ÇI BIKIN?
Bîşar Norşîn · berî 7 meh
Tosinê Reþîd · 29.11.2006 · 2 dîtin
Van demên dawî malpera www.ezid.ru ser bingeha agahîyên ji ajansa MPA û radîyoya navnetewî, “Dengê Azarbajanê”, programa bi zimanê ermenî nûçeke xemgîn belav kir. Gor wê nûçeyê kurdên êzdî, yên li Ermenistanê dijîn, ber qezîya koçberîyê ne. Gelek ji wan mal û hebûna xwe difroşin û ji welêt derdikevin. Sebebekî vê koçberîyê jî ew e, wekî hukumata Ermenistanê dixweze zozanên kurdên êzdî bifroşe. Nebûna zozanan wê derbeke mezin be ji bo aborîya êzdîyan û ew neçar dimînin ji welêt derkevin. Şêwirdarê serokê Ermenistanê ji bo pirsên kêmenetewa, Razmîk Davoyan, seva vê pirsê gotîye, wekî wan ew zozan derxistine frotanê, ji ber ku bi dîrokî ew ne yê wan kurdane, ku li wir dijîn. Gelo mirov çawan dikare bêje, wekî ew zozan bi dîrokî yên kurda ne, yan na? Peyva dîrokî li vir çi xwebêjê dide? Sala 1828 an, gava artêşa graf Paskêvîç parêzgeha Yêrêvanê ji farsa hilda û ser bi împêratorîya Rûsîya ve kir, devê çemê Erezî çepê, li navça Sardarabadê, êdî êzdî hebûn û ew zozanên niha hukumata Ermenistanê derdixe frotanê, zozanên wan êzdîyan bûn. Niha jî xût nivşên wan êzdîyan dîsan navça Sardarabadê û navçên nêzîkî wê dimînin (navê Sardarabad çend caran hatîye guhastin) û derdikevne wan zozanan. Û niha wan zozanan ji dest wan digrin, bi mana guve ew zozan bi dîrokî ne yê wan in. Di dest me de niha ev malûmatî heye, em nizanin berî wê çendik çend salan ew êzdî li wir mane û derketine wan zozanan. Em dîsan jî kûr neçin, ji sala 1828 an heta niha dike 178 sal. Gelo 178 sal têrê nakin, wekî mirov bêje, ew zozan bi dîrokî yê wan kurdên êzdîne, ku niha ji derdikevin wan zozanan. Divek pêvîst bû kurd hezar salî xwedîyê wan zozanan bûna, wekî Razmîk Davoyan ew wek xwedîyê dîrokî nas bikirana? Seroketîya Ermenistanê gerek ji bîra neke, wekî sala 1828 an, gava êzdî xweyê wan zozanan bûn, ser axa Ermenistana îroyîn tenê ji sedî nonzdeh ermenî bûn. Vê carê em xwedîyên wê axêye dîrokî ji ku bînin? Razmîk Davoyan yek ji mezintirîn nivîskar û ronakbirê ermenîyayî demên me ye. De îcar wekî ew usan dibêje, lê kesên mayîn wê çi bêjin. Li Ermenistanê azarî ne man, rûs, yûnanî, asorî lap kêm mane. Kurdên misilman tek û tûka mane. Tenê kurdên êzdî bûn, wekî pir hindikî ser hev mabûn û niha wan jî neçar dikin wekî derkevin. Gor gotina serokê “Şêwra êzdîyaye netewî” Ezîzê Emer (Tamoyan), hinek ermenî gundê kurdên êzdî digerin û ji wan re dibêjin “hûn gerek derên, Ermenistan ya ermenîya ye û tenê ermenî gerek li vir bijîn”. Ezîzê Emer dibêje, wekî nav van çend salên dawî de jimara êzdîyan li Ermenistanê ku 60 hezar bû, du caran kêm bûye. mîzê Emer serkêşê wê bizavêye, ku digotin ‘êzdî ne kurdin’. Seroketîya Ermenistanê, çendek ji ronakbirên ermenîya destên xwe pişta wan xistin, derxistin dijî ronakbirên kurd (ku ew bi xwe jî êzdî bûn). Bi vê rê ji wan re li hev hat ne tenê kurdên êzdî û kurdên misilman li Ermenistanê ji hev dûr bixin, lê êzdîxanê bi xwe jî pîre-pîreyî bikin. Wan karibû civaka kurdaye dor 100 hezarî, ku giranîya wê hebû, bê serî û bê hêz bikin, perçe-perçeyî û dero-dero bikin. Serokên ermenîya wê bawarîyê bûn, wekî bi vê rê wê ji wan re li hev bê êzdîyên mayîn di nav xwe de bibişkivînin, asîmîle bikin. Lê hebûna Kurdistana Azad li başûra Kurdistanê, têlêvîzîyonên esmanî kurdên êzdî bêtir bi Kurdistanê ve girê dan, bişkavtina wan gelekî dijwar kirin:Û gava serokên ermenîya dîtin nikarin êzdîya bibişkivînin, asîmîle bikin, niha jî dixwezin wan ji welatê xwe derxin. Piranîya êzdîyên ji Ermenistanê û Gurcistanê derketine li Rûsîya bi cîh bûne. Lê van demên dawî li Rûsîya pêleke nasîyonalîzmê bilind bûye, ku bi taybetî dijî koçberên ji Kavkazê ye. Ev yek rewşa êzdîyên Ermenistanê girantir dike. Gelo wê ku de herin, çi wê bê serê wan? Divêt ev bûyar usan jî ji wan êzdîyên Kurdistanê re bibe ders, ew ên îro dijminên kurdan destê xwe pişta wan dixin û dixwezin wan ji kurdan dûr bixin. Bira bizanibin, atara êzdîyên Ermenistanê wê rojekê bê serê wan jî. Seva ‘Tevgera Êzdîyan ji bo Serrastkirin û Pêşketinê’ pir hatîye nivîsar û gotin. Min jî bawarîya xwe derbareyî wê rêxistinê dîhar kirîye. Lê ez dixwezim li vir ser pirsekê jî rawestim. Hebûna rêxistineke sîyasî, yan civakî, ku mafên êzdîyan biparêze tiştekî normal û xwezayîye. Û mafê êzdîyan heye rêxistinên usan ava bikin. Êzdî çawan dikarin di partîyên Kurdistanî de xebatê dikin, usan jî dikarin partîyên xwe ava bikin. Lê pirs ew e, ka armanca wan rêxistinên êzdîyan wê çi be? Eger amanca wan parastina mafên êzdîyan e li Herêma Kurdistanê û li parlamana Îraqê, ew karekî baş e. Lê eger ew dixwezin navçên êzdîyan ji Herêma Kurdistanê der bihêlin, bigihînne navçên bin desthilatdarîya ereban, ev yek ne di berjewendîya êzdîyan de ye û bi xwe re xetereke mezin tîne. Bûyarên îro li Ermenistanê pêk tên carekê jî wê bawarîyê mak dikin, wekî ew hêzên perçe kirina gelê kurd ji xwe re kirine armanc, ne dostên êzdîyan e, ew bes dixwezin êzdîyan ji bo berjewendîyên xwe bi kar bînin. cavkanî: yeziden.deBerhevker: Hozan,Azad
Hê şîrove tune ne — yekem bibe.