Ramyarî

JI BO CIVÎNA YEKÎTIYA NETEWÎ Û DEMOKRATÎK YA KURD

Guruba Xebata Neteweyî û Demokratîk a Ku · 17.04.2006 · 2 dîtin

PÊŞWAZÎJI BO CIVÎNA YEKÎTIYA NETEWÎ Û DEMOKRATÎK YA KURD Guruba Xebata Neteweyî û Demokratîk a Kurd hewl dide ku bi gor perspektîfên ku di encama civînên 4ê Îlonê 2005an li Enqerê û 17-18ê Çileya Paşînê li Diyarbekirê de diyar bibû; şexsiyet û hêzên siyasî yên Kurd berbihev bîne, di navbera wan de nêzîkbûn û hevkariyê pêkbîne û di dawiyê de jî yekîtiya neteweya Kurd ya ku bikaribe firehiya Kurdan hemêz bike, damezirîne.Di çarçoveyê perspektîfa “Esasê pirsa Kurd, destxistina mafê xweîfadekirina bi azadî ya  ji alî huquqî, siyasî û îdarî û xweîdarekirina li ser axa xwe wekî neteweyên din yê li ruyê dinyayê ye,”; Guruba Xebata Neteweyî û Demokratîk a Kurd, piştî civîna Diyarbekir biryar girt ku di civînên herêman de esas û metodên yekîtiyê bide nîqaşkirin û bikemilîne.Bi vê mebestê wê Civîna Herêmê ya Stenbolê jî were li darxistin.Di civînê de wê bi giranî li ser;1. Yekîtiyeke çawa,2. Û bi kîjan perspektîf,bê sekinandin..Ji bo beşdariya we ya civînê ku wê bibe sedemê nîqaşên bi berhem û pêşniyarên konkret, em ji niha ve ji we re sipas dikin û serkeftinê dixwazin.Komîsyona Stenbolê ya Guruba Xebata Neteweyî û Demokratîk a Kurd Tarîx               :  23 Nîsan 2006 / YekşemSeet                 :  11.00Cîh                  :  LARESPARK  HOTEL              Topçu Caddesi No:23                    Taksim – İstanbulTel. a Otelê. : 0.212.2545100Faksa Otelê.  : 0.212.2373463 Ji bo Têkiliyê (Endamên Komîsyona Stenbolê)  Mehmet Celal Baykara          Sinan Çiftyurek               Suphi Orak     0.533.576 55 88            0.535.668 69 78            0.537.266 28 28 

Yên Eleqedar

Şîrove (0)

Hê şîrove tune ne — yekem bibe.