ÇI BIKIN?
Bîşar Norşîn · berî 7 meh
Rojhat · 12.02.2009 · 2 dîtin
Di meha Sibatê de Ajansa Hevkariya Navdewletî ya Japonî (JICA) li Kurdistan’ê nivîsîngeha xwe vedike. Konsolê Fexrî yê Japonya ragihand ku ev yek ji bo hatina şirketên Japonî bo Kurdistan’ê pêngava yekem e. Malpera Japonî, Asahi di raporekî de belavkiriye ku bi armanca wan zêdetir tevlîbûna li proseya avakirina İraq’ê ye. Li gor vê raporê Ajansa JICA wê di nava vê mehê de nivîsîngeha xwe ya fermî li paytexta Herêma Kurdistan li Bajarê Hewlêr’ê veke. Li gor raporê Malpera Japonî, ew ajans bi niyete ku bi armanca hevkariya ji bo projeyên xizmetgûzariyê çend berpirsên xwe rewaneyî balyozxaneya Japonya a li Bexda bike. Biryara Japonan leqayê pêvajoya biryara vekişîna rêvebiriya Barak Obama tê ku ewe hijmarek leşkjerê xweki İraq’ê vekişîne. Lê hikûmeta Tokyo ragihand ku alîkariya İraq û avakirina wê firsetekî zêrîne ji bo Japonya. U divê rolê wê di avakirina wî welatî de hebe. Li gor gotina berpirsên wê ajansê, bi sedema rewşa Herêma Kurdistan’ê ji Bajarê Bexda û navçeyên başûr baştir e. Ji ber vê yekê ev şirket wê nivîsîngeha xwe li Kurdistan’ê dirûst bikin. JICA ragihand ku wê sê berpirsên xwe yên bilind rewaneyî Hewlêr’ê bike. Hikûmeta Japonya di sala 2003an nêzî 5 milyar dolar ji bo avakirina İraq’ê veqetand. Ew jî birê pereyê duyem in bo li rûyê zêdeyî ve ji aliyê dewletekî biyanî ve pêşkêşî İraq’ê hatiye kirin. Di rêza yekem de jî Amerîka bi birê 20 milyar dolarî tê. Ajansa JICA bi niyet bû berî çend salan nivîsîngeha xwe li Bexda vekira. Lê ji ber ne aramiya rewşê û piştî teqandina baregeha Neteweyên Yekbûyî a li sala 2003an de, ew plan hilweşiya. Temûza derbazbûyî JICA bi taybetî tîmekî lêgerînê rewaneyî Herêma Kurdistan’ê kir ku armaca wan çavdêriya rewşa Herêma Kurdistan’ê û xwe amadekirina ji bo vekirina nivîsîngehê bû. Konsolê Fexrî yê Japonya Azad Hacî Yehya di hevpeyvînekî li gel Rûdaw’ê de amaje dike ku JICA nûnertiya hikûmeta Japonya dike û xizmetê pêşkêşî derveyê welatê xwe dike. Li gor gotina Konsol, ew ajans di sala 2003an 4 milyar dolar wek deynekî demdirêj daye İraq’ê. Herwiha Kurdistan’ê jî beşa xwe wergirtiye. Azad Hacî di derbarê nivîsîngehê de jî wiha got; ‘’Niha nivîsîngeha Ajansa JICA li Otêla Xanzad’e û wê di nîvê vê mehê de bi şeklekî fermî di nava Bajarê Hewlêr’ê de nivîsîngehê veke. Giringtirîn palder ji bo ajansa JICA a Japonî ku wiha lê kiriye biryar bide ku nivîsîngeha xwe li Kurdistan’ê veke, seqamgîriya barê ewlehiyê ye.’’ Azad Hacî Yehya aşkere kir ji berî JICA projeyê li her welatekê cîbicîh bike, sê xetên wê hene. Xeta sor û çûyîna nav wê xetê qedexe ye. Xeta zer şirket dikarin çûnû hatinê bikin û xeta kesk jî tû metirsiyên wê nîne. Azad Hacî Yehya dibêje: “Li gel wan aliyê ewlehiyê gelek giring e. Ji ber xeta sor li ser İraq’ê heye. Renge Kurdistan zer e û ber bi wê yekê ve diçe bibe xeta kesk. Dema bo kesk jî wê li Kurdistan’ê konferansekî mezin a bazirganiyê li Hewlêr sazbike.”Niha projeyên JICA di biwarên xizmetgûzariyê de ne. Enerjiya elektrîk û başkirina wê, paqijkirina tora avê û tevayî projeyên wê şirketê li hikûmeta Bexda hatiye parvekirin û ji sedan 17 ji Kurdistan’ê re ye. Balyozê Japon yê li Bexda Şocî Ogawa jî di derbarê mesele de wiha ragihand: ‘’Giringtirîn projeyên Japonya wê li Bexda bên pêkanîn. Ew jî projeyên kanalîzasyona Bexda, projeya ava Kurdistan’ê û projeya santralên elektrîka Başûrê İraq’ê ye. Şirketa JICA ne tenê ajansekî xizmetgûzariyê ye, belkî xwe li her welatekê bicih bike û bi şeklekî fireh bazirganên Japonya rû li wî welatî bikin. Konsolê Japonya jî eşkere kir ku JICA ji bo çûyînê nehatiye. Amojgariya Wezareta Derve ya Japonya dike ku Kurdistan aram e û bila şirketên mezin yên Japonî bên Kurdistan’ê û ximetgûzariyê bikin. Ji ber vê hatina JICA ji bo hatina hijmarekî zêde ya şirketên Japonî bo Kurdistan’ê pêngavekî gelek giring e. Heyeta JICA meha borî 8 rojan li Kurdistan’ê maye. Azad Hacî Yehya dibêje: “Li hemû navçe, bajar û bajarokên Herêma Kurdistan’ê geriyan û ji bo bizanin di pêşerojê de pêwîste çi bikin û bi Kurdistan’ê gelek sakînin.” Azad Hacî Yehya xwediyê şirketa Cîhan’ê li Kurdistan’ê Wekîlê Şirketa Japonî Toyota ye. Li ser daxwaza wî welatî ev 5 mehe bûye Konsolê Fexrî yê Japonya li Kurdistan’ê. Sedemê pêdana vê nûnertiyê jî ji bo vê yekê vedigêre; “Ji sala 1997an ve têkiliyên bazirganî li gel Japonya heye û karê me ya zêde jî li gel şirketa Toyota ye.” Li gor gotina Konsol, li gel şirketên Japonî dû alî girîngin; “Bilindiya asta aborî û rewşa ewlehiyê. Ji ber şirketên baş li Kurdistan’ê hene û zeviya Kurdistan’ê jî gelek bi pîte ye. Ji ber vê tê çaverêkirin ku di demekî nêz de şirketên Japonî bên Kurdistan’ê.”Rudaw
Hê şîrove tune ne — yekem bibe.