Ramyarî

Hilbijartinên Giştî u Helwest

Rojhat Badikî · 24.06.2007 · 2 dîtin

Pêştî nakokîyên nav baskên dewleta dagirker u biryara hilbijartên giştî hat girtin. Gelek layen li ser biryara helbijartınên giştî, helwestên xwe ji bo raya giştî zelal kir. Li gorî bîr u bawerîya min, pêwîste mirov, hilbijartinên giştî an hilbijartinan bike du beş; beşa yek hilbijartin li devleta dagir u helwestame u hilbijartin li Kurdistan u helwesta me!    Pêwîste, hilbijartinên ku li dewleta ( li Tirkîye-Tirkîstan ) dagirker tê encamdan, mirov ji hilbijartên ku li Kurdistan tê encamdan biqetîne. Mafekî rewaye-siruştîye ji bo dewleta dagirker ku li welatê xwe biryarê hilbijartinan bigre u hilbijartinan encam bide. Kurdên li Tirkîstanê dijîn, wek kêmnetewe beşdarîya hilbijartinan bibin. Ev maf jî, mafekî xelkê Kurd ên li Tirkîstanê dijî mafên wanê rewa ye ( siruştîye).   Ez bawerim ku li Tirkîstanê Kurd netewa duyemîne. Gerçi li gor rapirsa ragihandinê Tirkîstanê, hejmarê netewa Tirk an ên xwe Tirk dibînên pir kêmin. Ger Kurdên ku li Tirkîstanên bi cîh bune tewgerek wan rêk u pêk hebe dikarin encamên baş bidest bixin.   Kurdên li Tirkistanê bi cîh bune, li Tirkîstanê dijîn u Kurdên li Kurdistanê dijîn taybetmedîyên wanê cuda hene. Her çika piranîya Kurdên li Tirkistanê dijîn, bi zor u zordarîya dewlet Tirk koçî Tirkîstanê kiribin jî, disa wegera wan a Kurdistanê usa asan nîne. Li pêşîya wan du rê hene; yek, niha wegerin Kurdistanê an demê serxwebuna Kurdistanê, wegerin Kurdistanê. Rêya duduyan jî çarenusa xwe bi gelanê Tirkîstanê giridên u ji bo mafê xwe ên netewî sazîyên xwe avakin u xebat bikin.   Hilbijartinên ku ji alîyê dewleta dagirker li Kurdistanê tê encamdan ji bo me u ji bo dewleta dagirker a Tirkistanê pir girînge. Hilbijartin ji bo çi egeran, were encamdan bila bê encamdan, tiştek pir girînge! Ew tişt jî  ‘’meşruîyete’’. Dewleta dagirker ji bo ku Hilbijartin li Kurdistan were kirin hemu derfetên xwe bi kartîne. Dewleta Tirk bi riya hilbijartina, bihist bi bihist Kurdistan dagir dike u sazî u rêkxistênên xwe li hemu kuncikên Kurdîstan awadike.  Armanca dewleta Tirk a herî girîng meşruîyeta xwe a dagirkerî bi riya hilbijartina li qada nawnetevî bide pejirandin.  Ji ber vî sedemî, hilbijartinên giştî ji bona Kurd u Kurdistan jî pir girînge.    Hilbijartinên li Kurdistan mirov kare bike du beş; beşa yek hilbijartinên giştî, beşa didu ya hilbijartinên herêmi an hilbijartinên bajarvanî ( Şaredarî )   Li Kurdistan hilbijartinên giştî:  Wek ku min li jor jî nivisand, hilbijartinên giştî ji bo me u dewleta Tirk a dagirker pir girînge. Li nav raya giştî a Kurdistan ser hilbijartinan helwestên pir cuda hene. Her çîn u tabaka li gor bîr u bawerîya xwe u li gorî berjewendîyên  taybetî an li gor berjewendîyên civak helwestên xwe ji bo raya giştî zelal dikin. Lê li ba me li Kurdistan tiştek pir xerîbe. Piranîya partî, rêkxistin u rewşenbîr, çarenusa Kurd u Kurdistan bi Tirkîstanê girêdidin u riya çareserîya pirsgirikên Kurdistan Enqere u parlamentoya ( TBMM ) nîşan didin. U ji al alîyek din jî berjewendîyên taybeti, malbatî wek berjewendîyên  civaka Kurd didin nîşandan.   Ez naxwazim bi dur u dirêj li ser wan partî, rêkxistin u kesên rewşenbîr bisekinim, ji ber ku raya giştî a Kurdistan wan nas dikin.  Em disa werin li ser hilbijartinên: gelo hilbijartinên giştî di berjwendîya xelkê Kurd’ da ye. an derfet heye mirov di riya Hilbijartinên giştî, mafê Kurdistanîyan bidest bixînên!?   Gawa mirov li zagona bingehî u destura navxo a parlamana devlata dairker dinhêre ku ti rê u derfet tune. Bingeha damezrandina dagirker a Tirk dikole tiştek pir zelal dibe ku li Tirkîstanê zagon u destur li ser yek Millet yek ala yek welat hatîye nivisandin u pejirandin. Ji bo xelk u kêmnetevê din an koletî an tirk bun...ti rêyek din tune.   Armanca Hilbijartinên giştî jî pesindkirina sistema dagirkerîye ji bo netewe u kêmnetewey din.   Armanca dewleta Tirkistan a dagirker di hilbijartinên giştî li Kurdistan, meşruiyet stendina dagirkirina Kurdistan’ e li qada navnetewîye. Dewleta dagirker bi vê rê, mesaj dide navnetewi ku Kurdistan beşeke ji axa Tirkistanê, Kurd ji welatîyê derece yeke u hemu mafên wan hene, beşdarîyê hemu cure çelakİyan jî dibin.   Pêwîste Kurd, propaganda u planên dewleta Tirkan puç bike, ji hemu dinyay ra nişan bide ku hilbijartên giştî hemu leyîstok u xapandine. Kurd bi hîç şîveyek wek netewa Kurd nikarên beşdarîyên hilbijartinên giştî bibin u asteng pirin, zagon u destura parlamento u hilbijartinan mecal nade Kurda.....Pêwîste Kurd bêşdarîya  hilbijartinên giştî neben heta zagonên bingehî, destura navxa a parlamento u mercên hilbijatinan were guhertin, bi kêmayî mafên netewa Kurd bi naskirin.   Hilbijartinên herêmî an hilbijartinên bajarvanî ( Şaredarî )   Her çika merc u şertên hilbijartinên giştî u Şaredarî pir ji hev ne cuda bin, disa jî ne wek hevin. Jilbijartinên parlamento meşruîyeta dgirkirina Kurdistan’ e, Hilbijartinên bajarvanî gaveke ji bo durbun ji bin deshilatdariya Tirkîstanê. Pêwîste raya giştî a Kurdistanê, partî, rêkxistin, rewşenbîr li ser vê mijarê bi firehî bisekinên u lekolînên baş bikin u gengeşe bikin.     Hilbijartinên Parlamentoya Tirkîstanê ( TBMM ) hilbijartinên bajarvanî çi tesîr kare li ser doza Kurd u Kurdistanê bike!  Çawa, mirov kare ji van hilbijatinan ji bo xelkê xwe sud bigre u li gorî berjewendiyê têkoşîna xwe bikar bîne! Bir rastî heta niha bernamê me a stratejîk tune u hemu kar u xebatên me rojaneye. Bi piranî jî rojev ji alîyê dagirkeran tê destnîşankirin.   Pêwiste bernameyek me hawbeş u stratejîk hebe! Daku em ji hilbijartinan u bi taybetî ji hilbijartinên bajarvanî, ji bo doza xwe bikar bînên.   Li gorî bir u bawerîya min hilbijartinên bajarvanî diyarkirina deshlatdarîye me ye li Kurdistanên. Ger em bi bernameyek hawbeş beşdarîya hilbijartinên bajarvanî bibin li piranîya bajarên Kurdistan karin serkeftî bibin deshilatdarîya bajaran bidest bixin. Bi deshialtdarîya bajaran em karin pir kar u xebatên baş encam bidin.  Raste ewê asteng u zahmetîyên me pir hebin u dewleta dagirker a Tirkîstanê astenga derxe. Lê her astengên dewleta Tirk doz u xebata me li nav qada navnetewi pêşda bibe u pira nabeyna Kurdistan u Tirkîstanê xera bike. U ji alîyê jî, arenaya politik u xelkê Kurdistanê bi hev girêde.  

Yên Eleqedar

Şîrove (0)

Hê şîrove tune ne — yekem bibe.