Ramyarî

ÎMHAKIRINA PKK NE JI BERJEWENDÎYÊN GELÊ KURD E!

M. Þerif MÜÞTAK · 03.03.2008 · 2 dîtin

  Lê ne pêwiste ji bo demokratîze kirina Komara Tirk, PKK þerê çekdarî berdewam dikê û hemû rêxistinên Kurdistanî reddikê. Pêwiste PKK bibê xwedî sîyaset û helwestek e Kurdistanî. Ji bo hilbijartinên mihelî dest bi cepheyekî hilbijartinê berfereh bikê. Ji bo di pratîkêde xebata legal bibê bersiva Hikomata AKP û êrîþên Artêþa Tirk li ser Baþûrê Kurdistan. Demokratîze kirina Komara Tirk ne çareserîya pirsgirêka sîyasî ya çarenûsîya neteweyî a gelê Kurd e. Mafê gelê Kurd heye weke hemû cîhanê li ser xaka Kurdistan xwedî mafên desthilatdarîyêbê, dibin ala xwede bijî, xwedî parleman bê û xwe bi artêþa xwe ya neteweyî bi parêzê. Ne wexte ko hikometa Kurdistanê jî bo zorîya DEY û dagirkera þerê PKK bikê. Çênabê Kurd bi kevin pêsîra hev, sirmên Tivinga bikiþînin û Lûlên Tivingan bidin singên hev. Ko bêbîra me 1983 di navbera Sadamê dîqtator û Komara Tirk de ji bo herdû alî bikarin þervanên gelê Kurd heya 10 Km dinav sînorên hevde bi þopînin, peyman imze kiribûn û 16.05.1983 Artêþa Tirk bi 30 hezar Leþkerve ketibû nav axa Baþûrê Kurdistan ê. Wê wextê Birêz Meshod Barzanî û Celal Talabanî çekhilgirbûn û serokên partîyên þerkerbûn, li serê çîyayên Kurdistanê bûn. PKK nedihate naskirin, girsa PKK nebû, partîyek marjînalbû û þerê çekdarî jî destpê nekiribû. Gelek giring û pêwiste ko desthilatdarîya Baþûrê Kurdistan helwesteke bi aweyekê vekirî û aþkere hebê ko bi zora dagirkeran ew zererê nadin ti rêxistinên Kurdistanî û ti rêxistinên Kurdistanî nekaribin ji bo berjewendîyên xweyên sîyasî hev bi kûjin. Erkên neteweyî ê ketî ser millê Baþûrê Kurdistan þeref û heysîyeta hemû gelê Kurd de. Bi bawerîya mi helwesta Meshod Barzanî, reaqsîyona Kurdistanî, Kurdewar û Kurdperwerî bûne asteng ko DEY helwesta xwe gûherand û Artêþa Tirko îro xwe ji herêma Federe a azad vekiþand. Vê eþkerekir ko hestên Kurdewar û helwestên Kurdistanî ne bêfeyde ye, ji bo gelê Kurd Çek û Sileha herî bi bandor e. Çareserî ne mizmiza ber lingên dagirker û xwirta ye. Dagirkerên Kurdistan ji bo jîya dagirkerîya xwe dirêjtir bikin, herwextî bi hevre û bi mitefiqên xwere ketine nav hewildanên xirabkirina gelê Kurd û Kurdistan ê. Ez dixwazim bi kûrtayî hinek mînak ji dîrokê bînim ber çavan. Yavuz Sultan Selîm 1514 ê bi þerê Çaldiran ê û 1515 bi þerê Mercîdabiq, Kurdistan bi tevayî dagirkir. Lê Kurd teslîm nebûn, liber xwedidan. Piþtî 125 sala ji bo gelê Kurd ji hev qet bikin û lewaz bikin, Osmanîyan û Farisan peymana Qesra Þirîn jinûka karîn bi hevre imze kin. Piþtî Þerê yekemîn yê Cîhanê rojhilata navîn hate parvekirin, 1926 Iraq avabû, Kurdistan kirin 3 perçe. Piþtî serê cîhanê yê 2 yemin 1948 dewleta Surî damezrandin, vêcarê Kurd-Kurdistan kirin 4 perçe û gelê Kurd lawaztir kirin. Kurdistan, gelê Kurd, Sîyaset û xebata gelê Kurd bi tevayî ji hev qetperçe kirin. Her perçekî Kurdistan madibin dagirkerîya gelên jihev cidacida de. Her dewlet bi rejîm û sîstemekî cidatir li ser perçên Kurdistan heya nuha bi imha û inkarê jîya xwe di domînin. Ligor perçekirina Kurdistan, tevgera sîyasî ya gelê Kurd jî ji hev perçe perçe û lewaz ma. Di kîjan perçên Kurdistan de, serîhildanên Kurda çêbûn, dagirkeran, mitefiqên wan tifaq çêkirin û Kurd fetisandin, belavkirin, serok û berpirsîyarên Kurda li sêpîyan dan û darde kirin. Weke Serhildana Mîr Bedir-Xan, Þêx Seîd, Agirî, Seyd Riza, …… û Qadî Mihemed.1975 Otonomîya ko bi serokatîya Barzanî hatibû damezrandin, bi peymana Cezayîr roxandin. Dîsa 1979 dinavbera Xumeynî û Abdurrehman Qasemloda payman hebû. Wexta Xumeynî hat serhikûm, bi nerazîbûna Tirkîye, Surî û Iraq peyman vale derxistin, Qasemlo û hevalbendên wî hatin terorkirin. Dîrok didê xwîyakirin ko tevayên hereketên gelê Kurd bi tifaqa dinav bera dagirkerên Kurdistan û mitefiqên wande çêbûyî berxwedanên Kurd hilweþandin e. Piþtî peymana di navbera Komara Tirk û Sadam de çêbûyî heya niha 24 carin kû Tirko bi hezaran Leþker, debabe, top û Firokan dikevê nav axa baþûrê Kurdistan. Aborîya Kurdistan xirab dikin, wargehên medenî wêrandikin, xelkên sifîl penabir dikin, ………… Bi kûrtayî ko niha çendî desthilatdarîya Kurda liser herêmê bi fermî heye jî, lê dîsa êrîþên Tirko liser herêma azad berdewamin, rê liber pêþveçûnê digrin û îrada gelê Kurd nasnakin, Serokên Kurd serok eþîr di hesibînin, herêma azad fermî napejirênin, îrada gelê Kurd nasnakin, serkirdayetîya sîyasî a herêma federe mixatab nagirin. Birêz Celal Talabanî serok Komarê Iraq a federele, lê jiber ko cenabê wî Kurde, serokê partîyek Kurd de, wî dîsa serok Eþîr dibînin û hevdîtinan bi wîre jî nakin. Serok Komarê Tirk Ahmet Nejdet Sezer 7 sala serok komarîya Tirka kir, lê jiber ko cenabê Talabanî Kurd bû pêre hevdîtin nekirin û red dikir. Bi bawerîya mi ev tê wê wateyê ko Komara Tirk di yek pencereyêre dinêrê hemû tevger, sîyasetên Kurdistan û gelê Kurd. Tirkoyê nîjadperest gelê Kurd potansîyelterorîst dibînê. Vêca niha Baþûrê Kurdistan axa bi xwîna þehîda hatî azadkirin dixwazin bi mihana PKK û terorîzmê dagirbikin. Armanc ji bo Kerkuk û herêmên dî rizgarnebin, destketinên neteweyî, hiþyarbûna gelê Kurd têkbidê, hilweþênê, PKK dikê mihan e. Bi mihanên terorê jî 16.05.1983 û virde heya niha 24 carin kû Artêþa Tirk a qatil bi hezaran Leþker, debabe, top û Firokan dikevê nav axa azad ya baþûrê Kurdistan. Niha dîsa bi piþtgirtina DEY Artêþa Tirk roja 16.12.2007 bi êrîþên hewayî dest bi bombebarankirina Kurdistana azad kiribûn. Çendî DEY ji parastina axa herêma Federe û axa Iraka Federe berpirsîyare jî, lê rê dabû Firokên Tirka û istixbarata ezmanî. Ji bo piþtgirîya hewayî 21.02.2008 îro 9 roj bûn ko Artêþa Tirk bi qewtên bejayî, bi hezaran Leþker, debabe, top û Firokên Fanton ketibûn nav axa Kurdistanê. Di hemû cîhanêde bû gengeþe ko DEY weke 1975 dîsa gelê Kurd ji bo berjewendîyên xwe firote dagirkeran. Gelê Kurd bivê bûyera rast û nerast gelek dilxem û dilgiran bûwe. Bi bawerîya mi helwesta Meshod Barzanî, reaqsîyona Kurdistanî, Kurdewar û Kurdperwerî bûne encam ko DEY helwesta xwe gûherand û Artêþa Tirko îro xwe ji Kurdistana azad bi serþorî vekiþand. Carekedî xwîyakir ko hestên Kurdewar û helwestên Kurdistanî ne bêfeyde ye, ji bo gelê Kurd Çek û Sileha herî bi bandor e. Çareserî nemizmiza ber lingên dagirker û xwirta ye. Pêwiste di 4 perçên Kurdistan de germa biratîyê bê coþkirin. Carekedî referandûma Kerkûkê bi paþkevê, dikarê gelek destketinên neteweyî li Baþûrê Kurdistan bidê winda kirin. Wê bandoreke gelek negatîf bidê hemû tevgerên Kurdistanî li her 4 perçên Kurdistan. Wê jîya dagirkerîyê dirêj bikê û netewa gelê Kurd wê winda bikê. 029.02.2008 M. Þerif MÜÞTAK Serif.muestak@gmx.de

Yên Eleqedar

Şîrove (0)

Hê şîrove tune ne — yekem bibe.