Ramyarî

Ji bo Çi Kek Felakedin Kakayi Civîna xwe nekir?

Kurdistan TV · 23.12.2006 · 2 dîtin

Felekedîn Kakeyî li hember girênedana semînara xwe got:ez gehiştim wê bawerê seminar bihê paşvexistin, çûnkî beriya girêdanê meseleyek eminî hate pêşiya meKurdistan TV 21.12.06-Birêz Felekedîn Kakeyî di pêwendiyeke telefonî de ligel malpera Kurdistantv di bersiva pirsiyarekê de derbarê girênedana semînara roja yêkşemba burî ragehand 1-Dîtin û vekolînên setir li vê meseleyê ketin , di demekê de ku tiştek normale heger ku semînarek ne hêt girêdan û pir caran ev tişit du bare dibe , mesele rojnameya Hawilatî di hijmara çarûembê 20/12/2006 belav kir ku di encama telefonekê bi fermana Barzanî rê li semînarê hat girtin.Herweha rojnameya Awêne li hijmara roja 19/12/2006 ê de komelek nûçe û nêrîn û şirove anîne ku belê saziyên Asayiş û Polîsan dest xistine nava vî karî , lêbelê ev nûçe bê dekomênte ti saziyên fermî li Hewlêrê bi ti rengekî tedexula vî karî nekirine ji bo girêdana semînarê an nebestinê û ta niha saziya han bi min re ne gotine ku seminar bihê besting an nehê besting, herçend ku nehat girêdan lê em azad bone di karên xwe de.2-Li sîteya Kurdistanpost hin nerînên ne dirust belav bone , di nava wan de meqaleyeke Dr.Fayêq Gulpî (eveli min çû ,ev jî çê) merem ev ku ev seminar bi merema bersivdana kongireya Erebên Sunne ye ya li Stenbulê hatibo lidarxistin.Li vir bi kek Fayêq Gulpî re dibêjim:hizira semînarê hin rojan berê girêdana kongirê li pêşiya me bo û hizir edres û organize kirin jî hemû berê dîtin û nêrînên min bo bi merema diyar kirina alîkariya aşitiyane li gel miletê kurd li Bakur, herweha ji boy ku daxwaza azad kirina hemû girtiyên siyasî yên kurd bikîn li seranserî girtîgehênrojhelata navîn , ku ev jî normaltrîn mafê mirovane ku tê xwestin.Em daxwaza azadiya mafê mirovan dikîn heta digehe girtiyên siyasî yên kurd û min hemû gavan ev herdu mijar behis kirine beriya semînarê û piştre jî min di meqaleyan de nivîsandiye.Lê belê derbareyî kongireya Erebê Sunne li Stenbulê , ta niha hin meqaleyên Kurdî û erebî hatîne weşandin , bê goman ev kongire li dijî hemû Kurdane û birêz serok Celal Talebanî bi tundî kongireya han rexnekiriye.Bi kurtî dibêjim hizra semînarê weke ronak bîrek ya min bixwe ye , weha dizanim hizire wekheve li gel mîtoda hukûmeta herêmê û PDKê û YNKê û hêzên din yên nîştîmanî.3-Ez li helwîstê serok Barzanî û Talebanî û Parlemênt û hukûmeta Kurdistanê jî haydarim hidk jî eger hebe renge cudayî li şêweya derxistinê û demê derxistinê hebe , lê gewherê meselê li dev me tiştek rone.4-Li vir bi kurtî derbarey nûçeya rojnameya Hawilatî ku bi rengekê Çîrokî aniye weke bêjî nûçegihanê wan ya livî sere hêla telephone boye ya li serêd in yan jî di nava hêla telephone de boye, hegerkî na , divê min tiştek jêre vegêrabe, rastiya vê jî ti li van haletan nîne.Ew navê birêz kek Mesrûr Barzanî tîne , di demekê de ku navê navvê Barzanî di warekê din de bikar hatibo û ewjî guhdar boye bêy ku bizane mesele çiye , lê belê ewê ku telefona esasî bi min re kirî , hevalek bo bi min re got : renge nûçeya semînarê bi şaşî gehiştibe , lewma paşve bêxe baştire , min jî helwîstê xwe ron kir , belgeya peyva min jê ewe ku nûçegihanê rojnameyê nizane ev heval kî boye ,Belê ew li derdura min runişti bo û ez mijulî rojnamenivîsekî Amrîkî bom dema telefon ji min re hatî her çend ez jê dur ketim lê dibe ku hin li aviftina min guhdar bibe .Ez dupat dikim ku girêdana an girênedana semînarê tu pêwendî bi helwîstê Enqerê ve nebûn , berûvajî wê ku rojnameyê nivîsî bo , kes ji min re ne goti bo ku gelo Enqere razî dibe yan razî nabe? Min lit u kesî ev pirsiyar nekirine û bi pêtivî nabînim.5-Eger têbînî û rexine yên hin kesan bi gehin min ji boy min bê biha nîne , rexneyên rojname nivîsan hertim li ber çavan digirim , ji boy ku hevalên wezaretê bêxin bin vekolînan û ez jî hurmeta wan digirim , heta digehe têbîniya serok Barzanî heger ku derbareya her meseleyekê bi min re bigehîne , ji ber ku ez pişt rastim Barzanî berjewenda neteweyî ya giştî li hemû tiştekî giringtir dibîne.Belkî eger serok Talebanî jî têbîniyekê verêke ta filan tişt bikem an jî nekem her cihê hurmetêye û bi şanazî cîbcî dikem , ji ber ku dizanim her çend ez haydar û şehreza bi mew li min haydartirin , ew di ware xwe de hin tiştan dizanin ku renge ez pênezanim û pişt rastim ku hertim ew derbesta berjewenda giştî a neteweyîn.Evê di bêjim biqasî ez li piraniya deman de li derxistin û nêrînên xwe de serbixwe me.6-Dubare dikim ku ez li helwîst û hizr û nêrînên serkirdayetiya siyasî û hukûmeta Kurdistanê haydarim.Dizanim ku alîgiriya aştiyaneya meseleya kurdin li hemû parçeyên Kurdistanê , herweha ligel pêşveçûna azadî û demukirsî mafên mirovên kurdin li herêm ê û deverên seranserî Kurdistanê.Pişt rastim ku derbestî yekbûn û yêk diliya bizava rizgarî xwaza gelê mene , lewma nakevin bi bandura ev dewletê yan wê dewletê , mesele serbestane dîtin û nêrînên xwe li hember rapora Baker-Hamilton diyarkirin , ku rapore Amrîkayiye heta digehe helwîstê dewleteke eqlîmî, xo serok Talebanî beriya her kes lidarxistina komgireya Erebên Sunne rexnekir.7-Bi vê jî girêdan an girênedan semînarekê ku her roj sedan seminar tên lidarxistin, nabe şiroveyeke weha jêre bihê kirin ku diyar bike du dilî an jî rarayî di nava serkirdayetiya kurd de heye.Lewma ez bi vê baweriyê gehiştim ku heger ev seminar bihê paşvexistinbaştire çûnkî nêzî demjimêrekî beriya girêdana semînarê meseleyeke eminî ,asayişî hate pêşiya me ku bi rêya dustan ve gehişte min û renge ti saziyeke polîsan an asayişê ta niha jî haydar nebe.Renge li danîştina taybet a serkirdayetiyê behis bikim , heger kî biryar jî hat girtin , ez wê bê kêmasî behis bikim.Dema ev nûçe ye bi min gehişt ez bi bawer bom ku têbînîyên bi telephonê jî gehiştin min baweriya min li ser vê nûçê bêtir kir . lewma min bi baş zanî ev seminar bihê paşvexistin wêgavê her çi bi be , ez bi dil hêsayî dibêjim baştir bo seminar nehat lidarxistin û têde xêr hebû.Min di semînarê de tiştek wiha nedigot heta lê poşman bibim . ji ber ku wêgavê û nihajî ez dizanim çi dibêjim , herweha tewera sereke divê ronkirinê de min aniye ziman.Li van du rojan jî li hin hevdîtin û meqaleyande dîsa min behis kiriye , çûnkî aştî û azadî du hêviyên mezin yên Kurdane li hemû cihekê û dizanim rêrewa bizava neteweyê kurd ketiye ser rêyeke dirust û berfereh.Beriya niha min weha dizanî li Newroza 2007 an ev yêk dikeve rêyê , lê belê buyer bi pêşiya min ketin û ez şame ku weha derket , pişt rastim di pêşhatiyeke nêzî de hemû alî dîtin û nêrînên min baştir fêm dikin ku merem rizgariya hertimiye.Îdî supas

Yên Eleqedar

Şîrove (0)

Hê şîrove tune ne — yekem bibe.