ÇI BIKIN?
Bîşar Norşîn · berî 7 meh
Kerîm Shareza · 30.09.2005 · 2 dîtin
Navê temam yê dîrokvan û rojnamevanê jêhatî Huznî Mukrîyanî, Seyîd Husênê kurê Seyîd Ebdulletîf kurê Shêx Îsmaîl e. Ew li sala 1893 li bajêrê Mahabad hate dinyayê. Her di zaroktîya wî de zîrektî û bilimîtîya wî dihat xûyakirin.. Ew evîndarê Kurdperwerîyê bû. Emre wî 12 sal bû kes û karên xwe û bajêrê Mahabad bi cîh hîsht û cû Meraxê, Tebrîz û Yerîvan. 12 sal jî bi kincên Efxanî hemû Kurdistanê û welatên derveyî gerîya ji bo komkirin û tomarkirina dîroka Kurd. Ew yekemîn kes bû, nirxekî taybetî dabû nivîsandina dîroka Kurd bi zimanê kurdî.. Huznî giringîyek gellek mezin dida hemû warên zanist ji dîrokê bigire heta wêje, rojnamegerî, morcêkirin, wênegirî, xweshnivîsî, klisheyên wênesazkirinê bi dar htd... Wê dema ew dijîya wî berhemên edebî û dîrokî nivîsî û bi xwe capkir. Wî di navbera salên 1925 heta 1947, 18 pirtûkên bi nirx capkir ku piranîya wan li ser dîroka Kurd û Kurdistanê bûn û xwedanê zanyarîyên bi nirx in.Ew di nav Kurdan de yekemîn kes bû, capxane ji bo xizmeta ziman, dîrok û edebîyata Kurdî damêzrand. Wî li sala 1915 li bajêrê Helebê capxanek damêzrand û pashê jî li sala 1925an de capxana xwe bir Kurdistana Bashûr û li Bajêrê Rewandizê damêzrand. Di navbera salên 1926 û 1932 de kovara ZARÎ KURMANCÎ li wir capkir. Ji wê kovara nabirî 24 hejmar belavkir. Di navbera salên 1935-1936‘an de li bajêrê Hewlêr ligel parêzer Shêx Mustafa kovara RONAKÎ derxist. Di navbera salên 1943 heta 1947‘an de rojnameya DENGÎ GÊTÎ TAZE bi hevkarîkirin ligel Mamosta Tofîq Wehbî û Hesen Shêx Heme Marufî li bajêrê Bexda derxistin. Wî gellek gotar li ser dîrokê, civakê û deqên edebî û folklora Kurdî di van kovar û rojnameyan de belavkir. Pishtî xizmetek gellek mezin ji bo ziman, cand û dîroka Kurd û rojnamegerîya Kurdî 20 îlona sala 1947 li bajêrê Bexda cû li ser dilovanîya xwe. Termî wî anîn Bajêrê Hewlêrê û li goristana Îmam Mihemed bi rêzekî gellek mezin hate veshartin.Huznî Mukrîyanî wekî min berê jî got ne tenê pêshengê dîroknivîsînê û rojnamegerîyê bû, belkû ligel wê jî di warê rewshenbîrîya edebî, hunerî û nishtimanperwerîyê de jî destrengîn û camêr bû. Li gel van hemûyan jî gellek gotarên bi nirx di Zarî Kurmancî, Ronakî, Dengî Gêtî Taze de ji pênivîsa wî dercûn.. Hunera gotarnivîsîna Kurdî li ser destên Huznî Mukrîyanî pêshket û hate li nav rêzên gotarên rojnamevanên gelên pêshketî. Wî gotarên sîyasî, civakî û hunerî ên serketî dinivîsî. Ew li ser hunera roportaj jî gellek bash agahdar bû û li ser meseleyên sîyasî û civakî gellek nimûnen bash û serketî nivîsîbû. Bi nemana vî mirovê bilîmet, netewa Kurd Zanayekî nishtimanperwer û xebatkarekî netewa xwe ê dilsoz winda kir.Cend berhemên Mamoste Huznî Mukrîyanî:
Wergêr: Aso Zagrosi
Hê şîrove tune ne — yekem bibe.