ÇI BIKIN?
Bîşar Norşîn · berî 7 meh
Robin Botani · 03.01.2007 · 2 dîtin
Do di piranîya malperên Kurdan de nûçeyeke ÎRNA’yê( Navenda fermî a nûçeyên Îranê) bala min kişand..Ew nûçe jî li ser axivtina Mam Celalî bi Serokê Îranê Ahmedînijad re bû..Ligor vê nûçeyê Mam Celal li serê salê bi telefonê ligel Ahmedînijad axivtîye û cejna wî û gelê Îranê pîrozkiriye.. Di vê axivtina du qolî de Mam Celal ji Ahmedînîjad re gotiye ku “ Saddam Hisên bi lez hat sêdaredan, ji ber tirsa wê yekê hebû ku ew ji alîyê hinek kesan ve bi alîkarî û karasankirina Emerîkîyan bête rewandin”...!!!!!Ez gellekî û dûr û dirêj li ser vê nûçeya ÎRNA yê rawestîyam û fikirim..Çawa dibe ku kesekî wekî Ahmedînîjad, hevalê hemû hêz û kesên terorîst û fondemantalîst vê nûçeyê belawbike?Ahmedînijad û hemû karbidestên Komara Îslamî rojane ligel terorîstan dicivin û planên xirabkarî amadedikin... Qet rojekê di derheqa van civînan de û di derheqa naveroka van gotûbêjan de ajansa ÎRNA yê tiştek neweşand...Çawa dibe ku ÎRNA li ser naveroka axivtina Mam Celalî û Ahmedînîjad vê nûçeyê diweşîne..?Dîyare ku nîyeta desthilatdarên Îranê xirab e... Ew hewl didin di navbera Kurdan û Emerîkayê de nakokîyan duristbikin û peywendîyên herdu alîyan xirabbikin...Ji ber vê yekê jî ez şaş û metel mam wê dema min ev nûçeya di malperên Kurdan dît.Lê li heman rojê kesekî bi navê Navenda Merkezî a Rageyandina YNKê ev nûçe wekî tiştekî “bêbingeh û derew” nirxand û got: “ Agahîya Serok Talabanî li ser dem û roja îdamkirina Saddamî tune bû”...Îro jî berdevkê Serok Komarê Iraqê Kamuran Qeredaxî di beyannameyekî de da xuya kirin ku “Çi agahîyekî serok komarê Iraqê Celal Talabanî li ser îdamkirina Saddamî tuneye........ û ew nûceya ÎRNA yê belavkiriye jî ne rast e...”..Xuya ye ku dewleta Îranê hewl dide û hez dike peywendî û têkilîyên Kurd û Emerîkîyan têkbidin...03.01.07Robin Botanî
Hê şîrove tune ne — yekem bibe.