ÇI BIKIN?
Bîşar Norşîn · berî 7 meh
Serhad B.RÊNAS · 05.11.2005 · 2 dîtin
Hawar Kurdistan Media Group piştî 10 rojan ya vebûna xwe niha dest bi rêza kampanyayên mijarên bi kêşe û girîng ya Kurdistanê dide destpêkirin.Kampanyaya yekemîn ser mijara ku di rojên dawî de jî bi gotinên derveyê zanistîyê û rastîyê ya Ferhad Meşakelî dijî malbata Bedîxanîyan û Elfebeya Latinî ket rojevê, meseleya çareserkirina kêşeya Elfebeya Zimanê Kurdî ye.Xwendin û nivîsandina zimanê Kurdî ji ber helwestên zorbarî û bi yasayên ji mirovahîyê der hatibû qedexe kirin ketibû asta herî kêm.Tenê "feqî" û "mela" yên ku di medreseyan de perwerdeya olî bi zimanê Kurdî girtibûn istisnaya vê yekê bûn.Berhemên Kurdî yên kevn ku bi vê elfebeyê hatibû nivîsandin feqî û melayan ve ji ber ku elfebeya Erebî dizanî bûn hat parastin.Lê ji ber perçe bûna Kurdistanê,nebûna elfebeyekî standart û nabûna delfeta perwerdeya Kurdî û ji ber ku Komara Tirk xwendin û nivîsandina Kurdî qedexe kiribû nifşên Kurd ji delfeta xwendina qezenca bi sedal salan; berhemên nivîskî yên Kurdî bêpar man.Di vê çerçoveyê de pira di navbera nifşên û nifşên berê de hat rûxandin. Ji nifşên nû lêkolînvanên wêrek jî ji ber ku elfebeya Erebî nizanîbûn berhemên Melayê Cizirî,Ehmedê Xanî,Elî Heriri,Feqiya Teyran ku hemû dewlemendiya zimanê Kurdî diparêzin nikarîbûn bixwînin.Zimanzanên Kurd bo ji holê rakirina kêşeya elfebe cara yekem 1918’an de dest bi xebatê kirin ku hin vê demêde Komara Tirk ne hatibû damezirandin û Tirk derbasî elfebeya latinî ne bûbûn.Lê temam kirin û bikaranîna elfebeya latinîya Kurdî sala 1932’ê de pêk tê.Cara yekem di sala 1918’de ji aliyê elfebeya latini pirtûka bi navê Elîfba Kurdî ku aliyê Mîr Celadet Elî Bedirxan(1893-1951) ve hatibû nivîsandin de hat bikaranîn.Di wan salan de li Başurê Kurdistanê hewldanên Xelîl Xeyalî û Tewfiq Wehbi hêvîyên Bedirxan mezin kiribû.Kovara Jîn ku di vê demê de li Kurdistana Bakur dihat weşandin ji yekem hejmara xwe û pêve li beramberî rexneyên tund dihat.Çinkî gelek tîp ji dervey wateya xwe ya rastîn dihat bikaranîn û ji derdorên zimên û xwendevanan rexneyên tund dihat.Rêveberên kovarê jî wiha bersiv dida ”Ka em çi bikin,zimanekî arî encax bi elfebeyekê samî wiha tê nûsîn”(*). Piştre jî elfebeya latini di kovara ku ji aliye Celaled Elî Bedirxan ve hat derxisin de-ev kovar kovara Hawar(1932-1944) bû- jî hat bikaranîn.Bi vê avahî zimanê Kurdî bi taybetî Kurmancî derbasî elfebeya latinî kiribû.Kurdistana Başur û Rojhilat ji ber ku dewletên ku wan perçeyên Kurdistanê dagirkirine elfebeya wan a fermî elfebeya Erebîye,elfebeya latinî re entegre nebûn.Di dema me de di Kurdistana Bakur,Kurdistana Başur-Rojava,Ewrûpa û Rûsya(li gel elfebeya Kirîlî) elefebeya Latinî,li Kurdistana Başur û Kurdistana Rojhilat de elfebeya Erebî tê bikaranîn.Kurdistana Başur de televizyonan û hin kovarên Kurdî,hin malperên înternetê û hin pirtûkên Kurdî ku tên çap kirin de elfebeya Latinî tê bikaranîn û xebatên bi vî rengî jî zêde dibin.Lê zimanê ku,zimanê 45-50 mîlyon mirovan be elfebeyek yekgirtî yê vî zimanê nebe.Ev jî malkambaxîya me ya Kurdan e.1▪ Elfebeya Erebî ji alîyê rêzimanê de zirarê dide Zimanê Kurdî û di nav elfebeya Erebî de gelek tîpên ku di zimanê Kurdî de hene,nînin.Elfebeya Erebî bo zimanê Kurdî di gelek waran de kêm e.2▪ Pirtûk,kovar,rojname û hemû weşanên nivîskî ku li Kurdistana Azad û Kurdistana Rojhilat dertên Kurdistanîyên ku elfebeya latinî bikartînin nikarin sûd verbigrin.Heman şiklî Kurdistanîyên ku elfebeya erebî bikartînîn nikarin berhemên ku li Kurdistana Bakur,Kurdistana Rojava,Ewrûpa û Qefkaya bixwînin.Ev yek jî dibe asteng ku; -arşîveke neteweyî pêk were ku arşîv hişe milletekê ye û arşîv garantî û çavkanîya pêşketinên pêşarojê ye-riheke hevbeş di wêje û çanda Kurdî de xurt bibe3▪ Nebûna elfebeyekê hevbeş nêzîk bûna zaravayên Kurmancîya jêr û jor jî asteng dike.Her wiha ber rûniştina rêzimanê Kurdî jî digre.4▪ Pêşketinên teknolojîk û zanyarî de elfebeya Erebî nikare bersivê pêwîstîyên sedsala 21.an bide.Li Cîhanê pêşketinên di warên teknolojî,zanist û ragihandinê bi giştî ser bingeha elfebeya latinî birêve diçe.5▪ Nebûna elfebeyekê hevbeş ya neteweya Kurd bo dijminên Kurdistanê dibe sedema kêfxweşîyê.6▪ Bi tu avahî têkîlîya ol(dîn) û ziman nîne.Bila kes xwe paş perdeya olê veneşêre.Elfebeya hevbeş ya neteweya Kurd latinî be jî hemû Kurdêm misiliman dikarin dîsa Qûranê Kerîm bi avayekê normal bixwînin.Pejirandina elfebeya latinî bi tu avahî zirarê nade misilimantîya Kurdan.Hemû misilmanên ku ereb nînin(ji xeynî fars,efqen û pakîstanîyan) wisa dikin. Êdî bo sekinînê tu sedem nîne.Divê zûtirîn kat de Kurd vê meseleyê bigrin rojevên xwe.Ger kêşeyên bingehîn ya gelê Kurd çiqas zû werin çareser kirin vê gavê lezahîya pêşketinê jî di hemû waran de -wek ziman,wêje,medya,mûzîk,çand û hwd.- zêde bibe.Serdema têkoşîna mayîn û nemanê derbas bû niha dem dema pêşketin û pêşxistinê ye.Ji ber vê yekê jî tu wateya paşvexistina çareserîyên pirgirêkan nîne.Niha perçeyekê xaka Kurdistan Azad e û Hikumet,Parlemen û gelek dezgehên Kurdistanî heye ku kêşeyên wisa de rolekê bingehîn bileyzin. Ji ber wan sedemên girîng û bo pêkhatina yêkîtîyê di zimanê Kurdî de hewceye ku Kurdistana Azad bi temamî derbasî elfebeya latinî be.Bo vê yekê jî divê Hikumeta Kurdistanê,Parlemena Kurdistanê û hemû dezgehên têkîldar dest bi xebatê bikin.Di Konferanseke mezin û girseyî a zimanê Kurdî ku ji layê Dewleta Federal a Kurdistan û akademîyên li Kurdistana Azad were çêkirinde biryara derbas bûna elfebeya latinî were girtin.Divê ev konferans bi tevlîbûna ji her perçeyên Kurdistanê hemû kes û sazîyên pêwen were li dar xistin.Bi vî avahî him zimanekê standart pêk were him jî ji qezenc û rabirdûya xwe qut nebe.Piştî peyda kirina û pêkanîna çareserîyê hemû arşîva ku bi elfebeya erebî hatiye nivîsan din vê bo latinî werin wergerandin.Gotinên Ferhad Meşakelî her çiqas gotinên cahîlî be jî em spasîya wî dikin ku bu egera destpêkirina vê kampanyayê.Em wek Hawar Kurdistan Media Group gotinên ji derveyî vacê ya Ferhad Meşakelî. Malbata Bedîrxanîyan di dîroka Kurdistanê de bi taybetî di warên ziman,wêje,çapamenî de bi delfetên kêm şoreşên mezin çêkirine.Celaled Elî Bedîrxan tenê bi serê xwe kovarake wek Hawar dîyarîyê dîroka me kirîye û ronesansek mezin çêkirîye.Divê ev kes her çi bibe bila bibe bizanibe ku tu tişt vê mafê nedide ku li dijî wan mirovên birûmet û Kurdperwer gotinên nerast bêje.Heta ku Ferhad Meşakelî lêborîna xwe ji gelê Kurd nexwaze divê medyaya Kurdî dev ji meseleyê bernede.----------------------------------------------------------------------------------------------------------------Hûn dikarin nav,cîh û nêrînên xwe bişînîn li navnîşana elfebe@hawardengubas.com .Piştî mehekê HawarDengûbas.com peyamên ku hatine şandin wê bişîne cihên têkîldar wek Hikumeta Kurdistan,Parlemena Kurdistan,Korî Zanyarî Kurdistan,Enstîtuyên Kurdî,Zankoyên kurdî û navendên din yên pêywendîdar da ku bo çareser kirina vê arîşeyê gavek bêne avêtin..Hûn dikarin pêşnîyarên xwe jî bo çareser kirina vê kêşeyê jî dîyar bikin.----------------------------------------------------------------------------------------------------------------___________________________________________________________________Hawar Dengûbas.com / www.hawardengubas.comHawar Kurdistan Media Group / www.hkmg.netHer wiha hûn dikarin peyamên xwe bişînin li navnîşanên jêr ku ji vê meseleyê berpirsyarin.-----------------------------------------------------------------------------------------------------------------Li Kurdistana FedereHikumeta Kurdistan – www.krg.org Parlemena Kurdistan – www.kurdistan-parliament.com Korî Zanyarî Kurdistan Wezareta Rewşenbirî- http://www.w-roshnbiri.org Partîya Demokrata Kurdistanê- www.kdp.pp.se Yekîtî Niştimanî Kurdistan- www.puk.org Yekîtîya Mamosteyên KurdistanêHEVGIRTIN http://www.hevgirtin.com KURD-ACADEMIC http://www.clark.net/kurdKAN http://welcome.to/kurdish-academic5C KSN http://www.geocities.com/kurdishsn KCA-KURDISH CULTURAL ASSOCIATION http://kca10.tripod.com ZANKOYA DUHOK http://www.uni-dohuk.net ZANKOYA SELAHADDÎN http://www.salun.org ZANKOYA SULEYMANİYE http://www.univsul.com Li Kurdistana Bakur û Tirkîyeyê ENSTÎTUYA KURDÎ-AMED(DÎYARBEKIR)ENSTÎTUYA KURDÎ-STENBOL http://www.kurdishinstitute.org KURD-KAV-Weqfa Çand û Lêkolînî ya KurdîLi Kurdistana RojhilatENSTÎTUYA KURDISTAN-TEHRAN http://www.kurdistanir.com/index.asp Kurdistana RojavaEwrûpaENSTÎTUYA KURDÎ-BRUKSEL http://www.kurdishinstitute.be ENSTÎTUYA KURDÎ-PARIS http://www.institutkurde.org ENSTÎTUYA KURDÎ-BERLIN http://members.aol.com/kurdins ENSTÎTUYA KURDÎ-SWEDEN http://www.kurdit.se/kurdinst/index.html YMK(YekîtÎya Mamostayên Kurdistan) http://www.ymk.de DIBISTANA KURDÎ www.dibistanakurdi.com EmerîkaENSTÎTUYA KURDÎ-WASHINGTON http://www.kurd.org HawarDengûbas/Hawar Kurdistan Media Group
Hê şîrove tune ne — yekem bibe.