Cîhan

Îran hezar û 120 kesî bidarve dike

Rêvebir_E · 10.08.2010 · 3 dîtin

Îran hezar û 120 kesî bidarve dike
Hewlêr, 10 Tebax (AKnews) – Serokê Navenda Dadwerî ya Îranê Sadiq Larîcanî, di nameyeke nepenî de bo rêberê Îranê daxwaz jê kiriye ku îzna bidarvekirina 1 hezar û 120 kesan bide wî û ku bi daliqandinê hatine cezakirin. Li gorî malpera “Nêday Sebz”, Sadiq Larîcanî, di nameya xwe de bo Rêberê Îranê Elî Xamineyî diyar kir ku hikmê bidarvekirinê bo hezar û 120 kesan bi sûcê cuda ku piraniya wan ji ber qaçaxkirina madeyên hişber bûye, di navendên dadwerî de derçûye û niha çaverê îzna Xamineyê ne. Li gorî raporekê ku rêxistina zîndanên welat bo serokê navenda dadwerî ya Îraqnê amade kiriye, niha girtiyên di girtîgehên Îranê de 6 hinde ne û li gorî heman raporê nîva wan girtiyan bi tawana bikaranîna madeyên hişber di girtîgehê de ne. Hikmê bidarvekirinê li Îranê li gorî biryara dezgehên dadwerî dibe û pêwîstî bi îzna rêberê welat nîne, lê niha ji ber rewşa awarte a Komara Îslamî ya Îranê berpirsên vî welatî di darvekirina tawanbaran de wekî berê serbixwe nînin. Hêjayî gotinê ye ku sala derbasbûyî Îran li gorî nifûsa xwe ya 60 milyonî û bi daliqandina 400 kesan di pileya yekem a wan welatan de ye ku hikmê bidarvekirinê bo tawanbaran cîbicî kiriye. şm AKnews Cavkani: http://www.aknews.com/ki/aknews/3/172314/

Yên Eleqedar

Şîrove (0)

Hê şîrove tune ne — yekem bibe.