ÇI BIKIN?
Bîşar Norşîn · berî 7 meh
Nevzat Karakeçi · 26.09.2006 · 2 dîtin
Ji aliyê malpera ‘Debka’ ya ku wek malpera îstîxbarata İsraîlê tê zanîn ve, hatiye îdîakirin ku wê Artêşa Tirkiyê û ya Îranê, bi operasyonek hevbeş êrişê bibin li ser Başûrê Kurdistanê. Li gor ku ji aliyê hin ajansên nûçeyan ve hatiye belavkirin, malpera ‘Debka’ ya îstîxbarata İsraîlê, bi navê “Rapora Leşkerî ya taybet” nûçeyek belav kiriye û di vê nûçeyê de îdîa dike ku di asoya Rojhilata Navîn de şerekî nû xuya dike. Herweha, di heman nûçeyê de hatiye îdîakirin ku wê Artêşa Tirkiyê û ya Îranê, bi operasyonek hevbeş êrişê bibin li ser Bakurê Iraqê ango Başûrê Kurdistanê. Herweha, tê îdîakirin ku haya rayedarên Emerikayê jî, ji vê plana operasyona hevbeş heye. Malpera Debka, di berdewamiya nûçeya xwe de diyar dike ku herçiqas ev operasyon, wek operasyonek li dijî PKKê xuiya dike jî, armanca Tirkiyê ya esli ev e ku êrişê bibe Kerkûkê û dewlemendiya Kerkûkê bigre destê xwe. Herweha, tê îdîakirin ku rayedarên Emerîkayê, di derbarê plana Tirkiyê ya dagirkerina Kerkûkê de, ji rayedarên Tirk re ragihandine ku planek weha, zerar dide berjewendiyên Emerîkayê û Iraqê. Malpera Debka, herweha radighîne ku operasyonekî bi vî rengî, ligel berjewendiyê Emerîkayê berjewendiyê İsraîlê jî, yê Rojhilata Navîn dixe bin xeteriyek mezin. Di dawiya vê nûçeyê de hatiye destnîşankirin ku Artêşa Îranê, ji bo pêkanîna operasyona li Başûrê kurdistanê, bi her awahî ve amade ye û li benda tevgera Artêşa Tirkiyê ye. PukmediaNevzat Karakeçi
Hê şîrove tune ne — yekem bibe.