Ramyarî

Îran zilm û zordarîyê li Kurdan dike

Rojhat · 29.08.2007 · 2 dîtin

Îran zilm û zordarîyê li Kurdan dikeRoj nabore ku li Îranê agahiyên kuştina kurdekî neyên dayîn. Her roj tê bihîstin ku qaçakçiyekî kurd ji aliyê hêzên dewletê li Mehabad, Merîwan, Pîranşar, Ûrmiye, Şino an jî Kirmaşan tê kuştin an birîndarkirin. Hêzên îranî gelek caran îdia dikin ku wan ev kes bi tawana qaçaxçîtî kirine û guh nedane fermana pasdaran kuştine.Lê tê zanîn ku hêzên dewletê gelek caran bêyî ku fermana rawestînê bidin gule dibarînin ser mirovan û wan dikujin. Bûyereke bi vî lewnî herî dawî hefteya borî qewimî.Di 19’ê tebaxê de 3 ciwanên ji Merîwan a rojhilatê Kurdistanê dema ku ji bo serlêdana doktor û her wiha serlêdana hejmarek dost û xizmên xwe diçin bajarê Bokanê, saet di 6’ê êvarê de ji bo ku vegerin Merîwanê bi rê dikevin. Her 3 ciwan bi wesayîteke Toyota steyşên re diçin û saet nêzî di 9 û nîvan de nêzî Merîwanê dibin. Hêzên dewletê yên ku cil û bergê sivîl li berê xwe kirine her 3 ciwanan didin ber guleyan û di encamê de 2 ciwan ji wan hatin kuştin. Ciwanên kurd ên bi navê Ebubekir Dehwend (25) û Kemal Mehmudî (27) di encama êrîşa hêzên îranî de jiyana xwe ji dest dan û Nasir Mehmudî jî birîndar bû.ÊRÎŞÎ WAN DIKINNasir Mehmudiyê ji êrîşê birîndar xelas bûyî ku birayê wî Kemal Mehmudî jiyana xwe ji dest dabû dema bûyerê vegot û wiha got: “Dema em ji Bokanê ber bi Merîwanê ve vedigeriyan saet di 9 û nîvê şevê de em nêzî bajarê Merîwanê bûn. Li ser rê di tariya şevê de me wesayîteke Pejo dît ku çend kes bi cil û bergên sivîl li cem wê sekinîbûn. Ew kesên ku li cem erebeyê bûn ji bo ku em bisekinin alertirîka destan a xwe li me girtin û ji me xwestin ku em bisekinin. Lê ji ber ku ew cih ne cihê hêzên lêpirsîna dewletê bû û cil û bergê wan jî ne fermî bû û her wiha ji ber ku tirsa me li çete û rêgiran hebû em reviyan û em nesekinîn. Dema ku em reviyan wesayîta wan jî ket pey me. Her ku diçû em zêdetir ditirsiyan. Ka mesele çi ye? Çima ew maşîn bi dûv me ketiye?”ÎŞKENCE BI WAN DIKINNasir Mehmudî wiha vegotina bûyerê domand: “Dema em ketin nava bajêr li nêzî têrmînala Merîwan-Sine wesayîta wan gihîşt wesayîta me û bê ku gotinekê bînin ziman guleyên xwe barandin ser me. Ez li cem şofêr rûniştibûm. Min lîngê xwe dirêj kir heta ku wesayîtê bisekinînim. Di heman demê de şofêr jî xwestibû ku wesayîtê rawestîne. Lê ji ber ku gule pêketibûn jiyana xwe ji dest da û nikarîbû rawestîne. Dema min piyê xwe dirêjî pedala wesayîtê kir piyê min û yê şofêr ket ser hev. Hingê ev pêhesiyam ku şofêr hatiye kuştin. Piştre min li birayê xwe nihêrî. Ew jî hatibû kuştin. Kesên êrîşî me kiribû li ser serê min diqêriyan û digotin ku mafê min ê derkeftinê nîn e heta ku ew bi xwe ferman nedin. Piştî demekê çend heb wesayîtên dewletê yên din hatin û ji min re gotin ku hêdî hêdî derkeve. Ez derketim û cenazeyê birayê min û hevalê min min bi xwe re birin...”Nasir Mehmudî anî ziman ku dema hêzên dewletê cenazeyên wan girtin û ji wir çûn çavên wî girêdan û got: “Hêzên dewletê li min xistin û çavê min girêdan û ez birim îdareya ewlekariya Merîwanê û gelek lêpirsîn li min hat kirin. Ev tiştê ku bi serê me de tînin dijî mirovahiyê ne. Divê dev ji vê zilm û zordariyê berdin.”

Yên Eleqedar

Şîrove (0)

Hê şîrove tune ne — yekem bibe.