ÇI BIKIN?
Bîşar Norşîn · berî 7 meh
Ehmed ONAL · 18.02.2006 · 2 dîtin
Dema (22 çirîyapaşin 2006) di Vaqfa Kurdî ya Stenbolê de Prof. Dr. Ebbas Welî ku bixwe şarezayê nasyonalîzmê ye û ji Mehabatê ye bi têr û tijî seminerek pêşkêş kir. Me 80 -85 kesî bi dil û can bi balkêşî guhdar kir. Min ji wê semînerê ev not girtîn. Dixwazim ji bo Malpera Avestayê van notan xal bi xal nîşan bikim. Bo ku min geleki girîng dit û jê gelek tişt fêr bûm. Sipas ji bo Abbas Welî û Weqfa Kurd…… Divê berî ku mirov li ser Komara Mehabatê biaxifê, ji alîyê sosyolojîya wê civakê ve bi agahdar be. Hêzên ku di nava bizavê de cîh girtine ji kijan tebaqa çînêne bizanibe. Daxwaz û xeyala wê hêzê yeke an cûda ye? Bereye an partîye? Di dewletê de hêz, sîyaset, partî û rêveberî çawa bi cîh bûye? Ku hêz cudayê, alîyê wan ê şirig û alîyê wanê cûda ango nakokî çî ne? Sîyaseta cîhanê, dewletên herêmê û têkilîya kurd û parçeyên dîtîr çî ne? Çi reaqsîyon dane? Ji bo çi di wê demê de ev komar saz bû ye? Tekilîya komar, civat, eşîr û partîyan ji alîyê nav xwe û ji alîyê derve û welatan re divê rawerde bike û ji bo berjewendîya gelê xwe jê dersan derxine. 1- Ez Ehmed Onal bixe jî ecêb mam ku wan kurdên me yê bakur ev zimanê Kurdekî Mehabatê bi tarzekî akademikbû, çawa bi asanî fêm kir! Dîyarî bû ku dema ku yek kurdek dîyalektekî kurd ku baş bizanîbe, yê dinê jî tê digêhêje. Dema ku axaftina Profê Kurd dihate wergerandin, çi kêmasîyên wergêr ku derdiketîn an jî ku bihatana jibîrkirinî, beşdarvanan bi hevre her çiqas etîk nebe jî mudahale dikir û sererast dikirin. 2- Peyva Komara Mehabatê jî ya Komara Kurdistan jî raste: Komara Mehabatê raste; ji bo ku sinorê xwe yê rast ji Mehabatê firehtir nebû ye. Komara Kurdistanê jî rastê; ji bo ku xeyala Kurdan ev bû ku wê komarê li seran serê Kurdistanê fireh û bi cîh bikin. 3- Dema şerê cîhanê yê duwemin; Kurdistana Rojava dagirbûbûn, Bakurê wê Artêşa Sor ya Sovyetê, Başurê wê jî İngilizan girtî bû. Sovyetê dixwast ku herkes li ser axa xwe desthilatdar be. İmkan ji bo Azerî û Kurdistanîyan çê bûbûn ku desthilatdarîya xwe bidestxînin. 4- Komelayê Şerê çekdarî nedabûn ber xwe lê weke komel (derneg) bû û hestê Serxwebuna Kurdistana Mezin dabun ber xwe û bi wê bawer dikirin. Di demekî ne dirêj de gelekî berfireh bûbûn û di nava gelde bi cîh bûbûn. 5- Zêdeyî wan Rewşenbir û welatperweran, li gel PDK-İ yê nebun. Dema ku desthilatdarî bi destê PDK-İ yê ket hukumet ji idare kir. Ango hukumetê ne, partîyê hukum dikir. Wê ji bo rewşenbir û welatperweran bebaweri bikardixist.6- Reveberîya Komala û ya PDK-İ yê Kominist nebûn bes nasyonalistên kurd bûn. Kurd wekê kesê Abdurehman Zebahî yên sosyalist ji ku Komala Jîyanaweyên Kurd saz kiribûn hebun. Lê Paş sazbuna weke PDKİ yê ev sosyalist nexwîyan û di nav partîyê de bi cîh nebûn e.7- Azerîyen Komunist ji bo Bakurî kurdistana Îranê; Xoy Maku û heya Uromîye’ye digot erdê meye.Ev jî sedema bê bawerîyê bikar dixistîn. Bo ku paş hilweşandina Serhildana Ubeydullah Nehrî(1880) kurd gelek ji Urumîyeyê revîyabûn. Azerîyan xwe tê de bi cîh kirî bû. Heyani 1979 belko Azerî di Urumîyê de zêde bûn. Le paş desthilatdarîya Humeynî Kurd disan hatîn tê de bi cîh bûn û nifusa zêde ji kurda teşkil bû. Tabîî gor şert û haletê sanayî û hatina gundîyan jî di Urumîyê de Kurd cardin nifuza herî zêde bi dest xistî bû. 8- Tekilîya Azeri û kurda li ser tekilîya Sovyetê germ bû. Lê bê problem nebû. Dema ku jî bo çareserkirina probleman diçun Sovyetê ba Rêveberîya Sovyêtê; Reveberîyê Sovyetê digot; “Biçin di nav xwe de çareserbikin. Em qarşî problema sinorên we nabîn!” digotin. 9- 14 hezar hêza axayan, 3 hezar hêza nasyonal ya PDK iran, 3 hezar ji ji hêza Barzanîyan pêk hatibû û hemû hêz digihiştin 20. hezarî. Axa suwarî bûn. Barzanî weke peşmerge, hêza bingehin ya nasyonalist jî zêde ji karê polisi û intizama rojane re mijul dibûn. 10- Destega Sovyetê zêde nebû bo ku Sovyetê bi hêza Kurdistanîyan bawer nedikirin. Karê matbayê jî dibir li azarbeycanê dikir û dianîn. Yek matbayek basit bi alikarîya Sovyetê ji Bakuyê anibû bi wê ji kovar û ceride derdixistin. 11- Aborîya Komara Mehabatê tunebû. Bes bi alikarîya esnafê Mehabatê li ser pêyan diman. Axa û hêzên din alikarîya aborîyê nedida Mehabadê, Hêza Barzanîyan jî hewcedarî ya alîkarê bûn û ji alîyê aborî ve çi imkanên wan nîn bû, bo ku ji ber êrîşa İngilizan cî û warê xwe cîh hiştîbû û hatîbûn roj ava. . 12- İranê berê Azeri ku Reveberîya wê kominist bû ketliamek dijwar kirin. Paşê ji kurdistan dagir kirin. Vê ji kurdistanî çavtirsî kiribû. 13- Qazi ji hêzên İranîyan re ku ( hêjmara hêzên îranî ku ketîbûn Kurdistanê 3.000 bû) zimni peyman çêkir, lê wan dema ku Mahabat bi dest xistin ser talimata merkezi ya İranê ihlal kir U Sê serekên kurd darda kirin. 14- Sebeba Ruxandina Komara kurdistan, ne ji sedemên der ve, bi esasi sedemên nav xwe y3e Kurdan bû. Ji bo ku Komala û hêzên esas şerkar nebûn. Hêza esasî axa û eşîên siwarî bûn û wan jî nedixwastin ku tekilîya xwe ji İranêre xirabe bikin. Kijan alî ku bi hêzbana li gel wana helwêst digirtin. Hêza başurê Kurdistanê Ya di bin rêveberîya Barzanî de ku hatîbîn, ji alîyê hêza axayên kurdistana İranê ve nedihatin qebulkirin û reaksîyan nişan didan. Ruxandin bi esasî ji vira dest pê kirîbû. 15- Kurdên Rojava îro weke Abbas Weli di Uniwersiteyên navdar de Mamosta ne. Filmên balkêş li cihanê dikşinin û rengê kurdistanê tê de nişan didin. Ev rewşa ku kurdên ji Kurdistana iranê derketine belko evqas ji parçeyê dinê îro dernakevin. Ev gelleki muhîm e! 16- Ji Komara kurdistanê vir ve jî xuya bûye ku ne gundi, rewşenbîr û zanyar ku pêşevanîya bizavê ku nekin, şertê demokrasî û modernîteyên bi cîh neinin, tesira axa, gundî û pêxwasan nizm nekin û ji wana re rêberîyê nekin; ev bizava bê guman heldiweşe. 17- Di komara Kurdistanê de yên ku bi reaksîyona nasyonalisti, û hukmê hukumetê diparastin bê hêz mabûn. Partî û Serekîya Komarê ji axan ditirsîya, ağa ji hêza Barzanîyan ditirsîyan. Hestê neteweyî bi pêş nediketin. Qadî Mihemed ji her kesî bêtir bawerî bi hêza Barzanîyan dianin. Eşîran bi serê xwe û bê destûra Reweberîya Komarê têkili bi dewleta Îranê û îngilîzan re jî hebû. Qadi Mihemed, piştî hilweşandina Komara Azerbeycanê, bi ordîya Îranê re biryara ketina şer nedabû ber çavê xwe. Di şûna ko ewê bi têkçûnê welatê xwe bide wêrankirin, li rîya lihevkirinê gerîyabû.18- Reweberîya Komara Mehabadê Moderen bû, nifşê demokrasîyê hebû, lê tecrube û xwende tê de kêmbûn. Komara Mahabatê bi qasî 11 mehan li ser lingan mabû. Belê di gel ko ji sedan heştê yê wezîrên wê ji xwendina bilind û unîversîtê pêpar bûn û di nav wan tenê yekî ko unîversîte xwendibû hebû, dîsa jî komarê reformên mezin çêkiribû. Carekê perwerdehî bi zimanê kurdî dihat rêvebirin û bi ser ko li Kurdistanê çapxaneyek tunebû, di dora 30yî weşan derdiketin. Hukûmeta Kurdistanê cînayetên namûsê bi hişkî qedexe kiribû û li Kurdistanê adetê berdêlê (jin bi jin) jî hatibû rakirin.19- Ji Komara Mehabatê ji kifş dibe ku, divê mirov hêvîyê ji dujminê xwe neke, Ku bila were peymana kedmuxtarîyê imza bike. Li Kurdistanê dema ku serxwebun buye helwest bizaw xwir bûye. Komal, PDK, hêza bakur a 1970yî şunvetir ji wê hedefê bizav gurbu. İro jî her çiqas li başurê kurdistan helwesta dewletbune xwurt dibe ev qasî jî meşruîyeta xwe ya cihanê bi cîh dike. 20- Her çiqas ji parçeyên din weke sembol çend kesên rewşenbir mil didan Komara Mehabat jî di idareyê de kesên rewşenbîr û xwenda cîh negirtibû weke rêvebir. 21- Peymana ser sê sinor çê bubun lê kadroyên Xoybûnê li Surîyê û Kurdistana Başurê piçuk mabûn. Kesek ji idarê re alaqader nedibûn. Kurdên li Enqarê, İstenbolê perwerde bûbûb nedihatin hawara Komara xwe ya Kurdistan. Yên derve jî bê alaqeder mabûn. Netewetîyek yekgirtî çê nebûbûn. 22- Ji jan, kêmasî û hilweşandina Mehabatê komek entellektuelên xwurt ji Kurdistanê rojava derketine û derdikevin weke Entellektuel û hunermend û siyasetmedar. . 23- Komara Mehabatê bi nêrînek pragmatik xwest ku tekilîyê ji Amerika û İngilizan re ji daine, lê İngilizan paş peymana Lozanê ji kurdan re şer dikir û ji wan bawer nedikirin, Amerikayê jî ji dewleta Îranê re têkili danî bû û li ser wê tekilîyê helwest girtî bû. Kurd êdî bi serê xwe mabûn. Di nav xwe de jî polîtîkayêk xarîcî ya zelal û hewbeş tunebû. Ev kadro ji çawa ku iro li başûrê kurdistanê di Dewleta Herêmê ya Federel de hene, li Mehabatê tune bûn. 24- Komara Mehabatê Hilweşîya lê bizava kurd her berdewam e… Li Başur weke dewlet li ser pêya ye. Hêvidarim ku disa li Mehabad, Qamişlo û Amedê jî bi ser keve… Bigêh3eje sinorê xwe yê esli…AvestaAkt:_ C. A
Hê şîrove tune ne — yekem bibe.