Ramyarî

Îraq Seddam Huseyn û heft karbidestên wî dad dike

Scott Bobb · 19.10.2005 · 2 dîtin

Dîktatorê demdirêj yê Îraqê Seddam Huseyn bi tawana  komkujîyê hatîye pêşîya dadgehê  digel heft karbidestên li demê desthilata wî.  Lê ew serokê  roxandî ku belku dê cizayê îdamê wergirît heke hate mehkum kirin, ji serî re bersîng li dadgehê girt, ew dadgeh heta 28ê meha têt hate paşvedan.  Serokê roxandî Seddam Huseynî navê xwe negote dadpirsî û li şûna ku bersiv; bidete w pirsîyarê, wî pirsîyar kirin ji meşrûîyeta dadgehê kirin û got serokê rastî yê Iraqê ew e. Seddamî got ew bêgûneh e ji tawana tevkuştina 140 gundîyan li Duceyl, li bakura Bexdayê, piştî ku qesta kuştina wî hatî kirinberî 23 salan . Parezyarê wî got ew dê daxwaza paşvedana dadgehê biket da ku xwe ji bo berevanîya xwespêrê xwe çêtir amade biket. Ew kombûn yêkemîn bû ji rêzeke dadgehên çaverekirî li dijî karbidestên Iraqî ji ber kiryarên ku bi 10 hezaran mirov têda hatibûne kuştin. Lê hindek zêrevan di gûmana hindê da ne ku ew dadgeh dê girjîya linav Erebên Sunne, desthilatdarên ji dewrê Seddamî, û desthilatdarên niha yên Iraqê, ango Erebên Şî’e û Kurdan, bişarînit. VOA

Yên Eleqedar

Şîrove (0)

Hê şîrove tune ne — yekem bibe.