Ramyarî

Ji bo Dezgehên Ragihandinê

Alixan Aras · 22.07.2005 · 2 dîtin

Birêzan,
wek tê zanîn dema behsa wêje, alfaba û gramatîka kurdî
tê kirin, di di destpêkê de navê Celadet Alî Bedirxan
tê bîra mirov.
Bi armanca xwedî derketin û danasîna Celadet Alî
Bedirxan, pêşdebirina wêjeya kurdî û qezenc
kirina qelemên nû ji bo wêjeya kurdî, me malpereke nû
li ser navê Celadet Alî Bedirxan vekir.

Ji bilî beşa taybet ya li ser Celadet Alî
Bedirxan ya ku di derbarê jînegerî, pirtûk, raman û
nivîsên wî de, ji bo malper rojane bimîne me
beşên li ser bûyerên rojane, raman, pexşan,
pêkenok, helbest , hevpeyvîn, teknîk û hwd. jî
vekirina. Herweha di albûma me ya wêneyan de gelek
wêneyên balkêş yên Celadet Alî Bedirxan û yên
cûrbicûr hene.
Ji bo pêwendiyên mêvanên malperê bi malperê re û yên
mêvanan bi mêvanan re xurt bibe me sîstema endambûnê
di malperê de bi cîh kir. Bi vî awayî em li bendê ne
ku forum, chat û mêvanname bibin ciyê guftûgoyên
fikirdayîn û standinê.
Bi hêviya saziyên ragihandinê yên kurd û nivîskarên
kurd bi nivîsên xwe yarmetiyê bidine malpera Celadet
Alî Bedirxan.
adresa me ev e: www.celadet.com
emaila me: malperaceladet@yahoo.de
Birêveberiya malpera Celadet Alî Bedirxan

Yên Eleqedar

Şîrove (0)

Hê şîrove tune ne — yekem bibe.