ÇI BIKIN?
Bîşar Norşîn · berî 7 meh
Newzad Mehmûd · 18.06.2009 · 2 dîtin
Silêmanî: Li gel destpêkirina hamleya propagandeya hilbijartinê, tê pêşbînî kirin vegera Kerkûk’ê û navçeyên veqetandî bo ser nexşeya cografya Herêma Kurdistan’ê, piraniya posterên lîste yan dagîr bike. Li gor berpirsekî siyasî jî, bilind kirina slogana pirsa Kerkûk’ê û navçeyên veqetandî di mesela germ kirina reklamên aliyên siyasî de bi bandor dibe. Niştecihê Bajarê Kerkûk’ê Esed Cebarî, hêvîdar e bi pratîkî slogana vegera Kerkûk’ê bo ser Herêma Kurdistan’ê bê kirin û didomîne: ‘’Mafê hizban e vegerandina Kerkûk’ê bixin nav propagandeyên hilbijartinê, lê bo baweriya Kerkûkiyan ji dest nedin, divê piştre cîbicîh bikin.’’ Kerkûk û navçeyên veqetandî aloztirîn û pirkêşetirîn dosyayên ser maseya gotûbêjên navbera Hewlêr û Bexda’yê ne. Heta niha daleqandî mane û nayê çaverêkirin di van nêzîkan de jî bên yekalî kirin. Bi baweriya çavdêrên siyasî, dawî dikeve destê Neteweyên Yekbûyî û welatên Awrûpî, ne dûr e şer jî di navbera Hikûmeta İraq û Kurdistan’ê de çêke. Di vê derbarê de Çalakvana Siyasî û Endama Civata Nûnerên İraq’ê Ala Talabanî got: ‘’Mesela Kerkûk’ê di navbera me û Hikûmeta Federal de xala herî girîng e. Kurd dev ji her tiştekî berde, dev ji wê pirsê bernade. Lewra vê jî wiha kiriye partiyên siyasî yên Herêma Kurdistan’ê di dema ragehandina hemleya hilbijartinê de pir girîngiyê bi vê pirsê bidin û bala cemawer pê bikşînin.’’ Ala Talabanî wiha axifî: ‘’Hêvîdar im sloganên aliyên siyasî yên li ser Kerkûk û navçeyên veqetandî bi awayekî bin bikaribin cîbicîh bikin. Ger na baweriya Kerkûkiyan ji dest didin. Herçiqas Serkirdayetiya Siyasî ya Kurd di dema rabirdû de ew pirs piştgweh nexistiye, lê êdî slogan besin divê hinek tişt ji çarçoveya sloganan derkevin.’’ Berpirsekî siyasî jiber slogankirina Kerkûk’ê ya berdewam partiyên siyasî yên Kurdistan’ê rexne kirin û pêde çû: ‘’Wek wêya axê bixin çavê xelkê wiha ye. Pêwist e hemû hêz bizanin slogan û propagande jî berpirsyaretiye û nabe tiştek bê gotin ku neyê cîbicîh kirin.’’ Berpirsê siyasî behsa reklam û propagandeyên hilbijartinên berê yên Herêma Kurdistan’ê jî dike û dibêje: ‘’Hêzên biçûk yên wiha hebûn nikarîbûn baregehên xwe birêve bibin, lê sloganên wan bi hikûmetê jî nedihatin cîbicîh kirin.’’ Bi baweriya çavdêrên siyasî, pirsa Kerkûk’ê li gor desthilatdarên Bexda ji xeynî dem kuştinê ne tiştekî din e û berdewam xwe jê dûr dixin. Di çend rojên rabirdû de piştî şikestanîna Lijneya Maddeya 23ê, Berdevkê Lîste ya Hevpeymaniya Kurdistan’ê li Parlamenê İraq’ê Firyad Rewandizî ragehand: ‘’Parlamenê İraq’ê nikare pirsgirêka Kerkûk’ê çareser bike ger tewafuq di navbera pêkhateyên Kerkûk’ê de nebe. Baştirîn çareserî madeya 140ê ya Destûra İraq’ê ye. Di gotarekê de li Peymangeha Frensî ya Peywendiyên Navdewletî Cîgirê Serokkomarê İraq’ê Adil Evdilmehdî got: ‘’Ji navbirina sîtema dîrokî ya ser Kurdan nabe bi sîtemeke din destpê bike, wek wêya li Filistîn qewimî.’’ Bi baweriya Rojnamevan û Nivîskar Azad Sedîq, girêdana berdewam a hêzên Kurdî bi meseleya Kerkûk’ê ve vedigere ser girîngiya pirsgirêka Kerkûk’ê ya di nav dilê şoreşên Kurdî de ku berdewam Kurdistanî bûna wê hatiye tekezkirin. Azad Sedîd, nerînên xwe wiha tîne ziman: ‘’Her dema pirsa Kerkûk’ê were pêş, aliyê Kurdî bi hûrî bala xwe didiyê û tîne rojevê, jiber ew mesele bo Kurd pir girîng e, çi civak û çi serkirdayetî. Niha her Kurdekî fam kiriye ku meseleya Kerkûk’ê bo Kurd meseleyeke çarenûssaz û girîng e.’’ Tê çaverêkirin di dema hemleya propagandeyên hilbijartinê de, bername, armanc û sloganên lîste û aliyên siyasî bi ser dû babetên serekî de bên dabeş kirin, wek meseleya xizmetguzariyê û vegerandina Kerkûk û navçeyên veqetandî bo ser Kurdistan’ê. Berpirsê Ofîsa Hilbijartinên YNKê Şoreş Îsmaîl diyar, jiber hê propagandeya hilbijartinê destpê nekiriye nikarin di wî warî de tiştekî bêjin bê ka bo Kerkûk û navçeyên veqetandî çi di bernameyê Lîste ya Kurdistanî de ye. Berdevkê Lîste ya Pêşketin Zana Evdilkerîm jî daxwiyand: ‘’Ji bo me Kerkûk ji hemleya hilbijartin û propagandeyê mezintir e. Bo vegerandina Kerkûk’ê siyaseta serkirdayetiya Kurd ne serkeftî bû. Karê ciddî jê re nehatiye kirin û girîngî bi wê pirsê nehatiye dan. Em pir girîngiyê didin navçeyên veqetandû û liser dixebitin.’’ rudaw
Hê şîrove tune ne — yekem bibe.