ÇI BIKIN?
Bîşar Norşîn · berî 7 meh
WEKURD · 02.09.2006 · 2 dîtin
Xwendevanên Heja,Îsal di 17 ÎlonÊ li Swedê Hilbijartinên giştî hene.. Gellek Kurdên me jî di van hilbijartinan de beşdar dibin.. Malpera ciwanên Kurd çavpêkeftên li gel hemû berbijêrên Kurdnijad kiriye. Em jî wan çavpêketinan belaw dikin.. Daxwaz ji hemû Kurdan dikin deng bidin Kurdan bila dengê Kurdistanê bilindbe. Hevpeyvîn bi Gulan Avci re Nav: Gulan AvciTemen: 29 salîBerbijêrî: Parlemana SwêdêPartî: Partiya Gel (Folkpartiet)Herêm: StokholmRêza di pelika dengdanê de: 6 Ciyê ji dayikbûnê: Tetwan, bakurê KurdistanêMalbat: Dê, bav, sê xwîsk û bira, bi Fredrik Malm re zewicî.Kar: Koordînatora integrasyonê ya Partiya Gel li Stokholmê Tu kîjan zaravên kurdî dizanî? Kurmancî Tu kengî hatî Swêdê? Di sala 1982 de. Paseroj û perwerda te çiye? Zanîna Siyasetê û dîroka olan. Kesekî ku tu ji xwe re mînak dibîne: Dayika min Sitrana bi te herî xwes: Gelek sitranên ez ji wan pir hez dikim hene. Pirtûka bi te herî xwes: Bîranînên Nelson Mandela Ji bo çi mirov dengê xwe bide te?Eger mirov bixwazibe keçeke ciwan ya lîberal û herweha kurd, ku bi dil û can ji bo civakeke întegre ku têde jiyana mirovan di destê wan de ye dixebite di parlemanê de bibîne, mirovê dengê xwe bide min. Pirsên herî girîng ku tê doza wan bike çine?Hilbijartina îsal ji bo min tê wateya tekosîna li hemberî dervehistinê, tekosîna ji bo pêydakirina bêhtir kar, tekosîna li hemberî ciyawaziya penaber û xortan di bazara kar de, tekosîna ji bo xwendegehên bastir, wekhevî û di serê hemûyî de tekosîna ji bo mafê kurdan yê insanî ku her roj li besên cuda ên Kurdistanê tê binpêkiriin. Tu sensê xwe yê ku di hilbijartinan de biserkevî çiqas dibînî?Ez di lîsta Partiya Gel ya saredariya Stokholmê ji bo parlemanê di rêza 6 de me. Halê hazir 6 kursiyên Partiya Gel ji herêma Stokholmê di parlemanê de ne û ev ji bo min avantajeke. Eger guhertinek di desthilatdariyê de bibe sensê ku ez têkevim parlemanê hîn zêdetir dibe.Çi pêsniyazên te yên ji bo wan kesên ku dixwazin têkevin siyasetî hene? Pêsniyaza min ya herî bas ew e ku bere ew kes têkevin nav partiyan, yan jî rêxistinên ciwanan û di di wan qadan de xebata xwe bimesînin. Mirov bi dervemayinê û temasekirina li neheqiyan nikare civakê biguhere. Eger daxwaz hebe tistekî negengaz tine. Ez ji bo vê îddîayê mînakeke zindî me.Gelo çi kar û xebata te ji bo pirsgirêka kurdî li Swêdê çêbûye? Min derbarê pirsgirêka kurdî de semîner û xwepêsandan lidarxistine û axaftin kirine. Min arîkarî daye parlemenan ji bo nivîsandina pêsniyaznameyan, pirsiyar dane û pirsên nivîskî di heqê rewsa kurdan de ji wezîrê derve kirine. Di çapemeniya Swêdê de min gelek gotar li ser pirsa kurdî nivîsandine. Havîna par ez çûme basûrê Kudistanê û min rapora rêwîtiye mîna çar bes, li ser avedanî û pêsketinên li Kurdistanê ên pistî ser nivîsandin û ew di rojnameya Expressen de hatin çapkirin. Di malpera min de www.gulanavci.se mirov dikare agahdariyên derbarê xebatên min ên din de bibîne.Wergera ji Swêdî: WeKurd Orjînalê hevpeyvînê (swêdî) Berbijêrek parlemanê ji Helepçê Tara Twana ji Helepçê ye û di sala 1991ê de hatiye Swêdê. Li vî welatî mastera sîstema kompûterê qedandiye û vêga berbijêra Sosyaldemokratan ya bajarê Stokholmê ye. Hêviya Tara ew e ku kurd dengê xwe bidin navê wê. Nav: Tara Twana Temen: 34 salîBerbijêrî: Parlemana SwêdêPartî: Sosyaldemokrat (Socialdemokraterna)Herêm: StokholmRêza di pelika dengdanê de: 32Ciyê ji dayikbûnê: HelepçeMalbat: Dayik, bav, xwîskek, sê bra, sê xwarzê û dergistîKar: Sekretera siyasî Tu kîjan zaravên kurdî dizanî? Soranî, kurmancî û feylî Tu kengî hatî Swêdê? Di sala 1991ê de. Paseroj û xwendina te çiye ? Mastera Kompûter û Sîstema Kompûterê li Zanîngeha Stokholm/KTH Kesekî ku tu ji xwe re mînak dibîne: Dayika min Sitrana bi te herî xwes: Çendîn germam le saran (Omar Dizayi) û Clocks (Coldplay) Pirtûka bi te herî xwes: Pirtûka Liza Marklund ya bi navê Vesartî (Gömd) Ji bo çi mirov dengê xwe bide te?Lewra ez kurdekim ku bi dil û can ji bo pirsgirêkên wekheviyê dixebitim. Ez dixwazim cihêwaziyên navbera tebeqên civakê kêm bikim û herweha xebatê bikim ji bo çareserkirina pirsgirêka wan kesên bêkar, nexwes û teqawîdbûyî. Pirsên herî girîng ku tê doza wan bike çine?Xebata ji bo Kurdistaneke serbixwe, pirsgirêkên jinan, bêkarî û pirsên yextiyaran. Tu sensê xwe yê ku di hilbijartinan de biserkevî çiqas dibînî?Ew dimîne ser bê ezê çend dengan (kryss) bistînim. Herçend ez di rêza 32ê de me jî lê eger ez wekî kesayet têr deng bistînim ez dikevime parlemanê. Çi pêsniyazên te yên ji bo wan kesên ku dixwazin têkevin siyasetî hene? Daxwazeke xurt û semax du xalên girîng in di karê siyasetê de.Gelo çi kar û xebata te ji bo pirsgirêka kurdî li Swêdê çêbûye? Eger mirov li paseroja min mêze bike mirov dibîne ku elaqeya min ya pirsên kurdî ne tistekî seyr e. Malbata min, hem dê û hem jî bav di nav siyaseta çalak de bûn û pêsmerge bûn. Dema em li Kurdistanê ez û xwîsk/birayên xwe herdem me xwe vedisart ji bo ku ji aliya rejîma Sedam ve neyên kifskirin. Lewra Kurdistaneke serbixwe yek ji pirsên bingehîn bû dema ku ez ketim nav sosyaldemokratan. Di buharê de ji bo sefereke Kurdistanê min delegasyonek ji bajarê Stokholmê li hev kom kir. Armanc bi rêwîtiyê geskirina têkiliyên navbera Stokholm û Kuridstanê bû. Armancek din jî ew bû ku em zanîn û tecrûbeyên xwe yên derbarê pirsgirêkên civakê, bazirganî, hawîrdor û wekhevîyê parve bikinJi bo rojnameya Expressen min di heqê serxwebûna Kurdistanê, kurdên penaber ên ku heq stendinî û rewsa jinan gotar nivîsandine.Wergera ji Swêdî: WeKurd Orjînalê hevpeyvînê (swêdî) Bangewaziya Tara Twana (Soranî), lînk:http://www.wekurd.com/bangawazitara.pdf Hevpeyvîn bi Amîneh Kakabaveh reNav: Amîneh KakabavehTemen: 34 salîBerbijêrî: Parlemana SwêdêPartî: Partiya Çep (Vänsterpartiet)Herêm: StockholmRêza di pelika dengdanê de: 6 Ciyê ji dayikbûnê: Seqiz Kar: Sosyonom Tu kîjan zaravên kurdî dizanî? Soranî û kurmancî jî bas fam dikim. Tu kengî hatî Swêdê? 1992 Paseroj û xwendina te çiye:Min ji bo rizgariya kurdan, wekheviya zayendeyan û civakeke bêçîn pêsmergetî kiriye. Ji bo xebata xwe ez mecbûr mam ku di 14 saliya xwe de dest ji Kurdistana Iranê berdim û tevlî Komelê bibim. Perwerdeya xwe ya siyasî min di nav refên Komelê de wergirtiye. Li Swêdê min li Zanîngeha Stockholmê di sala 2002 de sosyonomî qedand. Mastera xwe jî min li ser karê civaka navnetewî kiriye. Kesekî ku tu ji xwe re mînak dibîne:Mêr: Che Guevara û Nelson MandelaJin: Rosa Luxemburg û Klara Zetkin Sitrana bi te herî xwes: Gelek hene, lê ya ku vêga pir lê guhdar dikim sitrana Behcet Yehya ya ”Eger asiq mestanebet” e. Pirtûka bi te herî xwes: Maksim Gorkij, Nina. Ji bo çi mirov dengê xwe bide te?Ji bo ku ez kesekim ku bi dil û can li ser pirsgirêkên rojane yên mirovan disekinim. Weke miroveke internasyonalist ez dixwazim ku ji bo mirovên jar û ketî têbikosim. Ez 14 salî li Kurdistanê min dest bi vê tekosîna xwe kiriye. Pirsên herî girîng ku tê doza wan bike çine?Di qada netewî de pirsa herî girîng ji bo min wekhevî ye. Bi taybetî jî kar, heqdest, siyaseta întegrasyon û penaberan di nav jinên bilind de. Jiyaneke ewleyî ji bo zarok, ciwan, pîr û handikapan di guhdan, perwerdê de ji bo imkanên xwepêsxistinê û jiyaneke birûmet. Di qada navnetewî de daxwazeke min ya mezin ew e ku ez doza kurd, filistînî, latînamerîkî û afrîqiyan bigihînim raya gistî. Tu sensê xwe yê ku di hilbijartinan de biserkevî çiqas dibînî?Ez bawerdikim ku Partiya Çep têra ku bikeve parlemanê deng bi dest bixe û herweha ez dilniyame ku di nav gelê swêdî de gelek kes û kom dizanin bê siyaseta Partiya Çep çawa ye û bê ew doza çi dike. Eger em di hilbijartinan de biserbikevin, emê newekî wan partiyê din tenha xeber bidin, lê bikin ku jiyana mirovan ya rojane ji binî de bê guhertin. Helbet gelek sebebên serkeftinê hene. Divê hem Partiya Çep bi qasî hilbijartinên bihûrî deng bistîne, hem jî dengdanên yekser ên kesî têrê bikin ji bo ku ez têkevim parlemanê. Çi pêsniyazên te yên ji bo wan kesên ku dixwazin têkevin siyasetî hene? Weke stûn idolojiyeke ku mirov xwe pê bigre pêwist e. Daxwaz û karekî çalak. Baweriya bi gel. Mirov bi cesaret be û baweriya xwe biparêze. Gelo çi kar û xebata te ji bo pirsgirêka kurdî li Swêdê çêbûye? Ji bilî xebata min ya pêsmergetî ji temenê 14 salî, ji sala 2002an ve her sal ez diçim Kurdistana Iraqê ji bo ku balê bikisînim ser tekosîna gelê kurd û rewsa jin û zarokan. Ji bo ku ez rewsê bigihînim raya gistî ya Swêdê, tevî rojnamevan û wênegirekî ez çûme Kurdistanê. Nivîs di gelek rojname û kovaran de hatin wesandin. Bi Zanîngeha Stokholmê re di sala 2005an de ez çûme Kudistana Iraqê ji bo sazkirina instituyeke xebatên civakî.Di 16 adarê, bîranîna roja Helepçê de ez digel partiyên siyasî tevî civînên parlemanê bûme. Partiya Çep, tenha partiye ku bi daxuyaniyekê ji YN xwestiye ku 16 adarê mîna rojeke tekosîna li hemberî komkujiyê îlan bike. Min bi nivîsandina daxuyaniyan bandor li Partiya Çep kir ku ji ber bûyerên dawî ên li Kurdistana Tirkiyê dewlet ji bo kirinên xwe bê mehkûmkirin. Bi rêxistina CHAK re xebatên min ji bo jin û zarokên qurbanên Enfalê çêbûne. Herweha min ji Kurdistanê kesayet dawetî semînerên netewî û navnetewî ên li Swêdê kirine.Wergera ji Swêdî: WeKurd Orjînalê hevpeyvînê (swêdî) Hevpeyvîn bi Jabar Amîn re Nav: Jabar Amîn Temen: 46 salîBerbijêrî: Parlemana SwêdêPartî: Partiya Hawîrdor (Miljöpartiet)Herêm: VästerbottenRêza di pelika dengdanê de: 3Ciyê ji dayikbûnê: Suleymanî li basûrê KurdistanêFamilj: Jin û zarokKar: Sêfê kar Tu kîjan zaravên kurdî dizanî? Soranî û tozek kurmancî Tu kengî hatî Swêdê? Di sala 1981 de. Paseroj û xwendina te çiye? Mastera fîlosofiyê ya Zanista Siyasetê. Sitrana bi te herî xwes: Gelek kilamên kurdî. ”Agir ketiye dilê min” sitraneke xwes e. Ji bo çi mirov dengê xwe bide te? Gelek sebeb hene ku mirov dengê xwe bide min. Sebebek ew e ku ezê bikaribim bi awayakî serkeftî doza kurdî di korîdorên xwedîhêz ên li Swêdê jî bimesînim. Ji bo ku ez xwedî siyasetek im ku dixwaze civakê bi awayekî pistahevgirtî, adil û di xetek demokratîk de pêsve bibe. Pirsên herî girîng ku tê doza wan bike çine?Ezê li ser gelek pirsan rawestim. Di malpera xwe de (www.jabar.se) min bi dirêjî nivîsandiye. Pistahevgirtina global, baskirina sertên ciwan û xwendevanan, xwendegeh û hawîrdorê çend pirsen sereke ne ji bo min. Tu sensê xwe yê ku di hilbijartinan de biserkevî çiqas dibînî?Bas dibînimÇi pêsniyazên te yên ji bo wan kesên ku dixwazin têkevin siyasetî hene?Kampanyake xisûsî û çalak bimesînin.Gelo çi kar û xebata te ji bo pirsgirêka kurdî li Swêdê çêbûye? Ev zêdeyî bîst salane ku ez ji bo pirsa kurdî bi awayên cihêreng têdikosim. Gotaran dinivîsim, konferansan didim, tevlî mes û çalakiyan dibim û herweha bi mexseda ku bandorê li xelkê bikim, bi derdora xwe re di nav dan û stendinê de me, da ku desteka wan ji bo mafê gelê Kurdistanê yê mesrû wergirim.Wergera ji Swêdî: WeKurd Orjînalê hevpeyvînê (swêdî) Malpera Jabar AminHevpeyvîn bi Nafî Çilgin re Nav: Nafî ÇilginTemen: 50 salîBerbijêrî: ŞaredarîPartî: Partiya Çep (Vänsterpartiet)Herêm: HaningeRêza di pelika dengdanê de: 1Ciyê ji dayikbûnê: DiyarbekirMalbat: Jin û zarok Kar: Sosyonom Tu kîjan zaravên kurdî dizanî? Kurmancî Tu kengî hatî Swêdê? Di sala 1982 de. Paşeroj û xwendina te çi ye?: Sosyonom Sitrana bi te herî xweş: Mihemed Şêxo, Ay lê gulêPirtûka bi te herî xweş: Ronîya Dawî (det sista ljuset) - Kallifatides, Theodor Ji bo çi mirov dengê xwe bide te?Ji bo ku ezê bi awayekî çalak li hemberî dervehiştinê û neheqiyên civakî rawestim. Ezê têkoşîna wekhevî û başkirina şertên zarokan bikim. Ezê herweha daxwaz bikim ku derfetên hilbijartina aktîvîteyên ciwanan yên piştî xwendegehê negirêdayî stûrbûna xelîtka wan û rewşa wan ya aborî be. Pirsên herî girîng ku tê doza wan bike çine?Pirsa herî girîng ji bo min ew e ku derfetên xwendina zarokan li şaredariya Haninge bigihîje asta xwendegehên din. Halê hazir şaredariya Haninge hem ji aliyê hejmara mamosteyên xwedanşahid hem jî ji aliyê pûanên xwendevanan ve pir li jêr e. Di hin dibistanên şaredariyê de pirsgirêka dervehiştinê heye. Lewra ez bawerdikim ku pêwiste mirov giraniya xwe bide ser wan xalan. Tu şensê xwe yê ku di hilbijartinan de biserkevî çiqas dibînî?Baş dibînim.Çi pêşniyazên te yên ji bo wan kesên ku dixwazin têkevin siyasetî hene? Ez bawerdikim ku her insanek dikare fêdekê bide. Eger siyaset bala mirovan dikişîne, divê mirov netirse ku tevlî bibe. Ti partiyên ku ji %100 heman nirxên mirov diparêzin nînin, lê divê mirov cesaret bike ku dengê xwe bilind bike û hewl bide ku partiya tê de ji hundur ve biguherîne. Bi vî awayî mirov dikare bandorekê li civakê bike. Gelo çi kar û xebata te ji bo pirsgirêka kurdî li Swêdê çêbûye? Ji bo ku ez penaberekî siyasî ji bakurê Kurdistanê me, pirsa kurdî ji bo min herdem girîng bûye. Ew herdem bi min re ye, ferq nake bê ez li xwendegehê bim, li mal bim, yan li ciyê kar bim. Li Swêdê min di amadekariya xwepêşandanan de cî girtiye, gotar û nûçe şandine ji çapemeniya swêdî re û di birêvebirtiya Federasyona Komelên Kurdistanê de cî girtiye. Ji bilî van xebatan ez bi mexseda destekdana dîlên siyasî yên li Kurdistanê, bi 30 kesên din re heftiyekê di girêva birçîbûnê de mame.Wergera ji Swêdî: WeKurd Orjînalê hevpeyvînê (swêdî) Hevpeyvîn bi Asi Rebbati reNav: Asi RebbatiTemen: 51 salîBerbijêrî: Saredarî û parêzgeh Partî: Partiya Gel (Folkpartiet)Herêm: Stokholm 6Rêza di pelika dengdanê de: 7 Ciyê ji dayikbûnê: SuleymaniKar: WergêrTu kîjan zaravên kurdî dizanî? Soranî Tu kengî hatî Swêdê? Di sala 1982 de. Paşeroj û xwendina te çi ye? Zanîngeh Kesekî ku tu ji xwe re mînak dibîne:.Bengt Westerberg Sitrana bi te herî xweş: Ednan Kerîm (gelek sitranên wî) Pirtûka bi te herî xweş: Serefname Ji bo çi mirov dengê xwe bide te? Ez dixwazim arîkariya mirovan bikim ku jiyana xwe têxin destên xwe. Pirsên herî girîng ku tê doza wan bike çine? Xwendegeh, întegrasyon, penaber. Tu şensê xwe yê ku di hilbijartinan de biserkevî çiqas dibînî?MezinÇi pêşniyazên te yên ji bo wan kesên ku dixwazin têkevin siyasetî hene? Tu di kîjan partiye de be bibe, koka xwe jibîr neke.Gelo çi kar û xebata te ji bo pirsgirêka kurdî li Swêdê çêbûye? Di tevahiya jiyana xwe li Swêdê de di warê çand û wêjeya kurdî de çalakbûme.Wergera ji Swêdî: WeKurd Â
Â
Â
Â
Â
Â
Â
Berbijêrek parlemanê ji Helepçê Tara Twana ji Helepçê ye
û di sala 1991ê de hatiye Swêdê. Li vî welatî mastera sîstema kompûterê
qedandiye û vêga berbijêra Sosyaldemokratan ya bajarê Stokholmê ye. Hêviya Tara
ew e ku kurd dengê xwe bidin navê wê.Â
Nav:
Tara TwanaTemen: 34
salîBerbijêrî: Parlemana
SwêdêPartî: Sosyaldemokrat
(Socialdemokraterna)Herêm:
StokholmRêza di pelika dengdanê de:
32Ciyê ji dayikbûnê:
HelepçeMalbat: Dayik, bav, xwîskek,
sê bra, sê xwarzê û dergistîKar: Sekretera
siyasîÂ
Tu kîjan
zaravên kurdî dizanî? Soranî, kurmancî û
feylî Tu kengî hatî Swêdê? Di
sala 1991ê de. Paseroj û xwendina te çiye ?
Mastera Kompûter û Sîstema Kompûterê li Zanîngeha
Stokholm/KTHÂ Kesekî ku tu ji xwe re mînak
dibîne: Dayika min Sitrana bi te herî xwes:
Çendîn germam le saran (Omar Dizayi) û Clocks (Coldplay)Â Pirtûka bi te
herî xwes: Pirtûka Liza Marklund ya bi navê Vesartî
(Gömd)Â Ji bo çi mirov dengê xwe bide te?Lewra ez kurdekim ku bi dil
û can ji bo pirsgirêkên wekheviyê dixebitim. Ez dixwazim cihêwaziyên navbera
tebeqên civakê kêm bikim û herweha xebatê bikim ji bo çareserkirina pirsgirêka
wan kesên bêkar, nexwes û teqawîdbûyî. Pirsên herî girîng ku
tê doza wan bike çine?Xebata ji bo Kurdistaneke
serbixwe, pirsgirêkên jinan, bêkarî û pirsên yextiyaran. Tu sensê xwe yê ku di
hilbijartinan de biserkevî çiqas dibînî?Ew dimîne ser bê ezê çend
dengan (kryss) bistînim. Herçend ez di rêza 32ê de me jî lê eger ez wekî kesayet
têr deng bistînim ez dikevime parlemanê. Çi pêsniyazên te yên ji bo
wan kesên ku dixwazin têkevin siyasetî hene? Daxwazeke xurt û semax du
xalên girîng in di karê siyasetê de.Gelo çi kar û xebata te ji bo
pirsgirêka kurdî li Swêdê çêbûye? Eger mirov li paseroja min mêze bike
mirov dibîne ku elaqeya min ya pirsên kurdî ne tistekî seyr e. Malbata min, hem
dê û hem jî bav di nav siyaseta çalak de bûn û pêsmerge bûn. Dema em li
Kurdistanê ez û xwîsk/birayên xwe herdem me xwe vedisart ji bo ku ji aliya
rejîma Sedam ve neyên kifskirin. Lewra Kurdistaneke serbixwe yek ji pirsên
bingehîn bû dema ku ez ketim nav sosyaldemokratan.
Di buharê de ji bo
sefereke Kurdistanê min delegasyonek ji bajarê Stokholmê li hev kom kir. Armanc
bi rêwîtiyê geskirina têkiliyên navbera Stokholm û Kuridstanê bû. Armancek din
jî ew bû ku em zanîn û tecrûbeyên xwe yên derbarê pirsgirêkên civakê, bazirganî,
hawîrdor û wekhevîyê parve bikin
Ji bo rojnameya
Expressen min di heqê serxwebûna Kurdistanê, kurdên penaber ên ku heq stendinî û
rewsa jinan gotar nivîsandine.
Wergera ji Swêdî:
WeKurd Orjînalê
hevpeyvînê (swêdî)
Bangewaziya Tara Twana (Soranî), lînk:http://www.wekurd.com/bangawazitara.pdf
Hê şîrove tune ne — yekem bibe.