ÇI BIKIN?
Bîşar Norşîn · berî 7 meh
azad · 09.11.2006 · 2 dîtin
Xewna Shîlanê"Newroz" Shîlan keçeke 6 salî ye. Ew li Almaniyayê hatiye dinyayê. Dê û bavê Shîlanê bi roj diçin kar. Shîlan îsal nû diçe dibistanê. Kêfa wê ji dibistanê re zaf tê û ew ji mamosta xwe pir hez dike. Mamosta Shîlanê jî bi wê zaf kêfxwesh dibe. Shîlan dikane bi du zimanan baxive. Ew li mal bi Kurdî û li dibistanê bi Almanî dipeyîve.Shîlanê welatê dê û bavê xwe hên nedîtiye. Li wê derê dapîr, bapîr, ap, met, xaltî û xalên Shîlanê hene. Ew wan hên nas nake. Carcaran ewê fotografên xwe dishînin. Shîlanê ew li ser fotografan dîtine. Herçî bav û dayîka Shîlanê qala welêt dikin, ew tim bala xwe dide ser gotinên wan.Îro ji rojan rojek ji meha Adarê ye.Bavê Shîlanê got:"Sibe li ba me destpêka biharê ye û hem jî sersala me ye, yanê Newroz e."Shîlanê gotina bavê xwe birî û got:"Bavo, sersal pir demek e, ku derbaz bûye."Bavê Shîlanê kenîya û got:"Na, qiza min, ew li vê derê bû. Li ba me, yanê li Kurdistanê sibe 21ê Adarê ye û Newroz e. Sibe salake nû dest pê dike. Rojên zivistanê yên sar êdî qedîyan. Berfa serî çîyayên bilind dihele. Newal û çem cosh dibin. Çîya û zozan, desht û mêrg, her der shîn dibin. Der û dor bi bihn û rengên kulîlk û çiçekan tê xamilandin. Çi dar û ber, çi kurm û kêz, çi kulîlk û çîçek, çi çivîk û balinde; li her alî bi jîyaneke nû dest pê dike."Shîlanê dîsa pirsî:"Bavo, li Newrozê, wek li vir, pir bombe tên teqandin?"Bavê Shîlanê got "Na, keça min!" û domand:"Roja Newrozê her kes, jin, mêr, xort, qîz, keçik û lawik kincên pak û rindik li xwe dikin. Jin û keç xwe bi xeftanên rengîn dixemilînin. Li her derê rengên sor, sipî kesk û zer tên daliqandin. Li ser çîyan, giran û li deshtan agirên mezin ji bo Newrozê tên dadan. Shênî hemû li dora agiran dicivin, govend û dîlanê dikin û bi dehol û zurnê cejna Newrozê pîroz dikin. Keç û kur xwe di ser agir re davêjin. Her kes cejna Newrozê li hev pîroz dike û bi vê cejnê sha û dilgesh dibe. Ew ji bo sala nû kêfxweshî, tendurustî, ashitî ji hev re hêvî dikin. Li Kurdistanê shahîya Newrozê 3 rojan dom dike."Shîlanê dixwest, ku hên ji bavê xwe pir tishtan bipirse. Lê dayîka wê dest bi axaftinê kir û got:"Shîlan, qîza min a delal, rabe, dereng e! Diranên xwe firçe bike û here razê! Ezê sibe te zû hishyar bikim. Sheva tê ezê ji te re çîroka Newrozê hewaldim."Shîlanê bi dilekî xwesh dayîk û bavê xwe maç kirin û got:"Shev bash dayê! Shev bash bavo!""Shev bash qîza min!"Shîlanê xwe xist nav nivînan, welatê dayîk û bavê xwe di ber dilê xwe re bir anî û pashê kete xeweke kûr û xewneke dirêj.Shîlan bi hevalên xwe re li baxçeyê dibistanê digerîya. Wê kincên xwe yên rengîn û pak li xwe kiribûn û porê xwe bi kurdeleke kesk û sor, sipî û zer xemilandibû. Hemû hevalên Shîlanê, yên ku ew didîtin, bawer dikirin, ku îro roja bûyîna Shîlanê ye û ji wê re digotin:"Roja bûyîna te pîroz be!"Shîlan her carê dikenîya û digot:"Îro ne roja bûyîna min e. Îro Newroz e. Yanê roja nû ye ji bo me Kurdan. Îro sersala me ye."Shîlan û hevalên wê li ezmên nêrîn. Li hêla wan leglegeka sipî ya mezin peyda bû. Carakê di ser dibistanê re firîya û pashê hat li baxçeyê dibistanê danisht. Hemû shagirt li dora leglegê kom bûn. Legleg berê li zarokan nêrî û got:"Roj bash hevalno! Newroza we pîroz be!"Ji Shîlanê bêtir tukes tê negihîsht, ku legleg çi dibêje.Shîlan bi pêshde çû û silav da leglegê:"Roj bash. Bila Newroza te jî pîroz be. Tu çawa dizanî, ku îro Newroz e?"Leglegê dest bi axaftina xwe kir û got:"Ez ji Kurdistanê têm. Îro li wê derê Newroz e.Hin leglegên din jî çûn welatên din. Em dixwezin zarokan ji hemû welatan bibin û bi wan re cejna Newrozê pîroz bikin."Shîlan hên nêzîkî leglegê bû û bi dengekî xweshik û nerm got:"Dayîk û bavên min jî ji Kurdistanê tên. Min hên Kurdistan nedîtiye. Dapîr, bapîr û hemû xizmên min li wir dijîn. Leglega delal û hêja, tu dikanî min bi xwe re bibî?"Leglegê got "Erê", û domand:"Tu dikanî du hevalên xwe yên din jî bi xwe re wînî."Shîlan carekê li dora xwe nêrî û bi destên Susî û Miryamê girt û hemûyan bi hev re xwe avêtin ser pishta leglegê.Legleg pir bilind firîya. Ew derket ser ewran, di ser pir çîyan, çem û welatan re firîya. Shîlan, Susî û Miryam pir kêfxwesh bûn. Carekê Shîlanê dît, ku li her derê agir hatine vêxistin û dû bilind dibe.Hewildana bavê Shîlanê hate bîra wê û pirsî:"Leglega delal, em gihîshtin, ne wisa ye?"Leglegê got "Belê!" û giran giran li nav shênî daket.Shîlan, Sûsî û Miryamê hemû sipasî leglegê kirin û bi çavên matmayî li dora xwe nêrîn.Li her derê agir hatibûn dadan. Kal, pîr, jin, mêr, qîz, xort û zarok ketibûn govendê û hinan jî xwe di ser agir re davêtin. Her sê heval bi vî tishtî pir kêfxwesh bûn û ew jî ketin govendê.Dema ku dayîka Shîlanê ew maç kir, wê çavên xwe vekirin û ji xewna xwe ya xweshik derket. Dayîka wê got:"Roj bash keça min a delal. De rabe, îro Newroz e! Ez Newroza te pîroz dikim."Shîlanê nexwest ku hishyar bibe. Wê dixwest, ku xewna wê hên bidome. Gavek derbas bû û wê jî ji dayîka xwe re got:"Newroza te jî pîroz be, dayê!"Shîlanê xwe ji bo dibistanê amade kir. Wê ji bo hevalên xwe tishtên xwerinê xistin tûrikê xwe. Dema ku Shîlan ji malê derdiket, got:"Dayê, em dikanin sala tê, li Newrozê herin Kurdistanê?Dayîka Shîlanê lê vegerand:"Êvarî, ku bavê te hat, em dikanin bi hev re li ser baxivin.""Bash e, bimîne di xweshîyê de, dayê!""Here, bi xweshî, qîza min!"
Hê şîrove tune ne — yekem bibe.