ÇI BIKIN?
Bîşar Norşîn · berî 7 meh
Partîya Þoreþ-KAWA · 14.04.2007 · 2 dîtin
Dewleta Tirk a Kurdkuj û xwînrêj dîsan li dijî gelê Kurdistanê û destkeftên wî êrîş û hereşeyan dike..Komara Tirkiyê ji roja avakirina xwe ve heta niha li dijî neteweya Kurd li Bakurê Kurdistanê hemû tawanên li dijî mirovayetîyê, hemû komkujîyên nedîtî li Kurdistanê cihbicihkir... Di vê pêvajoya xwînrijtinê de dewleta Tirkan sed hezaran Kurd li navbir, Kürdistan wêrankir, mîlyonan Kurd hatin awarekirin.... Mîlyonan Kurdên Bakur ji alîyê dewleta tirkan ve wekî dîlan hatin girtin.. jî Tevgera Azadîxwaza Kurdistan a Koçgirîyê(1920) bigire heta şikestina Tevgera Azadîxwaza Kurdistanê a Dêrsimê(1938) dewleta Tirk hemû hêzên xwe ve Kurdistan kir gorapana şerî û xwast gelê Kurd wekî netewe li ser erdê nehêle... Wan dixwast bi vî awayî pirsa Kurdan wekî a Ermenîyan bi rêya jenosîdê çareser bikin.. Lê, gelê Kurd berxweda û ew hemû plan û dek û dolawên Tirkan vala derxist.. Piştî şikestînên serhildanên Kurdan devleta Tirkan Kurdistan bi hesin û agir ve rêvebir... Îro gelê Kurd li Bakurê Kurdistanê li ser pîyan e û daxwaza mafên xwe ên rewa dike... Lê sed heyf û mixabin hêj jî Kurdên Bakur ji hemû mafên xwe ên netewî û demokratîk bêpar in... Dewleta Tirk jî dixwaze wekî berê Kurdistanê rêvebibe... Ji ber ku dewlata tirkan hebûna xwe li ser nebûn û laşê gelê Kurdistanê avakirîye.. Ji ber vê yekê jî li ku dibe bila bibe heke bi navê Kurd û Kurdistanê qewareka sîyasî an jî desthilatek peyda bibe dewleta tirk yekser li dijî radiweste û dûjminkarîya wê/wan dike û ji bo hebûna xwe wekî metirsîyekê dibîne.. Piştî şerê kendawê(1991) gelê Kurdistana Başûr li dijî rejîma xwînrêj a Bexdayê serhilda û hemû dam û dezgayên wan bi yekcarî holê rakir.. Ji sala 1991 ve heta niha beşekî welatê me azad e.. Kurdên Başûr di demeke kurt de karîbûn hemû dam û dezgayên dewletê ava bikin.. Piştî ruxandina rejîma Saddamî Serokayetîya Sîyasî a Kurdistanê wekî aktorekî sîyasî ne tenê li Kurdistanê, li deverê û li gorepana navnetewî de jî dewrek gellek mezin bînî...Dewleta serbixwe a de factoya Kurdistanê li Başûrê welêt kargerîyek gellek mezin li ser Kurdên parçên din kir û bû qibleya hemû niştimanperwerên Kurdistanê.. Cihbicihbûna ev hemû xewnên Kurdan bû li ciyê metirsîyê ji bo hemû neyarên Kurd û Kurdistanê bi taybetî jî ê Tirkan.. Ji ber vê yekê ji dewleta Tirk bi hemû hêzên xwe ve hewl da/dide van destkeftên gelê Kurd holê rake/rabike. Ji ber vê yekê ye ku dewleta Tirk di prosesa amadekirina Destûrê de ne ku wekî dewletek cînar, lê wekî alîyekî prosesê rasteraste hewl dida ku kurd ji hemû mafên xwe ên destûrî bêpar bimînin.. Piştî pesindkirina federasyonê ji alîyê xelkê Iraqê û Kurdistanê ve jî, dewleta Tirk Destûra Daîmî a Iraqa Federal qebûl nekir... Sedemê serekî ê vê dûjminkarîya Tirkan, Kurd in, hebûna Kurdan e destxistin û mîsogerkirina hinek mafên serekî ên Kurdane . Dewleta Tirk bi awayekî eşkere destdirêjîyê kar û barên Kurdistan û Iraqê dike û ti serwerîyê nas nake... Li Anqere û Stenbolê konferansan li ser Kerkûkê lidardixe, dijayetîya madeya 140 a Destûrê dike, şîretmendîyê ji bo terorîstan û dujminên Kurdan dike, ku ji bo rêgirtina pêvajoyê, rewşa asayîşa Kerkûkê aloz bikin... Dewleta Tirk li gel hemû terorîstan, Beh’sîyan û neyarên Kurdan pêwendîyan dibeste, li paytextê xwe ji bo wan konferansan sazdike.. Armanca serekî a van hemû kiryarên ne mîrovane ên Tirkan, lawazkirina Hukumeta Herêma Kurdistanê û xurtkirina Hukumeta Navendîyê.. Tirk bi vî awayî dixwazin Kurdan ji hemû mafên xwe bêpar bikin, sîstema Beh’sî dubare zîndî bikin. Lê ev planên Tirkan û neyarên Kurdan nameşin... Kurd li Iraqê, li deverê û li cîhanê dewrek berbiçav dilêyîzin.. Vê carê jî ew hewl didin rasterast êrîşek leşkerî bibin li ser Kurdistana azad...Serleşkerê Tirkan Büyükanit piştî vegerîyana xwe ji Amerîkayê bi rêya nameyeka nêhînî ji Serokwezîrê Tirkan, R. T. Erdoxan re daxwazkiribû û gotibû „Hukumeta Iraqê a Nawendî xurtbikin, pireyeke ji bo bazirganîyê avabikin ku li ser devera Kurdan re derbaz nebe, Cepheya Turkmanî xurtbikin û biryara leşkerkêşîyê li ser Bakurê Iraqê derxin“ Serleşkerê Tirkan doh jî bi awayekî eşkere meseleya „leşkerkêşîyê“ li Kurdistan Azad anî rojeve û daxwaz ji hukumetê kir biryarê derxin.. Genaral Başer jî di daxuyanîya xwe de gotibû:„ ne PKK , Dewleta Kurdî a serbixwe metirsîya serekî ye“ General Başer jî general Büyükanit jî û karbidestên din ên Tirk jî bi awayekî vekirî Hukumeta Herêma Kurdistanê, Parlemana Kurdistanê ango bi kurtî Dewleta Federal a Kurdistanê wekî metirsî dibînin û dixwazin êrişên leşkerî bibin li ser wê. Bi kurt û kurmancî meseleya dewleta Tirk ne Turkoman in, ne PKK ye û ne jî Kerkûk e... Meseleya wê hebûna netewa Kurd e û destkeftên wê ye. Pêwîst bû Serokayetîya Sîyasî a Kurdistana Azad bersiva van êrîş, hereşe û destlêwerdan li nav karûbarên navxweyî û destdirêjîyên wan bida.. Serokê Kurdistanê rêzdar Mesud Barzanî jî bi awayekî vekirî di hevpêyvîna xwe a bi gel televîzyona „El Erebîye“ de bersiva van êrîşên Tirkan da, vîna netewî û hesta netewî a hemû Kurdên cîhanê anî zimên.. Em, wekî Partîya Şoreş-KAWA helwestê Serokê Kurdistanê ê rêzdar Mesud Barzanî wekî helwestê xwe û ê hemû Kurdên cîhanê dizanin, wan êrîş, hereşe û destdirêjîyên dewleta Kurdkuj û xwînrêj a Tirkan li ser Kurdistana Azad mehkûm dikin, êrîşên karbidestên Tirk li ser kesayetîya Serokê Kurdistanê şermezar dikin.. Partîya Şoreş-KAWA13.04.2007
Hê şîrove tune ne — yekem bibe.