Ramyarî

Hûnerê Amerîka Li Îraqê: Îran Li Rêya Hin Girûpên Çekdar Yên Şîî Ve Haya Tund Û

Haci · 16.08.2006 · 2 dîtin

Zelmay Xelîlzad, Balyozê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê li Îraqê di peyvînekê bo rojnameya “The Newyork Times”a Amerîkî da zanîn ku dewleta Îranê ji rêya hin giropên çekdar yên şîî ve haya alozî û têkdana tenahiyê di Îraqê de dide û vê yekê weke tolhildan li hember êrîşên Îsraîlê bo ser Hizbelahê encam dide.Xelîlzad da eyanê ku Îran haya tund û tûjiyê li dijî hêzên Amerîka li Îraqê dide û ev haydanên Îranê bûye sedema wê ku êrîşên wan girûpane bi rakêt li ser devera Kesk a Bexdayê pêtir bin. Herweha îşare bi êrîşên rokêtî yên “Morter” kir ku ji aliyê girûpeke veqetyayî ji “Sipaha Mehdî”a ser bi Muqteda Sedr hatine encam dayîn û vê girûpê jî pêwendî bi Îranê ve heye.KurdistanmediaAkt: C.Aliki

Yên Eleqedar

Şîrove (0)

Hê şîrove tune ne — yekem bibe.