Ramyarî

Ji Bo 69 Zarokên Kurd 300 Sal Cezayê Zindanê Hat Birrîn

Rûdaw · 03.06.2009 · 2 dîtin

Ji Bo 69 Zarokên Kurd 300 Sal Cezayê Zindanê Hat Birrîn

 Edene – Li gor daneyên Komela Mafê Mirova (İHD) Şaxa Edene’yê di 11 mehên dawîn de 69 zarokên Kurd bi tawanbariya, ‘’keviravêtina polîsan û propogandaya PKK’ê‘’ 300 sal cezayê zindanê vergirtine. Herî dawîn hefta borî 2 zarokên ku li Edene’yê bi hinceta kevir avêtine polîsan, heryek 4 sal û 8 meh û 20 roj cezayê zindanê girtin.  Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Edene’yê Ethem Açıkalın biryara Dadgeha Cezayên Giran ya Edenê’yê şermezar kir û balê kişand ku darezandina zarokan li dijî peymanên mafên zarokan yên navnetewî pêk tên.Zarokên bi navê M.O. û Î.S. 3 meh berê li Taxa Barbaros’ê di dema xwepêşandanekê de hatibûn girtin. Zarok bi hinceta ku kevir avêtine polîsan hatin girtin u udi dadgehê de bi tawanbariya  "sûcdariya li ser navê rêxistinê " û "propagandaya rêxistinê' 4 sal 8 meh û 20 roj cezayê zindanê girtin. Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Edene’yê Ethem Açıkalın, di derbarê biryara dadgehê de daxuyaniyek nivîskî belavkir. Açıkalın, wiha got: "Tenê li ser îddîaya kevir û slogan avêtine 5 sal ceza hatiye dayîn. Delîlê dadgehê jî tenê şahidiya polîsan ye."Açıkalın, bal kişand ku hemû darizandinên zarokan li dijî peymanên mafên zarokan yên navnetewî pêk tên û diyar kir ku li gorî belgeyên navneteweyî cezayê girtîgehê wek metoda herî dawî li dijî zarokan bê bikaranîn. Açıkalın, daxuyand ku li Edene’yê dema zarok tên girtin wek metoda destpêkê cezayê girtîgehê derheqê wan de tê birrîn û wiha dom kir: "Li gor peymanan divê zarokên girtî bi lez bên berdan. Lê li Tirkiye’yê zarok bi mehan û salan di girtîgehan de dimînin. Dîsa bêhiqûqiya herî mezin jî ew e ku zarok hîn jî li dadgehên cezayên giran tên darezandin." Li gorî rêjeyên ÎHD'ê di 11 mehên dawîn de li Edene’yê di derheqê 69 zarokên Kurd de bi giştî 300 sal cezayê girtîgehê hatiye dayîn.rudaw.net

Yên Eleqedar

Şîrove (0)

Hê şîrove tune ne — yekem bibe.