Ramyarî

Îran Mezintirîn Girtîgeha Rojnemevanan

Alixan Aras · 06.11.2005 · 2 dîtin

Rêxistina Nûçegihanên Bêsînor(RSF) rapora xwe ya sala 2005'an, derheq rewşa azadiya çapemeniyê di cîhanê de weşand. Vê Rêxistinê îsal jî Îran wekî xirabtirîn welat seba binpêkirina azadiya çapemeniyê di Rojhilata Navîn de da nasandin. Di lîsteya azadiya çapemeniyê ya îsal de, navê 167 welatan hatiye, rejîma paşverû û kevneperest a Komara Îslamî rêza 164'ê digrin. Li gorî rapora sala 2005'an ya Rêxistina Nûçegihanên Bêsînor, Koreya Bakûr careke din di rêza 167'ê de cî girt, ev welate wekî welatê herî bi xeter yê cîhanê di warê azadiya çapemeniyê de hate îlan kirin, welatê Îrîtereyê li Afrîqayê di rêza 166'ê û welatê Turkmenistan di rêza 165'ê û paş Îranê ji ber rewşa xirab ya azadiya çapemeniyê cî digre. Rapor dide zanîn ku Îran mezintirîn gitîgeha rojnamevanan di herêmê de ye. Rapor sala 2005'an ya Nûçegihanên Bêsînor, welatên: Danmark, Fînlanda, Îsland, Holanda, Norwêj û Swîs bi awayekî hevpar wekî baştirîn welatên xwediyê çapemeniya azad da zanîn. Di parek ji rapora xwe de, ev rêxistine derheq azadiya çapemeniyê dinivîse ku di Rojhilata Navîn de li welatên mîna Îran, Îraq, Erebistana Seûdî û Sûriyê, rojnamevan demên pir dijwar derbas dikin û çewisandina ji aliyê hikûmetê ve û herwiha girûpên çekdar nahêlin ku çapemenî bi azadî pêk bihên û çalakiyan bimeşînin. Hemû salê lîsteya rewşa azadiya çapemeniyê ya welatên cîhanê ji aliyê Rêxistina Nûçegihanên Bêsînor tê amade kirin. Buroya vê rêxistina navneteweyî li Parîsê, Serbajarê Fransayê ye. CavkanîRojnameya Agirî

Yên Eleqedar

Şîrove (0)

Hê şîrove tune ne — yekem bibe.