Ramyarî

Hunermendê Kurd Şivan Perwer

Alixan Aras · 02.04.2006 · 2 dîtin

Hunermendê Kurd Şivan Perwer

Hunermendê Kurd Şivan Perwer bi daxuyaniyekê aşkera kir ku ew pêkanînên Dewleta Tirk ên hovane yên li dijî gelê Kurd ku li Amed, Êlih û Sêrtê pêk tên, bi zimanekê tund şermezar dike û Perwer di daxuyaniyê de serhildan û berxwedana demokratîk a gelê kurd slav kir. Perwer diyar kir ku ew bi dil û can piştgiriyê dide berxwedana gelê kurd a mafdar û got ku gelê kurd bi terora dewletê re rû bi rû ye.Şivan Perwer di daxuyaniya xwe de anî ziman ku bi êrîşên li dijî sivîlan tê xwestin ku sûcên şer ên generalên Artêşa Tirk ku di serî de li Şemzînanê û gelek deverên din aşkera bûne, bên veşartin. Daxuyanî wiha domiya: “Mafên gelê Kurd ên demokratîk, wekhevî û hiqûqî ji hemû aliyan ve tên binpêkirin. Tîmên taybet ên dewletê bêyî cudahiyê bixin nava jin, zarok û kalan guleyan dibarîne ser gelê sivîl.” Kurd bi terora dewletê re rû bi rû nePerwer bi zimanekê tund êrîşên dewletê şermezar kirin û wiha got: “Kurd bi terora dewletê rû bi rû ne. Êdî sebra gel nemaye û ji Amedê serhildaneke mezin dest pê kiriye û ew belav dibe. Ez vê berxwedana rewa bi can û dil slav dikim û şehîdan jî bi hurmet bi bîr tînim. “‘Divê saziyên navneteweyî bikevin dewreyê’Şiwan Perwer di daxuyaniya de bang li hêzên navnateweyî, saziyên mafên mirovan û raya giştî demokratîk kir ku li dijî kirinên Dewleta Tirk bêdeng nemînin. Daxuyanî bi wiha bi dawî bû: “Ez berxwedana kurdan ji dil slav dikim. Gelê me niha hemû demê zêdetir pêwîstî bi yekitî û yekgirtinê heye. Ev 30 sal in ku ez li derveyî welat li xeribiyê dijîm û ez nebû şans ku ez li Amedê stranên xwe bêjim. Lê ez amade me çi bikeve ser milên min ez ji bo gel bikim.“‘Çapemeniya tirk rastiya berovajî dike’Şivan Perwer, daxuyand ku Dewleta Tirk hewl dide ku neteweperestiya tirk sor bike û berê wê bide ser gelê kurd û wiha got: “Hêzên ewlekariyê zarokan dikujin û zarok û ciwanên kurd wekî sûcdar nîşan dide. Ev weşan gelê kurd rencîde dikin û divê dest ji vê helwestê bê berdan.“Civata KurdÇavkanî: Azadîya Welat

Yên Eleqedar

Şîrove (0)

Hê şîrove tune ne — yekem bibe.