ÇI BIKIN?
Bîşar Norşîn · berî 7 meh
Rojhat · 31.10.2008 · 2 dîtin
Gruba Krîzê ya Navdewletî di raporekê de daxwaz ji Herêma Kurdistanê kir ku vegerîna Kerkûkê bo ser Herêma Kurdistanê heta 10 salên din taloq bike û di hember de jî Bexda sînorê Herêma Kurdistanê destnîşan bike û mafên veberhênana petrolê bide Herêma Kurdistanê.Gruba Krîzê ya Navdewletî ( International Crisis Group- ICG) ku navenda wê li Brukselê ye, di raporeke xwe ya bi navê ‘Petrol li hemberî Axê: Ber bi bazarkirineke mezin li ser Iraq û kurdan’ de, hişyariya wê yekê da ku pirsgirêkên navbera Iraq û Herêma Kurdistanê ên li ser navçeyên biarîşe zêde bûne û dibe ku ew yek wan bîne hemberî hev du. Gruba Krîzê ya Navdewletî di rapora xwe de diyar kir, bo ku hemû pirsgirêkên warên dahata petrol, federalî û destûrî bên çareserkirin, divê Iraq û Herêma Kurdistanê bigihin rêketineke hevbeş. Li gor raporê, zêdebûna nakokiyên navbera Hewlêr û Bexdayê, dê hemû destkeftên Iraqê bixe metirsiyê.Di raporê de daxwaz ji Herêma Kurdistanê hate kirin ku vegerîna Kerkûkê bo ser Herêma Kurdistanê heta 10 salên din taloq bike û di hember de jî Bexda sînorê Herêma Kurdistanê destnîşan bike û mafên veberhênana petrolê bide Herêma Kurdistanê.Pukmedia
Hê şîrove tune ne — yekem bibe.