ÇI BIKIN?
Bîşar Norşîn · berî 7 meh
Alixan Aras · 04.04.2006 · 2 dîtin
Îran di manewraya bi navê " Pêxemberê Pîroz " çekên xwe yên nû bikar tîne. Îran îddîa dike ku wan boteka ku difire û ji alîyê radaran nayê dîtin, îcad kirîye.Tatbîqata Îranê a bi navê "Pêxemberê Pîroz" ku di deryayê de dest pê kiribû, dom dike.Li gora ragihandinên TVya îranî a dewletî, Îranê fuzeka bi navê Misak 1 bi serkeftî tecrube kirîye. Dîsa berdevkê tatbîqatê Muhammed Ibrahîm dehkanî jî radigijîne k wan boteka ku kare bifire, bi her ekî bê barkirin û ji alîyê radaran jî nayê dîtin, îcad kirîye. Îarnîya herweha di roja pêşî a tatbîqatê de jî fuzeya bi navê Şahab2 û herweha fuzeka bi navê Fecr 3 ku xwedê giravî ji alîyên radaran nayên ditîn tecrube kiribû.Tatbîqata ku 17 hezar esker, 500 keştî, bot û û-botên eskerî beşdardibin, roja pêncşemê bi dawî dibe.Lê çavderên serbixwe îddîayên îranîyan weka şêweyeka propagandayê qebûl dikin û dibêjin îranî her hes dikin ku hêza xwe mezin bide xuya kirin.Bota ku kare bifire jî Netkurdakt: C.A
Hê şîrove tune ne — yekem bibe.