ÇI BIKIN?
Bîşar Norşîn · berî 7 meh
Alixan Aras · 22.07.2005 · 2 dîtin
Ev demeke kû dewleta Tirk u nîjadperestên Tirk, di salvegera 82ya Peymana Lozan ji bo xwepêşandan u konferans li Lozan u Zürich li darbixin xwe amede dikin. Komala Allience Des Kurdes En Suiss ( Ittifa Kûrdên Suiss ) , ji bo rawestandina ( Qedexekirdin) meşa ( xwepêşandan ) nîjadperestên nasyonlîstên Tirk u Meşek nerezayî li dijî Peymana Lozan pêk bîne dest xebat u celakîyên xwe kir. Serdana Allience Des Kurdes En Suiss ji bo destur wergirtên roja 15. 7.2005 gihîşt encam u meşa kû nîjadperestên Tirk pêk bînen hat rawestandin. Ev 2 mehe kû dewleta Tirk u layangirên vî, Li Tirkîye u Evrupa di bin bangawazîya Bigre Alaya Tirkiye Berê xwe bide Lozan u Bi şerê serxwebun hat qezenckirin.kes nikare dest bide Peyamana Lozan propaxanda dikirin, şikestî xwar. Lê mixabin ewe bi destra dewleta Suiss konferansek lê otela Beau Rivageda pêk bînên. Lê ser bangawazîya Allience Des Kurdes, ji her çar beşên Kurdistan partî u rêkxiravên Kurdistanî roja 17. 7. 2005 li lozan civînek pêk anî. Li civînê da bi yek deng u bi yek helwestî li ser Meşa 24. 7. 2005 gihîştên encamek u biryarê beşdarkirin u li darxistina Meş dan. Roja 24. 7. 2005 seat 11-15 li meydana PALAIS DE RUMINE li lozan bi beşdarkirina Jı çar perçen Kurdistan, Partî Rêkxistên u Komel sexsîyetên welatparez, li dijî Peymana Lozan meş tê li darxistin. Kurdistanîyen Hêja Peyamana Lozan, kû sala 24. 7. 1923 li ser perçekirina Kurdistan u Koletîya Gelê Kûrd hat îmzekirin. Wateya Peyaman Lozan u Zindîkirina Peymana Lozan, Kû ber bi têkcun u helwesandin diçe, Ji bo Gelê Kûrd Koletî u perçebuna Kurdıstane. Parlamento,Hikumeta Herêma Kurdistan u destkeftî u serkewtinên din ên Basurê Kurdistan, Peymana Lozan helweşandîye, meşruîyeta Peymana Lozan têk birîye. Bi beşdarbuna weya xurt, bi yek deng u yek helwestê we u bejin bigrên Alaya Kurdistan u berê xwe bidin Lozan u em bi dengek bilind bêjîn: Bimre Peymana Lozan, Bijî Kûrd Kurdistan! Li gel Rêz Allience Des Kurdes Navnişan ( Adres ) Demjimêr ( Saat ) 11-15 Cîh: Palais de Rumine-Lozan/ Suiss
Hê şîrove tune ne — yekem bibe.