ÇI BIKIN?
Bîşar Norşîn · berî 7 meh
Mamed deriki · 04.04.2007 · 2 dîtin
Li Tirkîyê, lêkolinek bi fînansa Rojname ya Milliyetê ji hêla Şîrketa Lêkolînerî û Şêwirdarî ya KONDA bi navê “Em Kînin” tê kirin.Li gor gotina berpisyarên KONDA, wan ev lêkolîn pirr berfireh girtine û bi 48 hezar mîrovan re rû bi rû hevdîtin pêkaninin û ji wan pirsînin. Hûn kînin?Her wiha bersiva ew gelê kû ji wan hatiye pirsîn, wek ji sedî, 76 em Tirkin, ji sedî 15.7 em Kurdin (Kurdmanc û Dimil), ji sedî 0.7 Ereb, ji sedî 0.8 jî Êdinan gotinin û ji sedî 2.8 jî em ji koko xwe ve Tirkin gotinin.Ji xwe A herî balkêş jî eve. Li Tirkîyê ji sedî 2.8 ji koka xwe ve Tirkin. Bi vê awa yê wateya kû hejmara Tirkên ji Koka xwe ve Tirkin bi xwe derdike holê.Ji sedî 2,8’in.Ê ka wanê gotinin em Tirkin (ji sedî 76 ) kînin an jî ji koka xwe ve çi kesin? Pêwîste kû mîrov li ser vê xalê raweste. Bi rastî jî ev taybetmendîyeke Tirkîyê ye. Yanî ên koka xwe nas dikin ji sedî 15.7 Kurd, ji sedî 2.8 jî Tirk û ji sedî 0.7 jî Erebin û hew! Lê mixabîn, vanê di vê gruba kû gotinin em Tirkin (ji sedî 76) di nava wan de Kurd jî pirrin.Li Tirkîyê bi rastî jî ên xwe anjî ên koka xwe nasnakin pirrin! Ma ji xwe binyada vê Dewletê li ser gelê dewşîrme ava nebûye? Di vê mijarê kû me gotibû Kurd jî di nava ên koka xwe nasnakin pirrin, li ser vê jî dixwazim mînakekê bidim; Cîhê kû niha em lê dijîn yanî li Urfa yê; hema hema her roj ji zarokan an xortan dipirsim; Tu çi kesi an tu ji kîjan milletîye? Bersiva wan jî ji min re bi pirranî “ez tirkim” dibên, hema hinkî kû ez hewl didim, yanî dîya wî/ê, bavê wî/ê dipirsim ka ew (dê û bav) bi Kurdî an bi Tirkî di peyîvin. Bersiva wan; “erê bavêmin Kurde, Dîya min jî Kurde lê ez bi Kurdî nizanim ji ber vê yekê ez Tirkim” dibên! Hinek jî ji wan heye kû navê xwe bi Kurdîye û mîrov bi dilgeşî berbi wan ve dihere û bi Kurdî bi wan re dipeyîve (şorkirin) lê bersiva wan “Heval ez bi Kurdî nizanim” dibên. Hîn jî axaftina bi Kurdî alozîyeke (kompleks) di nav gelê Kurde berdewame! Lê ev mijarek dine.Cûreyek mîrov jî ji Kurda heye, kû ew newêrin bên em Kurdin.Û cûreyek din jî heye kû ew naxwazin bên em Kurdin. Di nav vana de ên bi Kurdî jî dipeyîvin heye, lê nabên ez Kurdim anjî em Kurdin! Ha! Dîsa jî ne wek berêye êdî pirranî ya Kurda xwe nasdikin û bi serfîrazî xwe Kurd nîşan didin.Bi lêkolîna mîna vê lêkolîne nabe. Bi kanala fermî, ji hêla dewletê ve lêkolîn bê kirin, koka gelê Kurd jî, ên Tirka jî û ên dewşîrme yan jî wê diyar bibe. Wê demê herkesê hevûdu nas bikin.Û ez bawerim Hejmara gelê Kurd li Tirkîyê ji sedî 40'î kêmtir nine.Di vê lokolîna, “Em kînin” ji min û der dora min nehatîye pirsîn. Û negotinin hûn kînin. Lê kû hatiba pirsîn jî, ez bawerim bersiva wan û A me yê jî ev ba; Em/Ez Kurdin/m û ji koka xwe ve em Kurdin û heta navê kalikê xwe yê 13’mîn jî em zanim.01/04/2007
Hê şîrove tune ne — yekem bibe.