu bi nivîskî rastî û heqîya Konferansê parazat. Her weha emê jî  li jêr paraztina Brêz, Îbrahîm Guçluyî pêshkêshî xwendevanan bikin.Ji DADGEHA ESLîYA YA HEFTEMÎN RE,Komeleya Kurd a Diyarbekirê (KURD-KOM), di 03. 04. 2005-an de li Salona Þeredariya Rezan, ji bona ku Serokên Miletê Kurd yên Rojhilata Kurdistanê, Serokên Komara Kurdistanê ya Mehabadê bîrbîne, Dewleta Îranê tewambar bike, civîneke fireh (konferansek) bi dar xist. Bi sedan kes beshdarî Konferansê bûn. Beshdarvanên Konferansê, gellek rengîn û ji gellek beshên civatê bûn. Beshdarvan jin û mêr bûn. Doxtor, parêzer, tacîr, mele, xwendevan; cîwan û kal-pîr bûn.  Bi kurtî dikarim bibêjim ku Civata Kurd li Diyarbekirê û li bajarên hewirdora Diyarbekirê bi gellek rengên xwe, ji Konferansa KURD-KOMê re eleqek nîshan dan. Her kesê beshdarvan, ji nûve bi giþtî dîroka Miletê Kurd û Kurdistanê, bi taybetî dîroka Komara Kurdistanê ya Mehabadê û ya Serokatiya Komarê bîr anî, bi darxistina Serokên xwe êshiyan, zilm û zordariya Dewleta Îranê, hevpeywendî û hevkariya dewletên bi Dewleta Îranê re cîran in, bi awayekî nû shirove kirin, xeterî û nedostbûna wan danîn ber xwe. I- Konferansa KURD-KOMê bêqanunî/bêhuquqî bi qemerayê hat muraqebe kirin… KURD-KOMê, wek di îddianameyê de jî hate diyar kirin, encama îzina (îcazeya) Vilayeta Diyarbekirê, konferans bi dar xist. Ji bona vê yekê jî, ji aliytê de berpirsiyareke siwîl ji bo çavdêriya Konferansê hatibû barpirsiyar kirin. Wezîfeya ev berpirsiyarê siwîl ew bû ku wek Komiserê Hukumetê kar bike, Konferansê guhdar bike û temaþa bike û di encamê de rapora xwe bi niviskî amade bike; di rapora xwe de bîrreyên xwe pêshkêshî dozgeh û berpirsiyarên Vîlayetê bike. Beriya ku Konferans dest pê bike, me wek berpirsiyarên KURD-KOMê, bi Komiserê Hukumetê re danûstandin kir. Di vê danûstandinê de, ji Komiserê Hukumetê zêdetir berpirsiyarên Emniyetê bûn teref û li ser Komiserê Hukumetê bandor çêkirin. Wê demê me dît ku bi zor û daxwaziya berpirsiyarên emniyetê, tê xwastin ku Konferansa me ya ku rengîn û maqul bê muraqebe kirin. Encama vê muraqebeyê jî, ew kesên beshdarvan yên civînê, çavtirsî bê kirin û di pasherojên bê de ew kesan beshdarî karûxebat û konferansên KURD-KOMê nebin. Ji bona vê yekê me jî wek berpirsiyarên KURD-KOMê, ji Komiserê Hukumetê re diyar kir ku bi qamereyê mureqebekirina Koneferans a me ne qanî û ne huquqî ye. Piþtî danûstandinê me, me li hev kir ku li Konferansê deng bê girtin, suret û wenêyên Konferansê nayen girtin. Di van munaqesheyan de, berpirsiyarên emniyetê tu caran Komiserê Hukumetê guhdar nedikirin, ji bona ku lihev kirin nebe hewil didan. Civîna me civîneke salona vekirî bû. Ev civîna di destûra KURD-KOMê de wek xebatê hatibû diyar kirin. Civînên, di salona de pêk tên, wek di biryarên Daniþtay û Dadgehên Îdarî de jî hatine diyar kirin, ev civînan di naveroka Qanuna Hejmara 2911-emîn, yanî di naveroka Qanuna Meshên Bi Qerektera Xwepîþandin û Civînan de nîne. Ji bona vê yekê, muraqebeya civîn û konferansa me bi qemereyê qanunî nebû. Berpirsiyarên Vîlayetê û bi taybetî jî ew kesên berpirsiyar yên emniyetê ji derveyî qanunê hereket kirin û qanun dan bin lingan. Biryarên ku di derbarê vê pirsa ku civînên salonên girtî dehatine dayin ew in: a) Biryara Daîra Dehemîn ya Daniþtayê, Hejmara Biryarê: 1992/03233-ê ye. Hejmara Bingehî (Esasî): 1990/0741-ê e. b)Biryara Dadgeha Îdarî ya Duyemîn ya Stenbolê: Hejmara Bingehî: 2001/1296 e. Hejmara Biryarê: 2001/1806 e. c) Biryara Daîra Dehemîn ya Daniþtayê: Hejmara Bingehî: 2002/1966 e. Ev biraya di 20.5.2002-an de hatiye dayin. D)Biryara Dadgeha Îdarî ya Duyemîn ya Sakaryayê: Di sala 5.9.2003 de û bi hejmara bingehî ya 2003/1130-yî hatiye dayîn. Ev biryaran jî diyar dikin ku di van civînên salonan de bi qemereyê tespît kirin neqanunî ye. Dema ku di civînên vekirî de, Komiserê Hukumetê sucekî tespît bike, wê demê bi qemereyê tespît kirin, dibe mafekî qanunî. Heger ev qanuna ji bo civîna me jî derbas bibe, gerek di civîn û konferansa me de ji aliyê Komiserê Hukumetê sucek bihata bi cih kirin. Ev jî bi guhdarî û bi temaþeyê dibe. Komiserê Hukumetê beriya ku konferansa me temaþe bike û guhdar bike, di bin bandora dezgeha emniyetê de biryar dabû ku Konferansa me bi qemereyê bicih bikê, ji bona me Xeterekê (sucekî tesîs) ava bikin. Ji bona vê yekê pêwîst e ku bi cikirinê qemereyê wek delîl nayên pejirandin. Ev delîla ji dosyayê bê derxistin. Ji bona ku di derbarê me de ev doza hatiye vekirin, gerek ev doza jî ji holê rabe. II- Riya operasyon û binçavkirin û îfadegirtina me bi riya emniyetê jî neqanunî bû… Piþtî civînê rojek jî derbas nebû ku l i ser KURD-KOMê û li ser amadekarên civînê û li ser ew kesên ku di civînê de axiftin kiribûn operasyona polîsan pêk hat. Ev rastiya jî nîþan dide ku beriya ku dîsketa qemereyê biçe Vilayetê û Vilayet muraqebe bike û bigihîje biryarekê. Lê belê dîsket rasterast ji aliyê berpirsiyarên emniyetê de hatiye girtin û piþt re di derheqê me de operasyonê dest pê kir. Ez di baweriyê de me ku Dozkar jî di bin bandora polîsan de, bi lezûbez biryar da ku ji bona me operasyon pêk bê. Ev tespîta me, di pêvajoya operasyonê û ifadegirtina me de jî gelek aþkere derkete holê. Dema ku di derbarê me de operasyonê dest pê kir, polîsan her çiqas tu biryara dadgehî ya girtina û lêgerîna cîûwarê me jî tune bû, avêtin ser KURD-KOMê û ser malên berpirsiyarên Komeleyê me û axevtevanên Konferansa me. Em bi zorê girtin birin, Daîraya Emniyetê ya Terorê. Demeke dirêj me nedizanî ku di derbarê me de biryara binçavkirinê tune ye. Lewra ji bo me muamerleya binçavkirinê hat meshandin. Pishtî ku parêzerên me mudaxilî pirsê bûn, me zanî ku biryara binçav kirina me tune ye û dîsa me zanî ku mafê polisan tune ye ku me bibin emniyetê û me binçav bikin. Gorî Rêbaza Cezayî, Dozkar bi niviskî ji me daxwaz dikir ku em di derbarê konferansê de îfade bidin. Em jî diçûn me îfadeyên xwe dida. An jî dozkar di derbarê me de ji dadgehê biryara girtina/tewkîfa me dixwast, dema ku dadgehê ji bona me biryar bida, ji polîsan dihat xwastin ku me binçav bikin û teslîmî dadgehê bikin. Gelek ashkereyê ku biryara binçavkirinê ya dadgehî tune ye, lê dîsa jî polîsan qanun û huquq dan bin piyan û em girtin, bi zorê em ji komeleyê û ji mal em birin emniyetê. Ji bona vê ez di derbarê polîsan de dadgehkirinê daxwaz dikim.. III- Dozkar jî berpirsiyar e û heta wezîfa îfadegirtinê teslîm kirina polîsan ne huquqî ye. Gerek doza hatiye vekirin ji holê rabe... Ez di vê pirsê de dozkar jî, ji polîsan zêdetir berpirsiyar dibînim û dibêjim ku dozkar li derveyî qanun û huquqê hereket kir. Heta ez dikarim bibêjim ku dozkar ewqas di bin tesîra polîsan de ma bû ku wezîfa xwe ya îfadegirtinê jî dewrî polîsan kir. Polîs, her çiqas wezîfader nebûn jî, xwastin ku îfade me bigrin. Min û hevalên min jî, ji bona ku ev kar a neqanunî dîtin, ifade neda polîsan. Lê me gellek aþkere diyar kir ku em amade ne ku îfadeya xwe bidin dozkarê berpirsiyar. Hezar mixabin, piþt re Dozkar îfade me negirt. Di derbarê me de doz vekir. Heger li emniyetê me negotûbû ku em amade nî ku îfade bidin, doz vekirina dozkar qanunî û gorî rêbaza cezayê dibû. Lê ji bona ku me gotibû ku emê îfade bidin dozkar, gerek dozkar ifade bigirta. Lê negirt, ji bona vê di derbarê me de doz vekirin huquqî nîne. Gelek aþkereyê ku dozkar ji van karan berpirsiyar e û huquqî hereket nekiriye. Gerek ji ji bo dozkar ji du aliyan de kar bên girtin. Karê yekemin: Di derbarê dozkar de gerek tehkîkat bê vekirin. Ez bawer im ku ev yeka li Dezgehan Dozkaran yê Bilind dibe. Karê duyemîn: Ji bona ku dozkar îfada me negirtiye û di derbarê me de doz vekiriye, gerek ew doza ji holê rabe. An jî ji destpêkê de ji nûve prosêsa dozê dest pê bike. Heta polîsan ewqas neqanunî hereket kirin ku ji hevalên me yên parêzer jî xwastin îfade bigrin.IV- Armanca emniyetê provakasyon û balevkirina konferansê bû… Konferans a KURD-KOMê bi awayeki aþitîxwaz û demokratîk didomand. Helbet dema ku Konferansa me dest pê bike, grubek polîs û berpirsiayarên wan, hatin li ber salona konferansê, her çiqas heqê wan jî nebû rûniþtin. Diyar bû ku ew.polîsan, dixwazin mûdexeleyî konferanê bikin. Hezar mixabin, ji bona vê yekê jî gellek hewil dan û berpirsiyarên komeleyê tehdît kirin. Ji boan vê yekê jî careke din em gihîþtin wê reyê ku polîsan di destpêkê de biryar daye ku civîna me belav bikin, beþdarvanên hêja çavtirsî bikin. Lê berpirsiyarên KURD-KOMê îzin nedan van karan. Beshdarvanên civînê wek lehengan li ber xwe dan. Pishtî ev civîn û konferansa me, zêdetir beshdarvan hatin civînên me yên ku nû hatin bi dar xistin û ji KURD-KOMê re xwedî derketin. Ez li pêsh dadgeha we, ji bona helwesta wan ya lehengî, kurditî, huquqî û demokrat ji berpirsiyar, damezrêner, endam, alîkar û dostên KURD-KOMê re rêz û hurmetên xwe diyar dikim. Ez dibêjim baþ e ku gel heye, di encamê de sîstemên otorîter, totalîter û kolonyalîst ceza dikin û berpirsiyarên wan mehkûm dikin. V- Min di konferansê de li ser nav KURD-KOMê qise kir… Min jî di konferansê de li ser navê KURD-KOMê axiftin kir û konsepteka fikrî, pishtî vebûna konferansê pêshkêshî beshdarvanên hêja yên civînê kir. Axiftina min niviskî bû. Konsepta fikrî ya KURD-KOMê þeþ rûpel e û ji 8 beþan hatiye hûnandin. Beshem Yekemîm: Serekrêza konsepteyê ye. “Dibêje ku Pêshewa Qazî Mihemmed û Þehîdên Komara Kurd a Mehabadê Nemir in”. Besha Duyemîn: “Rewsha Kurdistanê” ye. Besha Sêyemîn: “Komara Mehabadê a Kurd” e. Besha Çaremîn: “Komara Mehabad û Melle Mistefa Berzanî” ye. Besha Pêncemîn: “Karên Pêkhatibûn” e. Besha Þeshê sheshemîn: “Dîlgirtina Qazî Mihememed û Seyfî û Sadrî Qazî” ye. Besha Heftemîn: “Dadgehkirin – Li Meydana Çarçira Daleqandin” e. Besha Heshtemîn: Dawî ye. li wir tê gotin ku “Em ji serok û hemû Shehîdên Komara Kurd a Mehabadê re rêz digrin, bila serê we û Miletê Kurd sax be. Þehîd û Serokên Kurdistanê bi giþtî ji me re rê û rêbazê nîþan didin. Emê wek millet û wek dezgehên Kurd ji têkoþîna serok û þehîdên Kurdistanê ders derxin, têkoþîna miletê xwe pêsh bixin. “…….Amed, 03. 04. 2005.” Ez wek shexis û em wek KURD-KOM, ji ev bîrûreyên ku me pêshkêsshî konferansê kiribûn yani þeþ rûpel konsepta xwe ya niviskî re gellek aþkere xwed derdikevin. Ji bona ku di derbarê van nerînên me de doz hatiye vekirin, ev xwedîderketina xwe dubare ne hezarbare dikin. Reyên me gellek þaþ hatine vergerandin. Ji bona vê yekê ez ew konsepta KURD-KOMê ya nivikî jî pêþkêþî we dikim. Gerek wergerê ku aliye dadgehê de de bê tespît kirin, ev nêrînên KURD-KOMê wergerîne û pêþkêþî dadgehê bike. VI- Ji dîroka û mafên neteweyî yên miletê kurd û serok/shehîdên miletê kurd re xwedî derketin mafek e.. Miletê Kurd, miletekî dîrokî yê Rojhilata Navin e. Miletê Kurd jî, wek miletê din, xwediyê welatekî ye. Welatê Kurdan, Kurdistan e. Di vê qonaxê de Welatê Kurdan Kurdistan, çar bese. Beshbûna Kurdistanê, di sala 1639-an de bi Peymana Qesr-ý Þîrînê dest pêkir. Bi Peymana Lozanê gihîshte merheleya çar beþshn. Miletê Kurd, xwediye dîrokekê, xwediyê zimanekî û xwediyê çandekê ye. Pishtî ku Kurdistan bû çar beþ, Miletê ji aliyê çar dewletan (Komara Tirkiye, Îran, Ýraq û Suriye) de ji hemû mafên xwe bêpar bû û welatê wê hat dagirtin. Li hemberî vê rewþê, bi sedan sal e ku têkoshînek tê dayin. Encama van têkoshînan di sala 1945-an de Komara Kurd a Merabadê ava bû: Hezar mixabin di demeke kurt de ji aliye Dewleta Îran ve hat rûxandin. Di sala 1970-yî de li Baþurê Kurdistanê Otonomiya Kurdistanê ava bû: Hezar mixabin ev otonomîya jî, encama Peymana Cezayirê (1975) ji holê rabû. Îro, bes li Bashurê Kurdistanê guhartinek pêk hatiye, Dewleta Federe ya Kurdistanê ava bûye. Li hemû beþên din jî, têkoþîn û xebata miletê Kurd berdewam e. Helbet her dezgehekî Kurd û her kurdek xwediyê maf e ku: a) Ji mafên xwe yên miletî û neteweyî re xwedî derkeve û ji bo mafên xwe xebat û têkoþîn bide. b) Ji welatê xwe re xwedî derkeve. c) Ji dîroka xwe re xwedî derkeve. d) Ji ziman û çanda xwe re xwedî derkeve. e) Ji serok û þehîdên xwe re xwedî derkeve. f) Ji rewþenbîr û zimanzanên xwe re xwedî derkeve. KURD-KOMê û min jî wek shexis ew mafên xwe me bi kar anî û wezîfeya xwe li hemberî miletê xwe anîcîh. Ev karên me ji bo Tirkekî çawa xwezayî ye, ji bo me jî xwezayî ye. VII- KURD-KOMê ji tu kes û miletekî re dijminatî nekiriye û ji bo wan nefret telkîn nekiriye: Bes mafê miletê xwe daxwaz kiriye û parastiye… Dozkarêserek yê Komarê îddia dike ku me di navê Miletê Kurd de li hemberî Miletê Tirk dijminatî û nefret xurt kiriye. Dema ku konsepta me ya niviskî bê xwandin û bîrûreyên me gorî pîvanên objektîf bê þirove kirin, dê bê bi cihkirinn ku KURD-KOMê û min ji tu Miletan re dijminitî nekiriye. Em ji hêjayiyê miletê xwe re û ji maf xwe yên neteweyî re xwedî derketine. Ez careke din vekirî dibêjim ku em dijminên tu miletan û kesan nînin. Em ji wan dewletên ku mafên me yên neteweyî gasp kirine, mafên xwe daxwaz dikin. Ji derveyî vê, di qanunê de “texlukeya nêzik” pîvaneke girîng e. Ev pîvana jî, pishtî bûyerê û bi taybetî jî piþtî konferansa me gerek rû bida. Di ser Konferansa me re 9 meh derbas bûye. Ne di dema konferansê de, ne piþtî konferansê demekê kurt de û ne jî heta nûha bûyerek neqewiye û li hemberî Miletê Tirk li ser navê me êrishek pêk nehatiye. Ji bona vê yekê, bingeha vê dozê tune ye. Pêwîst e ku ev doza ji holê rabe. VIII- Bîrûreyên me þiddetê teþwîk nake û bîrûreyên me di bin parastina Peymana Mafên Mirov ya Ewrupayê de ne.. KURD-KOMê û li ser navê KURD-KOMê min, di konferansê de fikrê xwe anîn ser zimên. Me di bîrûreyên xwe de þîddet teþwîk nekiriye. Bes me reyên xwe îfade kirine. Gorî Peymana Mafên Mirov ya Ewrupayê bîrûreyên me di çarçewa xweîfadekirinê de bes tê shirove kirin. Ji bo van bûyeran Dadgeha Ewrupayê jî gelek biryar dane û di derbarê van pirsan de Komara Tirkiyeyê neheq dîtiye. Gelek Dadgeh û Dozkarên Tirkiyeyê jî, gorî biryarên Dadgeha Ewrupayê û bi taybetî jî gorî Peymana Maf Mirov yê Ewrupayê biryar dane. Ez ji bo mînak, biryara Dozkarê Komarê ya Diyarbekirê Birêz Sileyman Karaca pêþkêþî dadgeha we dikim. Ev biryara di 28.01.2005-an de hatiye dayin. Dema ku ev biryara bê shîrove kirin, dê bi gellek hêsanî tespît bibe ku ev doza derbarê me de vebûye, ne di cîh de ye. Ji bona vê yekê ez ji dadgeha we dxwaz dikim ku ew doza ji holê rabe . 01. 02. 2006 ÎBRAHÎM GUÇLU

Yên Eleqedar

Şîrove (0)

Hê şîrove tune ne — yekem bibe.