ÇI BIKIN?
Bîşar Norşîn · berî 7 meh
Amadekar: Aris Arda · 10.09.2006 · 2 dîtin
Behmen Qubadî li gel fîlma xwe a bi navê ‚nîwemang‘ beşdarî Festîvala Cîhanî a Toronto kir.. Bi vê fîlma xwe ve Qubadî bala sînemahezan dikêşîne li ser pirsa Kurdan û jinan.... Wekî tê zanîn ku piştî Şoreşa Îslamî li Îranê strangotin ji bo jinan hatiye qedexekirin..Di vê fîlmê de mûzîkvanekî Kurdistan Rojhilat bi navê Memo, piştî ruxandina rejîma Saddamî hez dike biçe Kurdistana Başûr û li ser axa Kurdan konsertekî bide.Memo ji bo 7 meha li benda îcazê dimîne ku biçe ji bo welatê cînar.. Lê hewl dide li nav gundan dengbêjan komdike.. Memoyê jineka dengbêj jî dixe li gruba xwe... Lê Pastarên Îranê ji vê yekê agadar dibin, bi vî awayî ew dikevin li nav jiyanek nêhînî... Lê Pastarên îranî wan digirin û enstroman wan ên mûzîkê dişkînin.. Vê carê Memo hewl dide bi rêya Kurdistana Bakur biçe ji bo Başûrê Kurdistanê.. Li Kurdistana Bakur Memo jinek ‚deng zêrîn“ dibîne û ew sozê dide li gel wî sînorê Iraqê derbasbe..Ji şoreşa îslamî vir de li Îranê strangotin ji bo jinan qedexeye..Behmen Qubadî di çavpêkeftina xwe a li gel AFP de dibêje: „Gellek jinên dengbêj ji min re telefon dikir û dixwastin di fîlmên min de bilêyizin.. Min ji wan dipirsî hun çima stranan nabjin û dixwazin bilêyizin“?......Dîsan di wê çavpêkeftinê de Qubadî dibêje:“ 2 roj pêş niha fîlma min qedexe kirin... Muhamed Husên Saffar Harandî, Wezîrê Rewşenbîrî ji min re dibêje hêdî li ser vê fîlmê mesekin, dest bi fîlmek din bike“....Qubadî dibêje „Heke min zanibiya ê wisa bibe min dikaribû mûzîqa wê zêdetir bikira“... Bajêrê Vîyanayê fîlma Qubadî ji bo 250 salîya dayîkbûna Mozartî vexwendîye ku îsal destpêdike...Dewleta Nemsayê 7 filmsazê ne Awrupî fînanse kir ku fîlmên wan li Festîvala Cannes, Mostra deVenise û Toronto hatin nîşandan..Behmen Qubadî di fîlmên xwe de babetên hasas ên wekî pirsa kurdî tîne rojevê ku dewleta Îranê bi sedema avakirina dewletek serbixwe a Kurd , jê ditirse.Behmen Qubadî di dawîya çavpeketina xwe de dibêje : Hemû Kurd wekî hevin çi li Tirkîyê, çi li Îran an jî Iraqê bin“... Naxwaze zêde li ser vê mijarê raweste..Çavkanî: AFPAmadekar: Aris Arda
Hê şîrove tune ne — yekem bibe.